Diyarname
Kurdish Monitoring li ser binpêkirinên li ser ziman û çanda kurdî, her wiha çapemeniya kurdî rapora xwe ya sala 2025’an eşkere kir. Herî hindik 70 binpêkirin çêbûne.
Kurdish Monitoringê ev çend sal in li ser vê yekê dixebite û her sal rapora xwe belav dike. Kurdish Moritorîngê îsal jî rapora xwe ya li ser binpêkirinên sîstematîk ên di sala 2025’an de li Tirkiyeyê li dijî ziman û çanda kurdî pêk hatine tomar kir û belav kir. Ew li çavkaniyên ji raya giştî re vekirî, nûçe, daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl û ji rasterast agahdarkirinan sûdê werdigire û vê raporê amade dike. Di vir de her cûre binpêkirin, li gorî dîrok, cih û bûyerê tê tomarkirin.
Li gorî rapora ku îro belav kir, di nava salê de di qada civakî de, di qada medyayê û çand û hunerê de û li girtîgehan li dijî mafê bikaranîna kurdî bi kêmanî 70 binpêkirin pêk hatin.
Herî zêde di qada civakî de binpêkirin pêk hatin
Daneyên di raporê de, diyar dike ku binpêkirin di hin qadan de bêhtir tên dîtin. Li gorî raporê, di sala 2025an de:
- Di kategoriya Qada Civakî de 25,
- Di kategoriya Medyayê de 15,
- Di kategoriya Çand-Hunerê de 18,
- Di kategoriya Girtîgehan de 12 binpêkirin li ser hev 70 binpêkirin hatin tomarkirin.
2025: Saleke di bin siya binpêkirinên sîstematîk de
Rapora sala 2025an a Kurdish Monitoringê hareke din nîşan dide ku li Tirkiyeyê binpêkirinên li diji ziman ü çanda Kurdi pêk tên, ne yek du büyer in. Ev binpêkirin li hemû qadên civakê belav büne û birêkûpêk pêk tên. Daneyên îsal hatine berhevkirin careke din nîşan didin ku bikaranîna Kurdî ne tené li kolanan, her weha li girtigehên ewlehiya wan bilind, li salonên dawetan, li kampusên zanîngehan û li Parlamentoyê ji tê krîmînalîzekirin.
Desteserkirina ciwanên li Colemêrgê li ber strana Kurdi govend digerindan, girtina mikrofona parlamenterên li Parlamentoyê bi Kurdi xeber didan, girtina Mela Silêman Sebrî ya ji ber xutbeya bi Kurdî, qedexekirina formeya Amedsporê ya li ser wê gotineke bi Kurdî hatiye nivîsîn û gelen bûyerên din nîşan didin ku ev binpêkirin li nemû qadan pêk tên. Yek ji xalên derketiye pêş ew e ku hîna ji politikaya "zimanê nayê zanîn" û ".." (sê xalan) bi israr berdewam dike. Ev sansura ku li Parlamentoyê pêk tê, bi rengekî ku li girtîgehan nameyên bi Kurdî tên astengkirin û axavtina bi Kurdi ya bi rêya telefonan tê qedexekirin, xwe nîşan dide.