Diyarname
Salek din jî çû û sala nû hat. Di sala nû, yanê sala 2024'an de çi bûyer li dinyayê wê biqewimin? Hin tiştên li benda dinyayê ne me dan hev:
LI RUSYAYÊ HILBIJARTIN
Li Rusyayê hilbijartin heye lê kursiya Putin dîsa wê li cihê xwe be. Putin 20 sal in li ser kar e û 17'ê adarê li Rusyayê hilbijartin heye. Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin carek din berendam e. Reqîbê wî yê xurt Alexei Navalny li Cemsera Bakur di girtîgehek de ye û cezayê 19 salan ê hepsê lê birîne.
KÛPAYA AFRÎKAYÊ
34'emîn Kûpaya Neteweyî ya Afrîkayê îsal di navbera 13 rêbendan - 11 reşemiyê de li dar dikeve. Qeraxa Ajê ji bo vê tûrnûvayê mazûvanî dike. Maça yekem di navbera mazûvan û ligel Gine-Bissau dê bilîze. Maç li Stada Alssane Ouattara ye.
HILBIJARTINA TIRKIYEYÊ
Li Tirkiyeyê roja 31'ê adarê hilbijartin heye. Ji bo desthilatdarî yanê ji bo AKP'ê qezenckirina bajarên mezin wekî Stenbol, Enqere ku sala 2019'an piştî 25 salan winda kiribûn, ji bo muxalefetê jî dubare qezenckirina van deran e. Û ji bo kurdan jî meseleya bi destxistina bajarên xwe ye. Partiya kurdan DEM Partî ku dê bikeve hilbijantinê hejmara şaredariyan li gor sala 2019'an dê zêde bike yan kêm? Wê rojê dê diyar bibe.
PARLEMENA EWROPAYÊ
Li Ewropayê pêla bilindbûna rastgiriyê heye. Di meha pûşperê, di navbera 6-9'ê mehê de ji bo Parlemena Ewropayê (PE) hilbijartin heye. 720 endamên PE'yê hene. Rastgirê radîkal dê çi bikin? Rewşa PE'yê wê çaxê dê zelal bibe.
PIŞTÎ 100 SALAN OLÎMPIYAT
Çalakiya Olimpiyatê ku her sal li welatek li dar dikeve, piştî 100 salan cara yekê dê li Parîsa Fransayê li dar bikeve.
Dîroka çalakiyan di navbera 26'ê tîrmehê û 11'yê gelawêjê de ye.
EURO 2024
Şampiyoniya Fûtboyê ya Euroqayê 2024 ku wekî "Euro 2024" jî tê zanîn, îsal di navbera 14'ê pûşperê û 14'ê tîrmehê de li dar dikeve. Tûrnûva cara 17'an e li dar dikeve û îsal Almanya mazûvanî dike. 24 tîm, li 10 stadan wê ji bo kûpayê bi hev re bilîzin.
ALmanya û Spanya her yek 3 caran bûne şampiyon ku di vê tûrnûvayê de herî zêde ew bûne şampiyon.
Sala 2020'î de Îtalya bûbû şampiyon. ÎTalya û Fransa wekî hev, du caran ev kûpa birine mala xwe. Yekîtiya Sovyetê, Çekya, Portekîz, Hollanda, Danîmarka û Yewnanistan her yek carek bûne şampiyon.
TRUMP DÊ BIKARIBE HEYFÊ JI BIDEN BIGIRE?
Li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) îsal sala hilbijartina serokdewletî ye. Serokdewletê berê yê DYA'yê Donald Trump ku cara din li hemberî Serokdewletê niha Joe Biden têk çûbû, dîsa dixwaze bibe berendam. Trump dê kursiyê ji Biden bigire yan na?
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
***
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com