___Hevpeyvîn Kadîr Stêra___
Dilşah Kaymaz, di van demên dawî de, bi karê xwe yê muzîkê bala min kişand. Min dît ku stêrka wê dibiriqe û min xwest pê re sohbetekê bikim. Ev dengên bi vî rengî, ji bo berdewamiya muzîka kurdî xezîneyek e. Wê berî da ye muzîkê û ez bawerim ku wê ev dengê hanê mohra xwe li pêşerojê jî bixe. Em dikarin bêjin ku malbatek di nava karê muzîkê de ye. Eyşeşana ku ji ber karê muzîkê dikir, malbata wê ew ji malê qewirandibû hate bîra min. Em dibinîn ku di nav civaka kurdan de, êdî ew demên ku dixwestin jin bi hunerê danakevin ji holê rabûyî. Dilşah Kaymaz, li gor min çirûskeke û ji bavê xwe hinî muzîkê bûye. Xweha wê ya biçûk jî, wekî wê bi karê muzîkê dadikeve. Ka werin, em dengê Dilşah Kaymaz, ji nêz ve nas bikin.
Em dikarin te nasbikin?
- Ez Dilşah, li bajarê Mêrdînê ji dayîk bûme û li wir mezin bûm; Mêrdînî me. Lê niha li Stenbolê dijîm. Li Zanîngeha Mimar Sinan Guzel Sanatlar, di beşa Etnomuzîkolojiyê de lisansa bilind dikim.
Ev çend sal in te bi dest muzîkê kiriye an jî, em wisa bipirsin ev çîroka te ya muzîkê çawa da dest pê kir?
- Belkî bersiveke klasîk be lê ji biçûkaniya xwe ve ez bi muzîkê ve mijûl dibim. Ji ber ku bavê min jî muzîkjen e. Li dawetan stranan dibêje û li tembûrê dixe. Dema ez biçûk bûm koma wî jî hebû. Helbet bandora wî zêde ye. Xwişka min a biçûk jî muzîkjen e. Li malê her tim amûreke hebû û dîsa her tim awazên qasêt û CDyên bavê min an stranbêjên din digeriya. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin vebijarkeke min a din tune bû. Divê ev sermayeya çandî ji cihekê derkeve holê û jixwe derket.
Min bi tembûrê dest bi lêxistina amûran kir, li malê tembûr hebû. Dawiyê li zanîngehê gîtar, keman, piyano û hwd. fêr bûm. Min di komên amator û komên saziyan de wekî solîst û enstrumanîst cih girt. Niha di akademiyê de jî berê min li muzîkê ye û li muzîkxaneyan de dersan didim zarokan.
Gava ku meriv li dengê te guhdar dike, di melodiyê de efsûnekê hîs dike. Bi te dengê te, herî pir nêzî kîjan meqamê yî?
- Gelek spas dikim bo xweşgotina te, mala te ava. Pirseke balkêş e bi rastî. Dema zanîngehê mamosteyê min digot “dengê te tam li gorî meqama kurdîlîhîcazkar e”, belkî jî mafdar be.
Wekî ez dizanim albumeke te ya muzîkê derket û rastî eleqeyeke mezin hat. Tu dikarî ji me re hinekî qala albuma xwe bike?
- Belê; album ji çar stranan pêk tê û min jî gelek hez ji wan stranan kir. Du cover û du beste hene. Di nav van de straneke Zazakî û Goranî jî heye. Album di fikra min de tune bû bi rastî. Min digot ez ê straneke tenê çekim, ez ê biceribînim û yek bi yek dewam bikim lê di vê pêvajoyê de hêja Mirady motîvasyon da min û bi her awayî karê min hêsan kir. Muzîka straneke min a ku gotinên wê min nivîsîbûn wî çêkir. Gelek muzîkjenên jêhatî keda xwe dan. Beriya hefteyekê jî min straneke nû weşand. Helbesta Şêxmûs Kurt ya bi navê “Şînek bo manê” min besteya wê çêkir. Ev stran jî min û hevalê min û muzîkjenê biqîmet Emrah Kaya çêkir û gelekî bi dile min çêbû.
Tu herî pir ji kîjan stranbêjan hez dikî?
- Ez heyrana Ciwan Haco me. Ez vê nebêjim nabe, wekî din gelek stranbêjên ku ez hez ji wan dikim hene lê ez ê tenê di nav kurdan hilbijêrim; ez gelekî ji Sakîna Teyna û Tara Jaff hez dikim.
Muzîkê çi li jiyana te zêdekir û çi jiyana te kêm kir?
- Tiştekî ecêb e lê muzîk hesta kêmasiyê li min zêde kir. Ji ber ku jiyan û perwerdeya min a muzîkê her tim bi derengî û bi dijwarî derbas bû. Ez dizanim ev yek girêdayî şert û mercên jiyanê ye lê dîsa jî rastiyek e. Wekî din muzîk tiştekî kêm nekir. Ez bi saya muzîkê fêrî fikr û xebatên cîhanê bûm û min gelek mirovên pir bi qîmet nas kirin. Bextewar im bo vê yekê.
Wekî hunermendeke ciwan, tu li ser muzîka kurdî çi difikirî?
- Muzîka Kurdî ev çend sal e cur bi curiyeke girîng dijî. Hem ji aliyê formen muzîkê ve hem jî ji aliyê hunermendan ve. Bi rastî jî êdî em soundên cuda guhdar dikin û ev tişteke gelek baş e. Her çiqas ev cur bi curî û ev dîmenê renge reng ji aliyê guhdaran ve nayê dîtin jî wisa diqewime. Piranî xwe bi tarzeke û hunermendeke ve girê didin. Ji ber vê yekê gelek muzîkjen nikarin dengê xwe zêdetir bigihînin mirovan. Helbet sedemên vê yên civakî hene. Ji aliyeke din bi ya min, divê em wekî nifşên nû ligel îcrakirina muzîkê em li ser muzîkê bifikirin jî. Ez vê wekî kêmasiyeke dibînim. Lêkolîn û xebatên li ser muzîka kurdî hê jî gelek kêm in û divê hunermend bi vê nêrînên xwe yên muzîkê ji aliyekê ve bigirin.
Te di albuma xwe de, straneke Koma Amed a bi navê “Deryayeke Kûr” stra. Rastî eleqeyeke mezin jî hat. Piştî vê stranê, te xwe çawa hîs kir?
- Min strana Deryayek Kûr ji berê ve hez dikir. Min xwest di albuma min de jî bi şîroveyeka cuda cih bigire. Em vê stranê ji dengê Serap Sonmez dizanin û wê jî destûr da ji bo ez jî bixwînim. Spas dikim bo wê. Piştî dengê Serap Sonmez min texmîn nedikir ku ev stran bi deng û şîroveya min wisa bê hezkirin. Bi rastî ez gelek kêfxweş bûm û min fam kir ku ne tenê dengê min, nêrîna min a muzîkê jî gihîştiye mirovan.
Li gorî muzîka ku li salên nodî dibû, û muzîka ku aniha dibû em dibînin ku hunera kurdî jî, car caran dikeve xefka kapîtalîzmê û populîzmê. Li gorî te huner çawa dikare xwe ji xefka kapîtalîzmê rizgar bike?
- Van meseleyan ez nikarim di vê suhbetê de safî bikim ji ber ku mijara kapîtalîzmê û populîzmê gelek kûr e. Di felsefeyê, civaknasiyê û etnomuzîkolojîyê de fikrên gelek cuda hene. Ne tenê di muzîka kurdî de, di dinyayê de jî salên notî û salên niha ku em tê de dijîn wekî çiyayan ji hev cuda ne. Em nikarin bêjin di vê demê de bandora kapîtalîzmê tune bû lê atmosfera siyasî, rewşa civakê û pêdiviyên civatê çarçoveya wekî jakobenîzmê derxistibû holê. Em dikarin di naverokên stranan de jî vê yekê bibînin. Lê niha binî çû serî. Huner wekî her tiştî tevlî danûstandinê bû û peyv û daxwaza kiryar an jî guhdaran, guhdaran sînor xêz kirin. Ev jî girêdayî kadîbûnê ye helbet. Ez nikarim bêjim ev tişt bi temamî xerab e û gelo rizgar bibe an na. Lê qet nebe divê hunermend tevlî hunera xwe civakê, çandê û cîhana îro jî nas bike belkî huner li gorî vê rewşê bêyî “nerêtiyê” biguhere. Ez dikarim bi kurtasî vana bejim.
Gava ku mijar muzîk be, dengbêjî tê bîra min. Ji ber vê yekê min nerînên te yên li ser dengbêjiyê meraq kir; tu dikare ji me re çi bibêjî...
- Bi nêrîna min jî dengbêjî kokek muzîka kurdî û parçeyeke wêjeya devkî ye. Di naverokên kilaman de wekî ol, cil û berg, xwarin, rîtuel, evîn, şer û pratîkên rojane hene. Ji ber vê yekê bo naskirina civaka me çavkaniyeke pir muhîm e. Hê jî li ser dengbêjî û dengbêjan lêkolîn çêdibin, gelek serkeftî ne û ez hêvî dikim wê bêtir bibin.
Ji ber ku ez wêjavanekî me, herî dawî dixwazim pirsek li ser vê bikim: Gelo navbera te û wêjeyê çawa ye? Têkîliya wêje û muzîkê tu çawa dinirxînî?
- Wêje gelekî bala min dikişîne. Herî zêde ji çîrok û helbestan hez dikim. Bêguman di navbera muzîka bi gotin û wêjeyê de têkiliyeke xurt û xwezayî heye. Wekî mînak, tenê di nav gotinên helbestan de ahengek heye û wekî melodiyeke tê guhê mirov. Bo bestekaran wêje mîna xezîneyek e bi rastî. Ez jî carinan bo bestekirina helbestan mijûl dibim. Strana min a nû yek ji wan e. Dixwazim pêşerojê de albumeke wisa çêkim.