Agahiya Pêşî:
Armanca nivîsê ne ew e tiştên erênî-neyînî li ser nav û saziyên di vê nivîsê de derbas dibin bibêje ye; Derdê vê nivîsê ew e ku di meseleyên wisa de mirov dikare rêyek/rêyên din çawa bibîne. Divê Kenan Ormek çi bikira?
Werin em pêşî bi kurtahî meseleyê carek din bibîr bixin û dûre em bi hev re li rêyeke nû bigerin.
Ji bo yên nizanin, bi kurtasî mesele ev bû:
Amadekarên kovara Psycology Kurdî ferhenga li ser termên derûnnasiyê amade kirine û ew dê wekî ferheng ji Weşanên Avestayê derketa. Avestayê ragihand ku derdikeve. Kenan Ormek dij derket ku çima navê wî têde tune ye û got “keda wî hatiye xwarin.” Gelek nîqaş çêbûn; Diyarnameyê* jî nûçe çêkir û paşê li hev kirin; mesele çareser bû.
Niha em bên ser meseleya ku emê encamek çawa jê derxin.
PÊŞÎ PIRSA KENAN ORMEK
Bi min pirsa Kenan Ormek ya herî maqûl û di cih de ev bû, “Min heta hejmara 16’an di nav edîtorî de cih girt, kovar 21 hejmar derketiye, kesên piştî min ketine nava kar navên wan di nav amadekarên ferhengê de heye, çima navê min tune ye?”
Ev pirsek maqûl bû û vê yekê dikir ku balê bikişîne ser keda xwe. Heta astek kişand jî. Wekî din divê çi bikira, tam jî meseleya me ev e. Lê pêşî hin agahiyên din jî.
BERSIVA AVESTAYÊ
Çawa Ormek di X’ê de peyam belav kirin, xwedî û edîtorê Avestayê Abdullah Keskin wekî bersiv wisa gotibû, “Tu zanî ku karê me yê kovaran li derveyî weşanxanê dibin, însiyatîfên serbixwe ne. Piştî ku te ferheng dît, nîqaş û axaftin baştir e."
Erê ev kar ji derveyî Avestayê bû, sûcê Avestayê têde tune ye, lê ger Kenan Ormek bisekiniya heta ferheng derê, lê binêre û paşê tiştek bibêje, wê çaxê dê nikariba mafê xwe biparasta, her tişt dê xilas biba û veger tunebûya. Ev bersiva hêja Keskin hinek bi lez bû, rêyek ne rast dida ber.
BERSIVA KOVARÊ
Kovarê jî di bersiva da Ormek de wisa gotibû, “Em ji xwe û ji keda xwe ya xwebexş bawer in; em rê nadin ku îdîayên bêbingeh rûmeta xebata me ya deh salan têk bibin. Hê gelek xebat û projeyên zanistî li ber destê me hene ku civaka me li benda wan e. Ji ber wê, em naxwazin enerjiya xwe di medyaya civakî de bi etîketkirin û nîqaşên wiha yên bê encam xerc bikin." *
Wisa diyar e bersiva edîtoriya kovarê jî hinek bi lez çêbûye. Ji ber ku rewşa dawî, li hev kirina ku pêk hatiye vê yekê nîşan dide: Erê keda Kenan Ormek di vê xebatê de çêbûye, ew mafdar e daxwaza heqê xwe bike, lê di vê dema borî de her du aliyan jî kêmasî kirine, kovar li wî negeriya ye, ew jî li wan negeriya ye, tenê li bendê ma ye ew bigerin. Metna li hevkirinê vê nîşan dide. ** Loma jî bersiva edîtoriya kovarê ne di cih de bû. Bersiveke redkirinê bû, lê bi metna lihevkirinê re diyar e bi paş ve gav avêtine.
EM JI HIQÛQÊ Û DIYALOGÊ DÛR IN
Tiştê ez dibînim dema em dest bi xebatan dikin, mînak kovarek derdixin, mînak albumek derdixin, weşanek çêdikin em pîvanên xwe yên hiqûqî baş danaynin, em çarçoveyê kar, pîvanên li nava xwe zelal nakin; kî heta ku berpirsiyar e, wê heta ku here, wê çawa be, pereyên bên dê çi bin, çawa bin û filan û bêvan…
Pirsgirêkên wisa berê di nav kovarên din ên kurdî de jî derketin. Loma serê pêşî berî dest bi xebatek bê kirin çarçoveya nivîsî, danezan bo wî karî lazim e.
Xala din jî em ji diyalogê direvin. Dema pirsgirêkek çêbe ji rûbirûbûna wê pirsgirêkê wêdetir, em pêşî jê direvin û bar girantir dibe. Halbûkî heta çareser nebe ew birîn her heye, nakewe.
SAZIYÊN ELEQEDAR, PENA KURD, KOMELEYA WÊJEKARAN DIVÊ ÇI BIKIN?
Kurdan bi sedan salan li nava xwe bi hev re şer kirin. Carinan hev kuştin, carinan tehde û neheqî li hev kirin, lê tu demê neçûn dadgehê. Qest dadgehên dewletê ye.
Çi dikirin?
Dîsa li nava xwe, ligel rûsipiyên xwe mesele çareser dikirin.
Li her gundî, navçe û bajarî, li her herêmê hinên ku her du alî jî guh didin wan hebûn û her wan ew meseleyên navxweyî çareser dikirin. Rastiya kurdan ev bû. Dema em wisa li meseleyê binêrin, di meseleya kovar/ferhengê de jî hey jixwe alî neçûn/naçin dadgehê, wê çaxê divê saziyan di vê meseleyê de gotina xwe bigota, gav biavêta.
Kîjan in ew sazî?
Mesela PEN’a Kurd, mesela Komeleya Wêjekarên Kurdî.
Ma ne?
Ma karê PEN’a Kurd, karê Komeleya Wêjekarên Kurd tenê ew e panelan, gotûbêjan, çalakiyên îmzeyan ji bo nivîskaran çêbike?
Bi min, NA.
Bi min, karê wan di heman demê de ew e ku mafê nivîskaran jî biparêze; ew nivîskar kî dibe bila bibe. Ma sazî ne ji bo endamên xwe heye? Û bi xwedîderketineke bi vî rengî re wê endamên wan hê zêdetir nebin? Dema kesek li derveyî saziyek be û bibîne saziyek wisa xwedî li mafan dertê, ne endam be jî, belkî bêje bise ez bibim endam.
Di vê meseleyê de ne Komeleya Wêjekarên Kurd, ne PEN’a Kurd tu daxuyanî nedan, tu peyam belav nekirin li ser hesabên xwe.
Di vî warî de nivîskar jî kî dibe bila bibe divê bizanibe ku di rewşeke wisa de serî li wan bide, daxwaza alikariyê, heq û hiqûqa xwe bike. Em dibînin ku her du saziyên me nav dan (PEN û Komele) jî neketine nava hewldanê, Kenan Ormekî jî ne serî li wan daye, ne jî di dema parvekirinan de ew etîket kirine.
MESELEYA ÎHD’YÊ
Li vir mînaka ÎHD’yê heye; Komeleya Mafên Mirovan... Dema li cihek bêhiqûqî, binpêkirina mafek hebe ÎHD eleqedar dibe; dikeve dû. Mesela ez li cihê Kenan Ormek bama, ligel saziyên min qal kirin, min dê serî li ÎHD’ê jî bida.
Ma nenivîsandina navê wî ne xwarina maf e, binpêkirina maf e?
Belê.
Wê çaxê, ezê serî li ÎHD’ê jî bidim û bêjim mafê min hatiye binpêkirin.
Xilas?
Na.
Wekî din?
Mesela ez di cihê Ormek de bama min dê serî li Komîsyonên Ziman ên Baroyan bidana.
Ji bo çi?
Tê zanîn li Amedê, Wanê, Mêrdînê, Rihayê di bin banê baroyan de komîsyonên ziman hatine avakirin û ew li ser ziman xebatan dikin. Dema mafê mirov hat binpêkirin ma ne mafê mirov e, mirov serî li saziyên hiqûqî jî bide?
Erê.
Wê çaxê, va ne saziyên hiqûqî. Bi ser de ew ji bo ziman jî dixebitin. Ê ez jî ji bo ziman dixebitim û mafê min hatiye xwarin. Tam jî navnîşan ev e.
Bi kurt û kurtahî, hiqûq ji bo her kesî lazim e. Rêya hînbûna çûyîna ber bi hiqûqê ve jî. Lazim e ku em hîn bibin emê çawa li mafê xwe bigerin.
Dîsa lazim e saziyên me jî hay jê hebin hiqûqa endamên xwe û kesên îhtîmal e bibin endamên wan biparêzin. Ku nebin endam jî ne xem e, di dawiya dawî de em kurd in, em ji bo kurdan kar dikin û heqê me ye em mafê kurdan, mafê her kurdî, li ku, di kîjan qadê de diba bila bibe biparêzin.
***
Du notên min ên şexsî hene:
1-
Wekî notek şexsî ku ev not derveyî vê nivîsê ye: Ez li cihê Kenan Ormek bama, min lihevkirin red dikir.
Çima?
Madem ez dibêjim “navê min nenivîsandine û loma jî mafê min hatiye xwarin” û bi vê lihevkirinê dîsa dê navê min tune be, ma çi guherî; ez qebûl nakim. Tu divê bê navê min çap bibe jî, tu divê ji îtîraz û dij derketinê tiştek derneyê jî, min dê lihevkirin qebûl nekira heta navê min nekeve kê. Mesele ew e ku ez notek datînim ji bo dîrokê.
Ez bama heta dawî ezê biçûma. Axir, ev fikra min a şexsî ye. Her kes ne mecbûr e li gor min bifikire/tevbigere.
Siheta wan xweş ku li hev kirine.
2-
Derveyî vê nivîsê, notek ji bo meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê jî. Di vê meseleyê de jî ez dîsa li meseleya navbeynkariyê dinêrim. Her du alî jî neheq in. Loma jî fikra min, encax navbeynkar dikarin meseleyê çareser bikin, ne ku peyamên li ser tora civakî.
***
* 'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?
** Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê; li hev kirin
*** Meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê, kî, çi got?


