logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Zozanê OnlyFansê

  • Dîrok: 17/11/2025

Ji bo guhdarîkirinê:


Tavê pencê xwe ji ser pozê çiyê ve berda xwarê. Barana ku di doh de dibare, niha veguheriye xunaviyê. Kalîn û merîna pezê di êvarê de, di bin şiliyê de tevlî xuşîna ava çem û cihokan dibe. Şêniyên zozanan bi bawîşkan ve ji bin kon û çîtan derdikevin. Teyir û tilûr per û baskên xwe diçirpînin. Zinarên asê yên gelî, mîna sûrên çîn û maçîn li hev aliyayî, di bin tavê de dibiriqin. Hilm û gulma ji erdê bilind dibe, vediguhere mijeke tenik. Keskesora ku konê xwe bi ser devê gelî, û mija tenik ve vegirtiye, bi bedewiya axê re cî bi cî teysa teyrê tawis li bînahiya meriya radixe.

Hoke hoka Heso ye. Heso dike nake, leq bi pezê di êvarê de nig nedaye, binê xwe nakeve. Ji xeynî çend bizin û nêriyan, hema bibêje pezê mayî li ser xwe dihênije.

Bi şîrînbûna tavê re xunivîn sekinî. Birrê pez bi carekê ve xwe ji şiliya barî bû daweşand, hêdî hêdî li çêrê rast bû.

Li pozê text, Heso pişta xwe da zinarek piçûk û pifî bilûrê kir, lê meqaman li ber dilê wî negirt. Bilûr danî, çavê xwe li ekranê têlefonê gerand, wekî ku li tişta payî rast nehat, mirûzê xwe tirş kir. Xemek li deşta dil rûnişti bû. Kûr û dûr fikirî, rê nebir ser sebeban. Reqsa xweşkoka di ekranê OnlyFansê de ya du şev berê anî bîra xwe; ew jî nebû derman ji xema mîna kirê cixarê pêjgarî wî bûbû. Du sê caran kire kixte kixt û dest avêt kerika go:

"Lê lê, sebrê sibe ye, dilê min ji dila dilekî dîn e. Di şefeqa Xwedê de dikim nakim rayê lê nabe. Kulê tu bi kul bî bikevî nav çerxa vê serdemê. Ji êvar de deng ji vê mîrata înternetê nayê. Xwedan xêrek tunîne, xeberek bi Elon Musk – xwedayê Starlînk’an – ve bigîhîne. Jê re bibêje: hey ocaxkoro, ma tu nizanî sebra Hesenîko bê dîtina dev û lêvên çêkirî, sing û ber û memikên estetîkî nayê. Hey wayê, hey wayêêê..."

Heso seatek berî mexela pez kerî li guherê da mexel. Her dû kûçikên xwe her yek li aliyek pez bi cî kir. Ji barxanya li ser pişta kerê tifing girt avêt milê xwe. Bi lez û bez berê xwe da pozê çiyê. Dema gihîşt pozê çiyê di xwêdanê de kumêt bibû. Bi çavpêketina sînyala înternetê re west û xemên xwe ji bîr kir. Bi lez û bez bi alikariya hişê çêkirî Grokê vîdeo ya dîmenên kesksora li devê gelî, xwe daweşandina pez û kefa bi ser devê cihokan ketî tevî kilama xwe edît kir. Bi kelecan vîdeo li tîktokê bar kir. Ma li benda bertekan. Like û şîrove li bin guhê hev ketin. Bi ewtîna Hirço û Gurcê re li xwe warqilî. Reng lê bû şima. Pozê tifingê da hewa bi teqe teqa guleyan re ber bi mexelê pez revî.

Hin Nivîsen Nivîskar

Pêlên Lacîwerd

  • 06 Rêbendan 2026

Ji bo guhdarîkirinê:     Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan...

Pisîka Sorbelek

  • 10 Sibat 2026

Şiliya dibarî, dara çinarê a li baxçe ji pelan dikir. Hizna demsalê di bin çirûskên lambeya kuçeyê de dihênijî. Bi daketina çilkên baranê re, peqik bi ava çal û kortan diket. Reşêleya ji refê xwe qetiyayî,...

Pizika Neco

  • 09 Adar 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Bi çavên xewar dibêm: -Elo -Kuro tu çima li têlefona xwe mêze nakî? -Hê qijikê gûyê xwe nexwariye te xêr e? -Ax ji derdê vî hişê we yê bi tirkî. - Ha temam. Hê mirişkê pozê...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend peyv li ser daxwazeke şaş û neheq

ad

68 kete înternetê

ad

Di yekemîn Roja Dayikan a Mulkiye de çalakiyek ji bo wê

ad

Hunermend Demirbag li mala xwe bi şewatê mir

ad

'Destanên Kurdî' li TUYAP'ê tê nîqaşkirin

ad

Amed Spor bi 3 golan derbasî Dora 4'an bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname