Diyarname
Hevseroka Berdevkiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed li ser rewşa li Helebê daxuyanî belav kir. Ehmed got: "Hikumeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye."
Ehmed bi ser hesabê xwe yê X'ê re peyam belav kir. Ehmed got: "Hikûmeta Demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şer îlan kiriye. Bi vê vê yekê re li dijî kurdên di bin zordariya rejîma berê de êşên mezin kişandin biryara tunekirinê hatiye dayîn.
Ehmed bi bîr xist ku piraniya niştecihên her du taxan kesên ji Efrînê hatine koçberkirin pêk tê û wiha got: “Ev her du tax ji xwe di bin dorpêça şidayî ya hêzên girêdayî Wezareta Navxwe de ne. Kurd girêdayî Peymana 1'ê Nîsanê/Avrêlê man lê Hikûmet nema. Ligel hewldanên me yên diyalogê jî Hikûmeta Demkî nêzî muzakereyan nabe.”
Îlham cardin bang li Hikûmeta Demkî kir ku dest ji zordariyê berde û hewil bide pirsgiran bi riyên diyalogê çareser bike û got: “Gelên Sûriyê têra xwe êş ji şer kişandin. Em bang li hemû gelên Sûriyê û bi taybetî li ciwanan dikin ku ji bo edaletê hewldanên şer red bikin."
PEYMANA 1'Ê AVRÊLÊ ÇI YE?
Di navbera hêzên kurdan û hikumeta demkî de 1'ê avrêlê peyman hatibû girêdan ku hikumet li taxan ji bo kordînasyona bi navendê re du cihên kontrolê veke. Hêzên girêdayî Hikumetê ligel vê peymanê jî êrîşên xwe dem bi dem domandin.
Komên girêdayî Artêşa Sûriyê vê sibê dîsa daxuyani belav kirin û gotin ku tevahiya hêzên HSD û kurdan di hedefa wan de ne.
**
- Li taxên kurdan 7 kes hatin kuştin, dor 50 birîndar hene