Diyarname
Sal temam dibe, agahiyên li ser salê jî yek bi yek belav dibin. Googleyê jî agahî belav kirin: Li dinyayê peyva ku herî zêde di googleyê de lê hatine gerîn.
Motora lêgerîna înternetê Google di navbera 1'ê rêbendan û 27'ê sermawezê de peyvên ku herî zêde jê hatine pirsîn eşkere kirin. Li gor agahiyên Google ev peyv herî zêde jê hatine pirsîn:
NÛÇE
- Di serê lîsteyê de herî zêde "Şerê Îsraîl-Hamasê" hatiye pirsîn. Di rêzê de keştiya bin avê Tîtanîk ku di meha pûşperê de li Kanadayê teqiya cih girtiye. Erdheja Mereşê ku bû sedema bi sed hezaran kesan wekî peyva "Erdheja Tirkiyeyê" ketiye rêza sêyemin.
FÎLM
- Di vê beşê de du fîlm ketine rêza yekemîn û duyemîn. Her du fîlm jî li dinyayê nav dane. Di rêza yekemîn de "Barbie" heye ku li sînemayê gelek hat temaşekirin û li hin welatan jî hat qedexekirin. Di rêza duyemîn de "Oppenheimer" cih girtiye ku ew jî bi xelatên ku girt navdar bû. Di rêza sêyemîn de peyva "Jawan" cih girtiye. "Jawan" fîlmekî hindî ye.
LÎSTIKVAN
- Di warê lîstikvanan de bi rêzê lîstikvan Jeremy Renner, lîstikvana amerîkî Jenna Ortega û lîstikvanê şanoyê yê japon Ichikawa Ennosuke tê.
STRAN Û STRANBÊJ
Di warê stranan de strana Yoasobi ya bi navê "Îdol" bûye yekem. Strana Jason Aldean "Try That In A Small Town" û strana Shakira û Bizarrap "Bzrp Music Sessions, Vol. 53" ketiye rêzê.
Di warê stranbêjan de herî zêde Shakira bûye meseleya lêgerînê û paşê Jason Aldean tê.
ŞEXS
- Di warê şexsan de li dinyayê herî zêde ji bo peyva Damian Hamlin lêgerîn hatine kirin. Hamlin lîstikvanê "fûtbola amerîkî" ye. Paşê lîstikvanê sînemayê yê amerîkî Jeremy Renner û di rêza sêyemîn de jî Andrew Tate hatiye pirsîn. Tate, li Romanyayê ji ber qaçaxçîtiya mirovan û sûcê bi organîze girtî ye.
XWARIN
- Ji Google xwarin jî hatine pirsîn. Xwarina Koreyê "Bibimbap" bûye yekemîn, xwarina Başûrê Spanyayê "Espeto" û xwarina ji Endonezyayê "Papeda" bûye sêyemîn peyva herî zêde lê geriyane.
SPOR
- Di warê sporê de 3 stad zêde hatine pirsîn ku didu her reqîbên hev in: Stada Barselonayê Camp Nou bûye yekemîn, Santiago Bernebeu ya Real Madridê bûye duyemîn. Û stada Wembley a Londona Îngilistanê di rêza sêyemîn de cih girtiye.
Li aliyê din di warê sporê de lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi bûye yekemîn; tîmê sporê tîma NBA Los Angeles Lakers di rêza duyemîn de û tîma fûtbolê ya Erebistana Siûdî El Nasir bûye sêyemîn.
***
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe