Stenbol
KAYY-DER ku her sal Festîvala Boreka Kurdan li dar dixe, îsal 9'emîn car bi coş li dar xist. Festîvala îsal li Yenişehir Mesire Alani ya Pendîka Stenbolê bû.
Mebûsên DEM Partî Omer Farûk Hulagu û Omer Ocalan, Rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê û rêveberên DBP'ê jî beşdarî festîvalê bûn.
Di çalakiyê de pêşî bi def û zirneyê beşdar rabûn dîlanê, dûre koma govendê Koma Dîlan hunera xwe peşkeş kir. Di çarçoveya festîvalê de li ser nîqaşa "Boreka Kurdan" gotûbêj hatin kirin.
Mebûsê DEM Partî Omer Ocalan ku derket ser dikê silavên Abdullah Ocalan pêşkêşî beşdaran kir. Dûre mebûsê Dem Partî Omer Faruk Hulagu jî axivî û got ku sedema hatina her kesî ya vê derê cuda be jî ji bo parastina hebûna xwe li vê derê ne. Hulagu sipasiya KAYY-Derê kir ku vê festîvalê li dar dixe û got, "Ew her sal ji bo parastina çand û zimanê me vê xebatê dikin."
Li aliyê din Hulagu diyar kir ku îro li Çewligê û li gelek cihên din ji bo çêkirina madenan axê jehrî dikin û banga têkoşîna dijî van madenan kir.
Rêveberên KAYDER'ê jî diyar kirin ku ev festîval ne tenê lidarxistina çalakiyeke xwarinê, di heman demê de helwesteke girîng e ku bîra kurdan zindî digire.


