Serê min zîz dibe li ser sînga te, wekî teşîya çanda pîrika me.
Ba kenê xwe bi ser çavê min werkir, ez bêhtir gêj bûm.
Destê Ba bi teyşa xewê hilkişiya ser bejna dîwêr, ampûla odê bi xew ve çû û tilîkên Ba ji xew rabûn. Min porê xwe danî ser tilîkên wî, tilîkên wî zarokatiya jintiya zemanê mirî û zemanê nejiyayî gişk di nava porê min de mist dan, roj di pencereyê re hat hundir û di nava mijankên min ên westiyayî de niviya.
Roj çû ava, ez hilatim.
Dengê Ba xwe bi zimanê min ve digire bo bi nefesa min re nefire ezmanan: “Welatê zimanê min î tu.”
Dengê min xwe bi lêvên Ba ve digire: “Zimanê welatê min î tu.”
Ez çûm ava, roj hilat.
Ez di çavên Ba de disincirim, roj di çavê pacê de ji serma diricife. Diricife wekî qijika li ser têla ceylanê. Ji bo roja qefilî nemire, Ba kortika kenê min bi nefesa xwe dadigire, rojê ji kulma xwe dirijîne kortika kenê min. Êdî kenê min venamire, roj ji serma namire û qijik di firînê de mizgîniya biharê dide. Serma bi kincan re diçe dikeve dexlika dolabê, dexlik dibe sindoqa tarîxa sermayê.
Di xewnê de çavên xwe vedikim, Ba li biniya lingên min e û li min dinêre. Keldûxan ji qehweya wî dikişe, çirûsk jî ji çavên wî. Kenekî sivik ji nava diranên wî difire, tê xwe li ser mijankên min datîne û ez dibim xwedawenda kurd li vê kronotopê.
- Banûya min
- Hiii.
- Tu nizanî çi cezbeke efsûnî yî gava li xewa te temaşe dikim.
- Zanim.
- Tu di xew de bû, çawa tu dizanî?
- Çavên min ên şiyar di nava mijankên min ên xewar de li te dinêrîn. Firçeya lêvên te bi şefqat wêneyê hezkirinê li tabloya bin lingên min dixêzand û ji bo navê te neqîrim min bi zor lêvên xwe pev ve dişidand.
Bêdengîya Xwedê ya li hember gazîkirina melê ez ji xew şiyar kirim û xewna min reviya derveyî rastiyê.
Çavên xwe vedikim, wechê tirş ê rastiyê dirije hundirê çavên min û dîsa hemû çiyayên jînê di nava jinbûna min de dişikên.
Dengê Ba bi pêlên bê û bazikên leglegê re tê ji dûrbûna peravê behrê:
Ez ê bêm Nû. Ez ê bêm û hemû çiyayên şikestî bicebirînim bi merhema zimên.
Serê xwe dizivirînim, hesret ji rûyê balîfê diherike mista dinyê. Li çavê pacê dinêrim, xemgînî ji çavê pacê dirije ser rûyê rastîyê – lê ne meqyaja rastiyê dihele, ne Ba ji min ve xuya dibe, ne di nebûna lêvên Ba de derzên hestiyên jînê dicebirin. Lihêf di eynikê de ji ser min radibe, ez ji eynikê derdikevim, pê li maskeyê rastiyê dikim û diçim ber paceyê.
Dengê Ba ji perê behra dûr hatiye û li deştê olan dide, navê min di dengê wî de dibe gazîkirina hesretê. Hembêza xwe vedikim, pêxwas direvim derve û dengê wî ji deşta spî berhev dikim. Dixwazim zû vegerim malê, bo dengê Ba di binê lihêfê de germ bikim. Dilezînim. Şopên min ên xwas ji paş ve gazî min dikin: “Heta tu dengê Ba germ bikî, em ê bîskekê di nava berfê de bilîzin.”
Dibêjim, “Temam. Lê heke hûn canê berfê biêşînin, ez ê we di çaydên de bikelînim.”
Şopên min peyva Temam li ser rûyê berfê lêdikin, bayê çiyê difîkîne, tê, şeqamên bi şid li rûyê berfê dixe, berf dibe tirb ji gotina Temam’ê re û şopên min dibin lalên bêşop...