Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş li Entabê li cîhê şînê axivî. Şîn li Tesîsa Sosyal a Beybahçeyê ya li Şahînbeyê hatiye danîn. Demîrtaş li wir axivî.
Vaye ji axaftina Demîrtaş hin not:
- Em êşan nedin ber pêşbaziyê. Însan bi ser însan de nîn e. Belê şîn a me ye, ew endamên partiya me ne, lê divê bê zanîn ku di şexsê me de xwestine hemû Tirkiyeyê bixin nav şerê navxweyî. Şikir em vê dizanin, em nebûn parçeyê vê, em nabin.
- Ez bang li Serokomar, Serokwezîr dikim, me berê jî bang kir we guh neda me. Ev şer gur dikin, dema em aştiyê dixwazin derdikevin holê. We bi salan piştgirî da van, îstîxbarat çavên xwe digire ji bo van.
Bi destê wan digire tîne li Amedê, li Enqereyê bombeyê diteqîne.
'Gere tu van derxî holê'
- Çawa bi awayekî mafdar te yên derbe kirin derxistin holê, gere tu van jî derxî holê, bidarizînî.
- Hê di teqîna Amedê de tenê kesek girtiye. Kî ew anî vir, kî ji sînor ew derbas kir, tu hesabê nepirsî nabe. Gere hûn vê derxin holê. Ji nav dewletê, ji îstîxbaratê alîkarî negire zarokek dê çawa bikaribe were vê komkujî bike.
Binêr tu van dernexî holê dê were meclisê jî bombe bike, vaye dike jî. Yan hûn dê hesabê bipirsin, yan dê ew bên me bi hev re bikujin.
'Werin em bi hev re bitêkoşin'
- Ji van hesabê bipirsin em bi hev re têkoşînê bikin. Ger metreyek heqê me li nav vî welatî hebe, em bi hev re vir baş rast bikin. Înşela dê careke din bûyerek wisa çênebe.
'Werin em bi hev re birînê bikewînin'
- Tu wekî Hikumet birînê vekirî bihêlî dê gelek kes bên wê bixurînin. Werin em bi hev re vê birînê derman bikin. Em aştiyê saz bikin. Bila êdî zarokên me nemirin. Malbatên me nabêjin zarokên me mirin em yên din jî bikujin. Ew dibêjin bila zarokên xelkê êdî nemirin
'Ligel malbatan bin'
- Înşela dê diayên me qebûl bikin, înşela yên nexweş dê baş bibin. Birîna me giran e, lê bi hev re bûn wê baş dike. Em bang dikin herkas bila ligel malbatên me bin. Em ji bilî Xwedê em ji kesî natirsin. Careke din mala we ava.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Demîrtaş: Werin em vê bikin deriyê sibeyek wekhev û adil
- Cenaze ji bo definkirinê dibin Goristana Yeşîlkentê
- Ji çapemeniya dinyayê komkujiya Entabê
- Hêzên demokrasiyê qatlîam şermezar kirin


