Diyarname
Ew lîstikvanê herî navdar ê dinyayê ye. Loma jî kovara Time'ê ew xist berg û rûmetdar kir.
Em qala Lionel Messi dikin. Messi îsal jî xelata herî bi prestijî a cîhana fûtbolê "Ballon D'Or" girt. Messi ku par di 36 saliya xwe de Kûpaya Cîhanê 2022 bi dest xist ev xelat heq kir. Tam bû 8 caran ew Ballon D'Orê digire ku heta niha kesî ew qas xelat negirtiye. Loma jî kovarê ew niha rûmetdar kir.
Kovarê di beşa "Athlete of the year" (Lîstikvanê Salê) de ew wekî "Soccer great" (Mezinê Fûtbolê) bi nav kir. Messi îsal ji PSG'ê transferê tîma DYA'yê Inter Miami bû û li wir bandoreke mezin li cîhana fûtbolê ekir. Tîma ku berê starda wê tije nedibû, niha ligel stada wê, di maçên deplasmanê de jî temaşevan stadê dadigirin. Yek ji wan tîma Chicago Fire e ku bi giştî dor 15 hezar temaşevanên wê diçûn temaşekirin, lê di maça ku ligel Inter Miami dilîst ku Messi hebû tam 62 hezar temaşevan çûn stadê.
Messi îsal cara 8'an Xelata Balonn D'Or girt.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ew êdî '8'emîn mikemelê dinyayê' ye!