logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

  • Dîrok: 30/03/2025
  • Beş: Hevpeyvîn

___Hevpeyvîn: Tehsîn Beravî___

Nivîskar H. Kovan Baqî herî dawî par çend pirtûk bi hev re derxistin. Ew li ji bajarê xwe dûr, li Îzmîrê dijî. Me xwest bi çend pirsan li ser wî bajarî, bajarê wî û nivîskariya wî jê bikin. Kerem bikin.

Demeke direj e tu li Îzmîrê dijî, çima Îzmîr?
- Bi qewlê James Joyce, “Ez ji bo binivîsînim, dijîm.” Bes welatekî min tune da karibe min xwedî bike. Loma jî, ji bo ez karibim bijîm û binivîsînim, tim cihek û karek bo min hewce ye. Axir her bajarekî karîbû karekî bide min, bes Îzmîrê hem karek da min (ji xêndî kerxanê di her karî de şixulîm û dişixulim), hem bû cihek ji min re.

Di xeyala te de xwezîya bajarekî din heye?
- Du bajar tim di nava min de zindî ne: Dêrik û Mêrdîn. Bes ji bo her du bajar jî nikarin min bihewînin û ji min re bibin cih û war, min her du bajar di nava xwe de hewandine û ez ji wan re bûme welat. Wekî terikandina diduyan, belkî jî ji bo her du bajarên min karibin di nava min de bijîn, ez tim dixwazim xwe ji bajarên xwe sirgûn bikim. Ev fikar û tirsa min e: Heke ez li bajarê-n xwe bijîm, ew ê min bifetisînin. Lê gava bajarên min di nava min de dijîn, tim zindî dimînin û ji metnên min re dibin cih û war.

Nivîskarekî kurd li vî bajarî çiqas azad e? Yan jî gelo çewsa kemalîzmê tê hiskirin? 
- Azadî, bo min têgiheke ji bindestiyê jî talûketir e. Ne şoreşgerek im rabim enerjiya xwe bo lêgerîna azadîyê xerc bikim. Bindestê nivîsê me û ev têra xwe min motîve dike. Axir ev bajar bi hemû awayên xwe dijberî min e, Kemalîzm jî aliyek e ji aliyên bajêr ên neyînî. Bes ev xisûsiyetên vî bajarî yên neyînî min û edebiyata min xwedî dikin. Ji ber ez û ev bajar xerîbên hev in, qet tenêtiya min tacîz û sabote nake.

Tu xwedî hilberîneke çak î. Li bajarekî tirkîaxêv çawa karî xwe bi kurdîtiyê xwedî bikî?
- Ev bajarê tirkîaxêv tenêtiya min bexşî min dike û ez di tenêtiya xwe de dibim zimanê xwe û neteweya xwe. Çiqas ji welat û neteweya xwe dûr dikevim, ew qas di nava xwe de dibim welat û neteweya xwe. Loma kurdî zimanê makî yê min û min û min e.

Romanûsek piştî evqas berheman çima hîn ji alîyê form û tevnê ve, ji aliyê vegotinê ve li nûbûnê bigere, kengî tê qîma xwe bi nivîskarîya xwe bînî?
- Himmm, roja ez bimirim belkî ez qîma xwe bi nivîskariya xwe binîm. Wekî Faulkner dibêje, “Heke tu zêdetir serê xwe bi şêwazan re biêşînî, tu yê şêwazan ji bîr bikî û qet nebî xwedî şêwaz.” Heta nivîsandina metnekê diqedînim, hîs dikim êdî ew metin kevin bûye bo min. Qîma min pê nayê. Loma tim ji nû ve metnên xwe dinivîsînim û nivîsandin tim têkçûnê li ser min ferz dike. Nizanim ecibandin û qîm tiştin çawa ne. Belkî jî ji bo ez qet metnên xwe naecibînim ew qas li jinûvenivîsandinê gurêx û germ dibim. Belkî jî ji nivîskariyê ditirsim û ji bo ez nebim nivîskar dinivîsînim û dîsa dinivîsînim û dîsa dinivîsînim. A rast hîn jî nizanim şêwaz çi ye. Heke şêwazên ez di nivîsê de diceribînim şêwaz bin ew ne şêwazên min in. Lewra zanim min hîn romaneke baş nenivîsiye. Nizanim niha çi dibêjim jî. Axir edebiyat fahîşeyeke pir bedew e bo min û ez nikarim rojekê jî ji bêyî wê bijîm.

***
H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. Ev demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J
- Sêber-1 | dergeh -şopa jêbirî- / Roman/ 2024 / Weşanên J&J
- Sêber-2 perestgeh,/ Roman/ 2024 / Weşanên J&J
- Sêber-3 | nîngeh -différance- / Roman/ 2024 / Weşanên J&J

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

FîlmAmed bi nîşandayîna "Jinwar"ê dest pê kir

ad

Nivîsek li ser 'Li Bakur rewşa wêjeyê'

ad

Kobanê ji bo alîkariya YPG᾿ê li ser piyan e

ad

Payîza bêguneh

ad

Kûpaya Super ê Galatasaray e

ad

Li Zarokistanan xizmetên pirzimanî dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname