New York
Komîsyona Parastina Rojnamegeran (CPJ) rapora xwe ya bi navê ‘êrîşên li dijî çapemeniyê’ weşand û diyar kir ku, Tirkiye di warê girtina rojnamegeran de girtîgeha herî mezin e û wiha got: “Rojnameger ji sedî 98 ji ber sûcdariya 'dij-dewletê' û 'antî-terorê' girtî ne û ji sedî 74'ê ji van rojnamegeran jî kurd in.
CPJ diyar kir ku di sala 2012’an de 43 rojnameger li ser peywira xwe hatine kuştin. Bi vî awayî hejmara rojnamegerên hatine kuştin li gorî salên din ji sedî 43 zêde bûye û 35 rojnameger jî winda bûne.
Di raporê de hate diyar kirin ku, di 2012’an de 232 rojnameger hatine girtin û hat diyar kirin ku, ji sala 1990’î ve heta niha hejmara herî bilind ya 2012’yan e.
CPJ’ê lîsteya xwe ya di derbarê rojnamegeran de wekê fikareke mezin bi nav kir.
Li gor raporê 10 welatên rewşa rojnamegera lê gelek giran e de Tirkiye jî heye ku navên van welat wisa hatine rêzikir: Brezîlya, Ekvator, Etiyopya, Îran, Pakistan, Tirkiye, Rusya, Somalî, Sûriye û Vîetnam.
Di rapora CPJ’ê de hate diyar kirin ku, li Tirkiyeyê ji yekê sermaweza 2012’yan heta niha 49 rojnameger girtîne û got Tirkiye bûye girtîgeha herî mezin ya cîhanê.