Diyarname
Rojnameya heftena ye bi kurdî Xwebûn bi hejmara we ya 52'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Rojnameyê di hejmara xwe ya 14-20 berfebarê de manşeta xwe li ser çalakiyên li Başûr ev çend roj in li dar dikevin amade kiriye. Rojnameyê sernavê "Guh bidin daxwazên gel" nivîsandiye û li ser meseleyê sekiriye. Rojnameger Dîfaa Herkî li ser mijarê ji bo rojnameyê wisa gotiye; "Ger hikumet guh nede gel û nerezîbûna gel li ber çavan negire dê rewş xirabtir bibe."
Di hevpeyvîna vê hefteyê de rojnameyê ligel Seroka Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Cewahir Sadak re axiviye. Komele li ser zarokan xebatên dike û Seroka Komeleyê Sadak dibêje zimanê zarok pê neaxivin ew mehkûmê mirinê ye.
Di beşa wêjeyê de jî Şêrko Janzêm bi navê "Rewşa romanên kurdî yên Sovyetê" nivîsek amade kiriye.
Ji nivîskarên rojnameyê Dûrket Suren, Munever Azîzoglu Bazan, Amed Tîgrîs, Felemez Ulug, Seyîdxan Anter, Cemîl Oguz, Egît Yazar bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
Ji bo têkilî:
rojname@xwebun.org
0 (541) 806 84 85


