Diyarname
Di sala 2023'yan de jî ji muzîkar heta şanoger, nivîskar û siyasetmedaran gelek kurdên navdar canê xwe ji dest dan. Ji van me lîsteyeke çêkir. Ji bo bîranîna wan, kerem bikin ew lîste:
03.01.2023: Wênesaz Ozgur Evran
Mamosteyên wêneyan, karîkaturîst Ozgur Evran li Amedê li mala xwe întîxar kir. Evran kesekî pir hêl bû. Wekî mamosteyê wêneyan li dibistana dewletê mamostetî dikir û endamê Egîtîm-Senê bû.
*
15.01.2023: Şanoger Omer Çawşîn
Şanoger Omer Çawşîn di sala 1942’yan de li taxa Goyje ya bajarê Silêmaniyê hatibû dinê. Di sala 1967’an de dibe endamê Koma Lîstikvaniya Silêmaniyê û ew wekî yekemîn mêr ê ku rola jineke dilîze bû. Roja mir ew 81 salî bû.
*
12.02.2023: Stranbêj Zîlan Tîgrîs
Bi erdheja li Mereşê re li Amedê jî hin avahî hilweşiyabûn. Stranbêj Zîlan Tîgrîs jî li Amedê di bin avahiyek de mabû. 11'yê mehê cenazeyê wê ji bin kavilê hat derxistin.
*
15.02.2023: Denbêj Mihemedê Nenyasî
Dengbêj Mihemedê Nenyasî ku ev 10 roj bûn di bin avahiya hilweşiyayî de bû cenazeyê wî derxistin.
Dengbêj Mihemedê Nenyasî bi navê xwe yê nasnameyê Mehmet Tanriverdi di dema erdhejê de li avahiya Galeria İş Merkezî bû. Ew ligel jina xwe Servet, keçên xwe Nermin û Ayfer û kurê xwe Yunus di bin avahiyê de mabûn.
*
06.03.2023: Siyasetmedar Hekîm Xelo
Siyasetmedarê kurd Hekem Xelo di sala 1959'an de li gundê Kula yê Dirbêsiyê hatibû dinê. Wî li Zanîngeha Helebê beşa endazyarî xwendibû. Di sala 2014'an de di nav avakirina Kantona Cizîrê de cih girt û di civîne de wekî Serokê Kantonê hate hilbijartin û heta 2019'an li ser kar bû. Ew herî dawî endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê Bû.
Xelo roja 6'ê adarê ji ber qeyrana dil mir.
*
10.03.2023: Jina Qasimlo, Hêlîn Qasimlo
Jina Rêberê PDK-Î Dr. Abdurrahman Qasimlo Hêlin Qasimlo di 89 saliya xwe de li Parîsê mir.
Helîn Qasimlo (Bi navê xwe yê orjînal Helen Krulich) di sala 1934'an de hatibû dinê.
*
30.03.2023: Nivîskarê 'Pêşiya Malê' Fepîr Ehmed
Helbestvanê navdar Feqîr Ehmed di sala 1939'an de hatisû dinê,30'ê adarê li Kolna Almanyayê ji ber têkçûka pişikê canê xwe ji dest da.
Wî li dû xwe gelek dîwanên helbestan û gelek helbestên ku bûbûn stran hiştin û her wiha gelek çîrok hiştin.
"Rêya Kobanî"(piranî wekî "Pêşiya Malê" tê zanîn), "Çûm Siya Darê", "Ey Welato", "Ey Şalûlê Min" jî têde ji gelek helbestên wî stran hatibûn çêkirin.
*
10.05.2023: Lîstikvan Dênê Bekir
Lîstikvan Dênê Bekir di sala 1976’an de li Silêmaniyê hatibû dinê. Bekir wekî lîstikvan di gelek berhemên hunerî de cih girtibû. Ew Rêveberê Sînemaya Silêmaniyê bû. Roja 10'ê gulanê di 47 saliya xwe de mir.
*
18.07.2023: Helbestvan Mehmûd Mela Sebrî
Helbestvan û nivîskar ê rojavayê Kurdistanê Mehmûd Mela Sebrî ku wekî “Evîndarê Xemgîn” dihat naskirin, li bajarê Hesekê mir. Ew 87 salî bû.
*
19.07.2023: Nivîskar Abdulkadîr Konuk
Nivîskar Abdulkadir Konuk di sala 1947'an de hatibû dinê. Ew sala 1980'yî di dema derbesayê de hatibû girtin, 89'an de ji girtîgehê reviyabû û li Ewropayê dijiyan. Ew roja 19'ê tîrmehê mir.
*
12.08.2023: Nivîskar Abdulkerîm Şêxanî
Nivîskar Abtdulkerîm Şêxanî di sala 1933'yan de li Koye ya Hewlêrê hatibû dinê. Bi kurdî û erebî pirtûk nivĞîsandibûn û ji bo her du zimanna werger kiribûn. Li gelek kovar û rojnameyan nivîskarî kiribû. Roja 12'yê gelawêjê mir. Qubad Talabanî got ku ew dostê qedîm ê bavê min Celal Talabanî bû.
*
16.08.2023: Nivîskar Hisên Kemal
Nivîskar Hisên Kemal li Rihayê di sala 1963'yan de hatibû dinê. Di sala 2021'ê de Weşanxaneya Wardozê romana wî ya bi navê "Term" weşandibû û bi vê li nav nivîskarên kurd de cihek girîng girtibû. Ew roja 16'ê gelawêjê mir. Romana wî ya "Sê Jin" ku li ser dixebitiya nîvco ma.
*
12.09.2023: Stranbêj Beytocan
Hunermend Beytocan di sala 1955'an de li Farqîna Amedê hatibû dinê. Beytocan ku ev çend sal bûn dihat dermankirin roja 12'yê rezberê mir. Stranên wî yên zêde têde zanîn ev bûn: "Diyarbekir Mala Min", "Keçika Diyarbekir", "Agir Ketiye Dilê Min"
*
17.09.2023: Mamoste û zimanzan Fevzî Ozmen
Mamoste û zimanzan Fevzî Ozmen di sala 1943'yan de li gundê Şorax a Çada Erzeromê hatibû dinê. Ozmen ku Serokê Rûmetê yê YMK'ê (Yekîtiya Mamosteyên Kurd) û endamê PEN'ê bû, li ser kurdî gelek xebatên wî hebûn. Ew roja 17'ê rezberê mir.
*
22.09.2023: Rojnameger Seyît Evran
Rojnameger Seyît Evran ku ev bi dehan salan bû ku di nav çapemeniya kurdan de kar dikir roja 22'yê rezberê di encama qeyrana dil de mir.
*
08.11.2023: Dengbêj Feyzoyê Rizo
Dengbêj Feyzoyê Rizo di sala 1954'an de li Vermezyara Erîwana Ermenistanê hatibû dinê. Malbata wî di koça 1915'an de ji Îdirê koçî Ermenistanê kiribû. Wî 26 salan di Radyoya Erîwanê de klam gotibûn. Roja 8'ê sermawezê canê xwe ji dest da.
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***
Hesabên Diyarnameyê:
twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.