___Hevpeyvîn: Kadîr Stêra___
Necat Baysal, di wê tarîtiya zindanê de, berê xwe daye heyfê . Bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê dayika xwe bûye. Berî salên xwe yên zindanê rojnameya Azadiya Welat belavkiriye û di salên xwe yên zindanê de, nivîsên wî di heman rojnameyê de hatine weşandin. Li zindanê herî zêde, li ser ziman û wêjeya kurdî hûr bûye û li wir dersên zimanê kurdî daye. Niha jî, her roja înê berê xwe dide şaredariya Hannovera Almanyayê û li wir dersên kurdî dide zarokên kurdan. Pirtûkeke wî ya bi navê “Paytextên Êşê” ya helbestan û romaneke wî ya bi navê “Sînorên Bêderî “ derketiye. “Sînorên Bêderî”, qala salên nodî dike. Serhildana Nisêbînê, bi meriv re ew qasî baş dide hîskirin, ziman ew qasî xwezayî ye ku meriv dibejê qey nivîskar bi xwe jî, di nav wê serhildana Nisêbînê cîh girtiye. Me xwest ji bo me qala xwe, hêvî û xeyalên xwe û berhemên xwe bike.
Em ji vir dest pê bikin, Necat Baysal kî ye?
- Ez hinekî dişibim çîroka wêneyê welatê xwe. Di şevbûhêrkên zemanê berê de, ez mezin bûm. Di wan şevbûhêrkan de, zimanê dayikê bi min şêrîntir dibû. Li ciheke wekî Nisêbînê, ez bûm şahidê gelek bûyeran. Wêraniya gundan, kiryarên nediyar, kuştina dê û bavan... Ji keviravêtinê, ber bi diruşmeyan; ji diruşmeyan ber bi jiyana zindanê ve û çîroka min berî da jiyana sirgûnê. Ev deh salên min in ez dûrî welatê xwe me. Van serpêhatiyan ez tîrtir kirim. Di nava tekoşîna kurdan de, li ser şopa heqîqetê min xwe bêhtir nas kir. Ez neçûm dibistana serdestan, a rast di pola diduyan a dibistana seretayî de, min dev ji dibistanê berda. Kesayeta min a niha, ji ber wan rojên min tê. Ez dikarim bêjim kurdewariya min, pêşiya min vekir. Min para xwe, ji pir bûyeran sitend.
Gelo dûrbûna ji welêt, tesîrek çawa li ser metnên te kir?
- Dûrbûna ji welêt, li gorî min bi tena serê xwe dramek e. Tu jê dûr e, tu nikarî biçî. Hesreta xwe ya li hember welêt, tu di metnên xwe de tînî ziman. Ew êşa dûrî welêt, xwe di metnê de dide hîskirin. Wekî nivîskarekî laşê te li xeribiyê ye; lê rihê te li welêt te. Ev kêm bûna han, berê metnên te dide hesreta welatê te.
Nivîs, ji bo te çi ye?
- Piştî ew qas şahidiya êşan û jiyana min a di nava têkoşînê de, ez hatibûm dîlgirtin. Di nava wê tarîtiyê de, hestên heyfê, bêhtir bi min re çêdibûn. Tûrikê min tijî bû. Diviyabû, min ew tûrik valakira. Her ku min dinivîsand, rehetir dibûm. Jixwe, min helbestên xwe yên pêşîn, di nava wan çar dîwarên zindanê nivîsandibûn; têbîniyên romana xwe ya "Sînorên Bêderî" min li wir nivîsandibûn.
Te bi helbestê dest bi wêjeyê kir û paşê roman nivîsand. Ji bo te helbest û roman tê çi wate yê?
- Helbest, ji bo min girî ye; roman ji bo min qêrîn e. Gava ez helbestan dinivîsim, mîna ez digîrim; hestên min nayine ziman. Dixwazim bêhtir binivîsim û bi romanê dikim qêrîn. Lê çawa bêjim ew qêrîn jî, têra min nake divê ez bikim hewar.
Nivîskar; ew e ku êşên civaka xwe, ji dil û can hîs dike. Heger ez bêjim, nivîskar hemû êşên mirovatiyê, ji dil û can hîs dike belkî ez xwe bixapînim. Mînak nivîskarek serdest, zû bi zû êşên bindestekî hîs nake û ji xwe naxwaze êşên civakên bindest bibîne jî. Jixwe, ew dîtin nayê hesabê wî jî. Em, ji nivîskarên serdest Dayika Taybet bipirsin, belkî piraniyên wan bi bûyera wê nizanin jî, û heger pê hesiyabin jî, sûcê serdestan qebûlkirin nayê hesabê wan jî.
Tu heqîqeta êşê çawa dinirxînî?
- Êş, herdem bûye pahra kesên bindest. Me çavên xwe, bi êşê vekir. Em bûn şahidê êşên dayikên xwe, êşên bav, pirîk û kalikên xwe. Em bûn şahidê êşên xizmên xwe, em bûn şahidê cîranên xwe. Em bûn şahidê gelên mazlûm. Carinan hin tiştan dibihîsim, ez dikarim wekî zarokan bigirîm. Lê vê ya jî bêjim. Wekî pir tiştan her ku diçe êş jî, ji xwezayîbûna xwe dûr dikeve. Ber, bi mekanîk bûnê ve diçe. Tu dibînî, bûyerek bi êş dibe, çend rojan li ser tevna civakî dibe rojev û paşê tê ji bîrkirin, êşek din dibe vê carê çend rojan ew dibe rojev; lê di jiyana rasteqîn de dîsa nakokiyek heye. Li ser tevna civakî, êş jî bûye amûrek xwe avakirina sexte. Di rastiyê de, belkî ew êşa civakê ne di bala wan de be; lê ji bo ku xwe di tevna civakî de ava bike çend twetan li ser êşên civakê ya di rojevê de davêje û paşê diçe kêfa xwe dike. Di vê serdemê de, ev nexweşiyeke mezin e. Ev bi destên xwe, xwe kuştineke.
Di "Sînorên Bêderî" de êş , dijwarî, zextên serdestan heye; lê hêviyek mezin jî heye. Gelo hêvî di nava êş û dijwariyê de şîn dibe?
- Hêvî, têgeheke pir xweşik e; lê di heman demê de, divê tu zanibî xwe li wê bigirî. Hêvî, mirovan li ser pîyan digire. Di demên êş û dijwariyê de, tu xwe bu xeyalekê digirî. Ew kêlî, ji te re dibe hêvî.
Mirov, çima nikarin di kêliyê de bijîn, ji xwe serlehengê Sînorên Bêderî jî, di kêliyê de najî…
- Jiyan, tim hesreteke li rabûrdiya meriv e. Em aniha li cem hev in, dibe ku deh salê din, em vê şevê wekî biranînek xweş bi hev re parve bikin. Mînak em qala zarokatiya xwe dikin û em dibêjin çi xweş bû; lê em wê çaxê jî, jê nerazîbûn. Roja ku leheng tê de dijî, ew roja wî ne bi dilê wî ye. Di wê hucreya hanê de, berê wî li rabirdûya wî ye. Ew rojên çûyî, jê re dibe hêvî. Xwe davêje bîra wê rabirdûyê û jê re dibe wekî hêviyek. Di wê hucreyê de, ew kêlî jê re dibe wateyek û wîsa li ser lingan dimîne. Têk naçe.
Sînorên Bêderî, qala salên nodî dike. Serhildana Nisêbînê, bi meriv re ewqasî baş dide hîskirin. Ziman ew qasî xwezayî ye, meriv dibejê qey nivîskar bi xwe jî, di nav wê serhildana Nisêbînê cîh girtiyî. Tu li ser vê dikare çi bêjî?
- Ez wê çaxê biçûk bûm; lê piştî min dest bi nivîsa romana Sînorên Bêderî kir, ketim dû şopa wan mirovên ku di serhildanê de cîh girtibûn. Min li wan guhdarî kir, ji ber vê ev roman di heman demê de, arşîveke Serhildana Nisêbînê ye. Tu çi qasî, xwe aîdê axa xwe hîs bikî, tê ew qasî jî xwezayî bî. Lê tu xwe aîdê axa xwe nebînî û tu bi zimanê dayika xwe binivîsî jî, ew bi min samimî nayê.
Tu dikarî, ji me re qala projeyên xwe yên nû bikî?
- Bi gelemperî ez dikarim bêjim wê ji romanê xebata min hebe. Ez niha ji bo berhemeke nû difikirim lê belê nivîsandina romanekê ne hêsan e. Bingeh jêre divê. Xwendin lêkolîn lêhûrbûn û wext jêre divê. Sînorên Bêderî min di pênc-şeş salan de qedand. Ji lewre naxwazim bilezînim. Niha dixwazim berhema xwe ya helbestan ji nav destê xwe derxim dûre.. Dûre ezê berê xwe bidim dosya xwe ya romanê ku ev jî wê min bibe beriya niha bi sed salî. Ango ev Xebatek di heman wextî de dîrokî ye.
Em niha li sirgûniyê ne; Heger rojekê welêt azad bibe û pêşiya vegera te vebe tu yê çi bikî?
- Helbet xeyalên min hene ji bo vegerê. Heke rojekê vegerim dixwazim biçim gund, çar demsalên gund bêwestan bijîm. Belkî ne ji bo herdemê lê hin roj û kêliyên ji rabirdûyê bixwazim dubare bikim. Wê ev pir xweş be. Lê xeyala mezin ew e ku gava ku ez gav biavêjim welat bila li ser axeke azad be, her wiha belkî em karibin vê carê paytextên eşqê binivisînin.