Zekî Ozmen
Hejmara kurdên di sala 2023´yan de li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane li gor sala pêşiya wê bû du qet.
Daîreya Fedaral a ji bo Koçber û Penaberan (BAMF) îstatîstîkên giştî yên serîlêdanên penaberiyê yên 2023´yê ji raya giştî re aşkere kir. Ji bo em hîn bibin di nav van îstatîstîkan de ka çend kurd hene me serî li daîreyê da. Daireyê zanyariyên derbarê hejmara kurdên par li vî welatî serî li penaberiyê dane dan me.
KURDÊN HATINE ALMANYAYÊ JI KÎJAN PARÇEYÊ NE?
Li gor îstatîstîkên ji me re hatine ragihandin, di sala 2023'yan de bi giştî 85 hezar û 904 kurdan serî li mafê penaberiyê daye. Ji van 52.642 kurdên ji Bakur in, 23.013 ji Rojava, 8.332 ji Başûr, 1.917 jî ji Rojhilat in.
2022'YAN DE HEJMAR 47 HEZAR Û 900 BÛ
Di sala 2022'yan de li Almanyayê bi giştî 47.900 kurdan serî li mafê penaberiyê dabû. Hêjayî gotinê ye ku BAMF van îstatîstîkan disipêrê kesên ku di dema serîlêdanê de bi devkî gotine ku kurd in û bi wî awayî hatine tomarkirin.
PAR JI PÊRAR ZÊDETIR BÛYE
Jê hêla din ve bi giştî serîlêdanên penaberiyê yên 2023'yan li gor salên berê zêdetir bûye. Ev hejamara ku di sala 2022'yan de bûbû 244.132 kes, di sala 2023'yan de xwe giha 351 hezar û 915 kesî.
BI RÊZÊ SÛRIYE, TIRKIYE Û AFGANISTAN TÊN
Li gor hejmarên BAMF'ê rêza li gor piraniya welatên ku penaber jê hatine wisa ye: Sûriye di rêza yekemîn de ye. Par ji Sûriyeyê 104 hezar û 651 kesî serî li penaberî daye. Dûre Tirkiye tê ku 62.624. Û Afganîstan bi 53.582 kesî di rêza sêyemîn de ye. Dûre Iraq (12.360), Îran (10.206), Gurcistan (9399) û Rûsya (9028) tên.
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- Çend rojnamegerên jin girtî ne?
- Çend rojnamegerên kurd girtî ne? Va ye lîste
- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)
- 2023: Li Rojava çi çalakiyên hatin çandî li dar xistin?
- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
***