Diyarname
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DGF) ev 4 sal in hatiye avakirin. Komele li ser rojnamegeran her raporan amade dike. Niha jî (roja 4'ê mehê) rapora li ser sala 2023'yan belav kir. Li gor raporê 280 rojnameger 821 caran derketine pêşberî dadger. Li aliyê din 57 rojnameger girtî ne.
Va ne kîteyên ji raporê:
- Li gorî daxuyaniya Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ya 31’ê berfanbara 2023’an, 11 jê jin 120 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Federasyonê desnîşan kir ku îsal di giştiyê cîhanê de ji sedî 68’ê rojnamegeran li Gazzeyê hatine kuştin. Di şerê li Gazze'yê de 75 rojnamegerên Filistinî, 4’ê Îsraîlî û 3 jî Lubnanî hatin kuştin.
- Li Suriyeyê kuştina 3 rojnamegeran pêk hat.
- Edîtorê Ajansa Rojnewsê Rojnameger Silêman Ehmed 72 roj e ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye ravandin.
- Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên li ser karesata erdhejê lêpirsînê re rû bi rû man. Di dema karesata erdhejê de rojnamegeriya ku li gor feyde û berjewendiyên civakê pêk dihat ji aliyê desthilatdariyê ve hat astengkirin.
- Di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê canê xwe ji dest dan.
- Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda xwe Amed bûn û di 8 Hazîran 2022’an de dest pê kir de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan.
- Di lêpirsîna 25’ê kewçêra 2022’an ku ji navenda Enqereyê dest pêkir û 9 rojnamegerên kurd bi zilmeke heman rengî hatin maxdurkirin. Di 25 û 29’ê Nisana 2023’an de jî bi du lêpirsînên din rojnamegerên hatin binçavkirin bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Hevseroka me Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan.
- Rojnamegeran di sala 2023’an de pirtirê mesaîya xwe li ber deriyê dadgehan û eywanên edliyeyan derbas kirine. Di nava salê de 280 rojnameger herî hindik 821 caran derketine pêşberî dadgehan.
- Li Tetwana Bedlîsê Sînan Aygunê ku rojnamegeriyê dike û angaştên gendeliyên şaredariyê eşkere kir, rastî êrişa polîsê parazvanê Şaredarê Tatwanê Emîn Geylanî û xebatkarê şaredariyê tê.
- 36 rojnamegerên rastî êrîşê hatin
- Bi ser mala 43 rojnamegeran de hat girtin
- 119 rojnameger hatin binçavkirin
- 36 rojnameger hatin girtin
- 64 rojnameger rastî muameleya xerab hatin
- 38 rojnameger rastî gefan û teklîfa sîxurtiyê hatin
- 110 rojnamger rastî astengiyê hatin ku nehiştine nûçeyan bişopînin
- 37 rojnamegeren girtî rastî binpêkirinan hatin
- Di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de 75 rojnameger rastî lêpirsînê hatin.
- Der barê 66 rojnamegeran de doz hate vekirin
- 44 rojnameger hatine cezakirin
- 48 sal û 9 meh û 14 roj cezayê girtîgehê li rojnamegran hat birîn.
- 147 hezar û 486 TL cezayê pere li rojnamegeran hat birîn
- 280 rojnamegerên darizandina wan a îdarî berdewam dike
- Bi temamî hejmara rojnamegerên darizandina wan didome 821 e.
- 57 rojnameger girtî ne.
- 58 rojnameger ji kar hatin avêtin
- RTUK’ê 84 caran ceza li 68 weşanan birî
- Ji bo 112 nûçeyan qedexeya weşanê hat birin.
- 83 malperên medyaya dîjîtal hatin girtin
- Qedexe danîn ser 7 hezar û 106 nûçeyan ku kes nikaribe xwe bigihîne wan.
- 3 hezar û 761 naverokên medyaya civakî hatin astengkirin.
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)
- 2023: Li Rojava çi çalakiyên hatin çandî li dar xistin?
- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
***
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- 2024: Li dinyayê bûyerên dê biqewimin


