logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
news-details

Ji lêkolîner Seîdê Dêreşî îdîaya yekemîn helbesvanê kurd

  • Dîrok: 21/01/2024
  • Beş: Hevpeyvîn

Diyarname

Qunciknivîskarê Diyarnameyê û amadekarê bernameya "Hûrgilî" Helîm Yûsiv di beşa nû ya bernameyê de lêkolîner Seîdê Dêreşî kir mêvan. Bernameya "Hûrgilî" di Stêrk TV de tê weşandin. Seîdê Dêreşî ku ev bi dehan salan e karê lêkolînê dike di vê bernameya ku êvara 19'ê mehê hat weşandin de îdîayên balkêş anîn ziman. Yek ji îdîayên wî "Yekem helbestvanê kurd ne Baba Tahir e, ne Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî ye." Dîsa ew ji bo çîroka pêşî ya kurdî balê dikişîne ser çîroka Mela Mehmûdê Bazîdî. Di heman demê de ew rexne li Bazîdî jî dike ku hin agahiyên ne rast belav kirine. Yek ji îdîayên wî jî ew e ku ne pirtûka pîroz Avesta bi kurdî ye, ne jî helbestên Baba Tahirê Hemedanî bi kurdî ne. Me agahiyên ku derketine pêş ji vê hevpeyvînê girtin û bi kurtebirî em pêşkêşî we dikin. Kerem bikin.

'NE AVESTA NE ÇARÎNÊN BABA TAHIR BI KURDÎ NE' 

Li ser pirsa kurdîbûna pirtûka Avestayê...

- Avesta bi kurdî nehatiye nivîsandin. Ew bi farisî hatiye nivîsandin.

Dîtinek wisa heye, ev bi zimanê îranî hatiye nivîsandin, loma para kurdan jî têde heye.

- Bi raya min para kurdan têde nîn e. Divê em nebêjin kurdî jî ji zimanê îranî ye. Avesta ne kurdî ye, tiştek kurdî nîn e. Ger peyvek muşterek hebe, wekî çawa peyvek farisî-kurdî de hebe, wisa ye. Em arî ne, gelek milet jî arî ne, peyvên muşterek di navbera van de hene. Peyvên muşterek hebin jî ev nayê wê wateyê em jî ji wî zimanî ne. Gere em dûrî farisî bisekinin, em ne faris in.

Wê çaxê tu têkiliya kurdan bi Zerdeşt û zerdeştî re tune ye?

- Ew bi xwe diyanet meseleyek din e. Gelek diyanet hatine Kurdistanê, berî Zerdeşt jî hatine, piştî Zerdeşt jî. Xiristiyanî jî hatiye, erebî jî hatiye, erê em kurd in, lê em ne ereb in. Zimanê resmî yê îslamê erebî ye, lê em ne ereb in, zimanê me ne erebî ye, zimanê me kurdî ye.

Meseleya Baba Tahir jî hebû, çiqas kurdî ye…

- Çiqas Avesta kurdî be, çarînên Baba Tahirê Hemedanî jî ew qas kurdî ne. Çarînên wî yên kevn li ber destên min hene. Ev 50 sal in ez li ser klasîkan kar dikim, ez çarînên wî fêm nakim. Wekî Avestayê, ger kurdek farisî baş nizanibe, nikare van çarînan têbigihê. Tu belgeyê ku bêje Baba Tahir bi lorî, yan bi zaravayeke bi kurdî nivîsîbe li ber destê me nîn e. Yekî gotibe jî ev xeyalî ye. Heqîqeta vê nîn e. Dibê dokument ber destê me hebin. Loma jî ne Avesta, ne çarînên Baba Tahir bi kurdî ne.

DÎROKA RAST A HERÎRÎ, CIZÎRÎ, TEYRAN, BATÊ, XANÎ

Dîtina ku Elî Herînî yekem şaîrê kurd ê klasîk e heye, lê di vê pirtûka te de navek din heye. Ev agahdarî çiqas rast e, çiqas para xeyalî têde heye?

- Mela Mehmûdê Bazî û Jaba jiyana 5 şairên kurd nivîsiye. Yek ji wan Elî Herîrî ye, yê duyê Melayê Cizîrî ye, yê sê Feqiyê Teyran, yê çarê Melayê Batê ye û yê pêncê Ehmedê Xanî ye. Ev dokumenta van belav kirî ne rast e. Piştî vê dokumentê agahiyên li ser van şairan derketin holê. Mesela ez bêjim; Dibêje Elî Herîrî 1010'ê zayînê de bûye, lê ez dibêjim Elî Herîrî ligel Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran heman salan jiya ye. Dibêje Melayê Cizirî 1145 de bûye, ya durist ew e 1568'an de bûye. Mela Mehmûd dibêje Feqiyê Teyran 1300’ê de bûye, lê na, ew 1632'yan de bûye.

Wan, yan tarîxa edebiyata kurd biriye pêş, yan jî çi dokument ber destê wan de tune bûye, wan bi xwe ev tarîx daniye.

Baş e, Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de behsa bûyîna xwe kiriye. Gelo Mela Mehmûd, Mem û Zîn nexwendiye?

- Ev cihê pirsiyarê ye. Yekî wekî Mela Mehmûd gere Mem û Zîn xwendibe. Mela Mehmud dibêje 1592 de Ehmedê Xanî ji dayik bûye. Axir baş e ku paşvetir nebûye, lê ya dirust ev e Xanî 1651'ê hatiye dinê. Tiştê dixwazim bêjim, divê em kurd ji nû ve dîroka xwe binivîsin, ne li ser van dîtinên heta niha hatine nivîsîn. Li gor dokumentan gere em binivîsin.

YEKEM ŞAIRÊ KURD Ê KLASÎK KÎ YE?

Te qala dîwana Wedaî kiribû, te ew kişf kiribû. Niha jî tu wekî yekem şairê kurd ê klasîk qala şaîrekî dikî. Ev kî ye?

Dema min Feqiyê Teyran amade kir, min pêşekê de got "ev şairê pêşî ye", lê dîsa min got "belkî sibe dokument derên yên berî Feqiyê Teyran hebin." Sala 2012'yan de Mesût Kitanî destxetek, nivîsek belav kir, lê wî nedizanî ev destxet a kê ye û kîj wextî hatiye nivîsîn?

Dema min ev destxet dît min zanî ev berî Melayê Cizîrî û Feqiyê teyran e. Teqrîben 40 salan berî Feqiyê Teyran e, 60 salan berî Melayê Cizîrî ye, 145 salan berî Ehmedê Xanî ye. Erê, Elî Herîrî jî dema Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de jiya ye.

Li gor lêkolîna min kirî ev şairê qal dikim Hemîdî 1510'ê de ji dayik bûye. Feqiyê Teyran 1549 ji dayik bûye 

Yanê 39 sal piştî wî?

- Belê. Melayê Cizîrî 60 salan piştî wî ji dayik bûye. Hemîdî di şiîrê de sê caran navê xwe înaye. Şiîra wî bi çar zimanan e; bi kurdî ye, bi farisî ye, bi osmanî ye û bi erebî ye. Eynî helbest bi van çar zimanan nivîsiye. Şairekî gelek, gelek zîrek bûye. Ev şair, debîr û katibê Siltan Huseynê Mîrê Behdînan bûye. Ew û Siltan Huseyn teqrîben nêzîkê emrekî bûne, emrekî de bûne. Wî bi vê şiîra xwe Siltaneta Mîr Huseyn vegotiye, qala bax û bexçe û rewşa wî kiriye. 3 caran navê xwe gotiye. 

Berî Hemîdî dokumentên şiîra kurdî negihîştine ber destên me. Dibe rojek dokumentek kurdî li ser kevirekî, li ser postê heywanekî bigihîje ber destê me lê heta niha negihîştiye ber destê me. Gere em bawerî bi dîroknivîskarê tiştên xeyalî bo me dinivîsin neynin.

Ev agahiyên şaş mirov dikare wekî çîroka kurdî, romana kurdî jî bibêje?

- Çîrok tiştek nû ye, ne wekî şiîrê berî hezar salan hebûye.

Tu dibêjî rehetir e, mirov dikare ji nav hev dû derbixe.

- Bizebit, wisa ye. Bi raya min çîroka kurdî bi Mela Mehmûdî dest pê kiriye. 

'YEKEM ÇÎROKA KURDÎ MELA MEHMÛD NIVÎSIYE'

Çîrokên Mele Mehmûd ne afirandin bûn, berhivkirin bûn... 

- Rast e, rast e, berhevkirin bûn, lê hindek çîrok mirov bixwînin bi dirustayî dîrok e. Yanê dîrok di van çîrokan de heye. Hindek ji wan jî Mela Mehmûdî di xiyala xwe de nivîsîn. Ev çîrokê ku di xeyala xwe de nivîsî, mirov dikare bibêje yekem çîroka kurdî ye hatiye nivîsîn. Mesela wekî tarîx bêjim, yek ji wan çîrokan çîroka Şêxî Begê ye. Şêxî Beg wextê xwe de Mîrê Miksê bûye. Mela Mehmûd bi dirêjî ev çîroka Şêxî Beg nivîsiye. Wedaî katibê Şêxî Begê bûye. 

Ger mirov baş çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî bixwînin mirov dibînin hin wî bi xeyala xwe nivîsîne. 

Lêkolînerên kurd çîroka Fûadê Temo ya 1913'yan wekî yekem çîroka kurdî dibînin. Mirov çîrokên Mela Mehmûd wekî çîrokên kevn, û ya Temo jî wekî çîroka modern a yekem bihesibînin. Lihevkirineke wisa tu çawa dibînî? Yan tu dibêjî, mirov dikare çîrokên Mela Mehmudê Bazîdî wekî çîrokên modern bibine?

- Niha hat bîra min, wî çîroka Mem û Zînê nivîsî. Ji Ehmedê Xanî û ji Memê Alan girt. Lê dariştina wî tewzif e, bi erebî dibêjin tewzif, yanê dariştina wî, ya wî bi xwe ye. Xiyala xwe de çêkiriye. Em dikarin bibêjin çîroka yekemîn ew çîroka Mem û Zînê ye ku Mela Mehmûdê Bazîdî nivîsiye û belav kiriye. Fûadê Temo çîrokek nivîsî, awayê çîroka wî pitir nêzî çîroka nû ye, naveroka çîroka wî jî nêzîkî çîroka nû ye. 


Genşiya mezin li ser helbesta kurdî ye, li ser çîroka kurdî nelihevkirinek heye, lê li ser romana kurdî li hev kirinek heye, ez dibêjim, romana Erebê Şemo "Şivanê Kurmanca". Nirxandina te ji vê re çawa ye?

- Ez bi xwe gelek ji romanê hez dikim. Du kesên ji romanên wan hez dikim hene, yek ji wan jî tu yî (Helîm Yûsiv). Min ji romanên Mehmed Uzun jî gelek hez dikir, zimanê wî xweş bû. Destpêka min roman xwendî, Şivanê Kurd bû. Ez jî wisa dibînim ku ev romana yekê ye ya kurdî. 

Gelek kes hatin xwestin dîrokek rast ji bo dîroka wêjeya kurdî binivîsin? Ji Qanadê Kurdo, yan Sadiq Behadîn, kî ji wan ket nav şaşiyan di nivîsandina dîrokê de, yan kî xwe parast? Tu kî nêzîkî xwe, nêzîkê rastiyê dibinî?

- Ji Elaeddîn Sûcadî, Sadiq Behadîn, Qanadê Kurdo, mesela, li Bakur yek du kitêbên hatine nivîsîn, Feqî Huseyîn Sagniç, li ser dîroka edebiya kurdî nivîsîne. Elaeddîn Sûcadî yê yekê ye nivîsî. Dîroka edebiyata kurdî bi giştî nehatiye nivîsîn. Sûcadî sê şairên kurmancî girtine.

Dema bi soranî tê nivîsîn dîroka wê bi sînorê soranî tê danîn.

- Bizabit wisa ye. 

Ji bo kurmancan jî ev heye?

- Na, ji bo kurmancan ev nîn e. Kurmancan ferq û cudayî nekiriye. Sadiq Bahadîn tenê hozanvanên kurd girtiye, wî tenê hozanvanên kurmanc girtiye. Qanatê Kurdo tarîxa edebiyata kurdî nivîsiye, çend şairên kurmanc girtine têde. Qanatê Kurdo, malûmatên xwe ji ên soran girtine. Kêm agahî li ser edebiya kurmancî têde hene. Ji ber vê ez dibêjim di nivîsîna tarîxa kurdî de gelek şaşî hebûne. Vê dawiyê Dr. Marif Xeznedar pênc mucelet li ser tarîxa edebiyata kurdî nivîsîn lê gelek kêm qala kurmancan kiriye.

Ji bo rastnivîsandina dîrokek rast emê serî li deriyê kî bixin?

- Ji bo nivîsandina dîrokê gere em qanûnan bigirin û li gor wan tevbigerin. Ger li ber destê te dokumênt, wesîqe tune bin divê tu raya xwe nebêjî. 

Yek wê bêje wekî Mela Mehmûd û Jaba bêje va ye wesîqe heye ber destê me. Ka emê vê wesîqeyê çi bikin?

- Na, Mela Mehmûd û Jaba wesîqe, dokumant destê wan de nebûye. Bo nimûne, dema te şiîra Feqiyê Teyran xwend, tu dibînî şiîrê de dîrok nivîsiye. Bi vê tu dibînî kengê jiya ye. Mesela tu dixwînî, tu dibînî Feqiyê Teyran têde nivîsandiye sala 1600 û çendan. Mane, tu dibînî, Feqiyî Teyran berî çendê bûye. Îhtîmal e Mela Mehmûdî û Jaba bi dirustî Feqiyê Teyran nexwendiye. Egir xwendiba û baş têbigihîşta wan ev tarîx şaş nedanaba. 

Ne tenê bo edebiyatê, bo dîrokê jî, divê em dîroka xwe dirust binivîsin. Berî çendekê min roportajek di televîzyoneke kurdî de dît. Li gundekî bakurê Kurdistanê, kabirayek xwe wekî dîroknivîs nîşan dide. Ew qala emrê gundî dike. Ew dibêje emrê vî gundî 12 hezar sal e. Dibêje "êzîdî berî 12 hezar salan li vî gundî dijiyan". Dibêje, "Berî 12 hezar salan 85 mîlyon êzîdî li vê deverê dijiyan." Ev xeyaleke gelek gelek berfireh e. Çênabe dîrokvanek, dîroknivîsek tiştek bi vî rengî bibêjit.

'DEZGEHÊN ME HENE, DIVÊ EW BIZANIBIN ÇAWA DINIVÎSIN'

Pêdivî bi dezhgehên me ku bixebitin hene?

- Me dezgeh hene. Mesela beşên unîversîtî ji bo çi ne? Beşa dîrokê karê wê li ser dîrokê ye. Grûbek ji Ewropa bê Kurdistanê lêkolînê bike, ew ji ku hatine, ji zanîngehek hatine. Tebie, zanîngeh divê bizanibin çawa dîrokê binivîsin, bixwînin. Me dezgeh hene. Li Bakur jî, Başûr jî belkî deh dezgeh hene. Dikarin pê re rabin, lê rastî jêre divê. Lazim e ew şerazabit, ne ku bi xeyala xwe de bêjin.


Ji bo yên bixwazin li temamê bernameyê temaşe bikin link ev e:

- HÛRGILÎ - HELÎM YÛSIV - SEÎDÊ DÊREŞÎ

 

 ***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.   


Nûçeyên Salê yên 2023'yan:

- FIFA xelatê serkewtey serey 2023'nan kerdî vila 

- Par çende kitabê kirmanckî veciyayê? 

- 2023: Nêzîkî 90 hezar kurdan li Almanyê serî li penaberiyê dan  

- Çend rojnamegerên jin girtî ne? 

- Çend rojnamegerên kurd girtî ne? Va ye lîste 

- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)  

- 2023: Li Rojava çi çalakiyên hatin çandî li dar xistin? 

- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn 

- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine 

- 2023: Yên ku xatir xwestine 

- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo 

- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş 

- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine 

- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn 

- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî 

- 2023: 100 pirtûkên sereke 

- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû 

- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş 

- 2023: Time'ê ew xist berga xwe

 ***

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê       

- 2024: Li dinyayê bûyerên dê biqewimin      

 

 

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com        

  

Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Xwebûn bi manşeta 'Guh bidin daxwazên gel' derket

ad

6 sal ceza li rojnameger Kilinç birîn

ad

Aldar Xelîl: Gelê herêmê helwesta xwe nîşan da

ad

CPJ: Sedî 74 rojnamegerên girtî kurd in!

ad

Demîrtaş: Yek bi destê wî negire zarok dê çawa wisa bike, gere ev derkeve holê

ad

Berendamên Xelatên Siyadê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname