logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Ji aş û baş

Ji zû de ye ez bê kar im. Çend seat e di xew de me nizanim. Ji ber êşa pişta xwe hişyar bûm. Çarşeva min havêtibû ser xw

  • Dîrok: 01/07/2019
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar

Ji zûdeye bê kar im. Çend saet e di xew de me nizanim. Ji ber êşa pişta xwe hişyar bûm. Çarşeva min havêtibû ser xwe mina pisikek  li kêleka min di xewa kûr de ye. . Çûm serşokê şirînî bi klozetê ket. Min hinek av bi devê xwe werda. Ser û çavê xwe şûşt. Di neynikê de li xwe mêze dikim por rû û simbêlê min tevlihev bûne. (tobe be rojek jî simbêlê mi çêbûne) Dîsa vegeriyam odê. Mi têlefona pêncî û pênc tîş li ekrena wê ketiye ji şarzê deranî. Xwe li ser nivînan dirêj kir. Min "moda balafirê" ji ser têlefonê rakir û bû  zirte zirta wê.  Bi rûsarî min  çavê xwe li peyamên fatûreyan û hîn peyamên ji alî partî û dezgehan ve hatî gerand. Berî da taxa "fîsqaya" yê  biborin facebookê. Mi bi rûtirşî li kuncikê peyaman nihêrî nehlet be peyamek jî tune. Ecibandina parvekirinan dîsa ji hejmara tiliyên destan nebuhuriye. Tehma dev a heyî jî nema. Bi kenê xwe yê sanal bersiva çend şîroveyan didim. Hîn nivîsan dixwînim. Çend "like"yan li bin guhê wan dixim. Çend tîqetîqên sanal bê ku mû ji rûyê min bileqe bi hîn parvekirinan ve dizelîqînim. Hîn nivîsên kêfa min jê re hatî dixwînim lê naecibînim. Li twitistanê şerê eşîrî li dare. Xwe li tiştek nakim xwedî. Çirinî bi derî ket...

-Rojbaş begê min tu hişyar bûyî?

-Rojbaş "kesnedî xanim"... Ma taştê tune?

-Ser û çavê xwe bişo hema hazir dikim. Ji bo bihna xanimê bêhtir teng nekim berî didim serşokê bilez serê xwe dişom. Radihijim kincên xwe yên qurmiçî... Dengê dil  dibe  law dev ji wan kincan  berde wê jinik bi awiran te bigurê.  Şalek kot û tîşortek teze ji bin utiyê filitîne li xwe dikim. Çar mûyên li ser eniya min mayî bi şewqet mist didim mîna dergûşek têr şîr xwarî vedizelin... Li ser masê rûdinim dest bi xwarina taşêt dikim. "Kesnedîxanim" Cixareya xwe pêdixe radihêle têlefona min.  

 -Zarok li ku ne? 

-Ma dengê wan nayê te? Ew bi têlefonê ez bi xwarina xwe re mijûl dibim. Piştî çend cûtiyan dicûm radihêlim tasikên taştê di sarincê de bi cî dikim. Dîsa li ciyê xwe rûdinim ji pakêta cixareya xatûnê cixareyek pêdixim. Îskana çayê digrim derdikevim şaneşînê. Piştî çend kêliyan çavê lawikê piçûk li min dikeve. Destê xwe jê re dihejînim. Ew jî li ser biskiletê carek dû caran mi dibersivîne dîsa bi hevalê xwe re mijûl dibe.

Deng bi têlefona hevala em li hev rûniştine dikeve. Bi lêborîn têlefonê dibersivîne. Ez jî li vê nivîsa nîvco mayî vedigerim.

Sî şaneşînê digre bin baskê xwe. Piştî şûştin û ziha kirina şaneşînê carcima piçûk radixim. Minderan bi cî dikim. Ji hundir xwelîdank, cixare û pirtûka li ber deste digrim cî li xwe xweş dikim... 

Radibim ji sarincê şûşeya ava sar digrim bi ser xwe ve dikim. Têlefon li ser dezgehe. Jinik dîsa wenda bûye. Bi ava mayî ra dîsa têm li cihê xwe rûdinim. Çavê min li bîna hember dikeve. Jinika ciran derî û paceyan dide serpiştê. Çavê min bi derpî û kirasê wê ve dizeliqîn. Ji bo aciziyek rûnede xwe bi têlefonê mijûl dikim. Lê çav dîsa berî didin derî û paceyan. Xwe bi xwe dibêm baqil be law. Dewr xerabe. Hema navê xerab li dû mera dixin. Pişta xwe didim malka cîran. Mizurî pêjgarî min dibe. Têlefonî hevalek xwe dikim. Bi ken dibersivîne. Rewşa heyî jê re şîrove dikim. Ji kena zikopişto dibe. Dibê: 

-Law an îşev fîşek nepeqiyane an jî ji bo tu wê bibînî derî û pace dane serpiştê. Piştî kenê me dise em li edebiyatê vedigerin.Ciqas wext bihuriye nizam. Dibê: 

-Law gere ez têlefonê bigrim.

-Bûka min hat qey?

-Ji xwe li vir bû. Me dikir em derkevin der berî têlefon bikî.  Niha mina bavkuştiya mêze min dike.  Biken dibêm law:

-Ça nabê çû ji kîsê min?Dibê; 

-Law telaqê min neke qûna min rinde. Bê xatir dibê xirp û têlefonê digre. Xwe bi xwe dikenim...  Jinik dibê xêre kenê xwe bi xwe ji me kêm bû. Rewşa heyî vedibêjim. Biken dibê:

-Bi misef hûn mêr tev sapixin. Dibêm hela xwe bide alî te manzara mi xera kir. Xwe nîşan dide dibê ji vê manzarayê rindtir? Bi bişirîn radibe tere hûndir.

Diyare hevalê dilê xwe bi qisedana di têlefonê de rehet kiriye. Bi lêborîn tê li cihê xwe rûdine. Heta niqeteya dawî datînim bin vê nivîsê xwe lê nakim xwedî. Gazî garson dike. Du çayên din ji bo me dixwaze. Cixarek ji bo xwe yekî ji bo min pêdixe. Nefesek kûr ji cixareyê dikişînim. Nivîsê qeyid dikim. Çaya me tê....  Nivîsa heyî ji têlefonê jê re dixwînim. Piştî xwendina mi diqede. Dibêje: 

-Heqe merû te bikuje.

-Çima?

-Law ma merû mejbûre behsa her tiştî bike raste rast?

-Ka rastî li ku ye? Dibe tîqetîqa me em bi halê xwe dikenin.

dilserr.bewarr@gmail.com
twitter.com/dilser_bewar
facebook.com/dilser.bewar.1

 

***

Nivîsên Dilşêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bîranîn û çavdêriyên li dû şînê 

- Ez û xwendina kurmancî

- Paşila Şabûnê

- Nameyeke eşkere ji bo Kawa Nemir

- Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê

- Aporîa: Galegala binhişî a bê ser û ber

- Çîrokek gewr e ‘Xadim’

- Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin

- ‘Perde’ romaneke bajarî ye

- Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de

- Li ser 'Xewneke Payîzî' hin not

- 
Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye

- 
‘Mistek Jiyan’

-  

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551

info@davetiyeonline.net      

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

news
  • 05 07 2026

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

news
  • 04 07 2026

Xelata Şêx, Motorek Rêx!

news
  • 02 07 2026

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

news
  • 30 06 2026

Stranek û dîrokek; 16 ton bi kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Rastiya bûyera li Kelaşînê

ad

Encamnameya 'Konferansa Kurdistanê'

ad

Ji Tan'ê heta Ozgur Ulkeyê

ad

Zanîngeha Sabancî bang li Akbank û Garantî kir: Heskîfê têk nebin

ad

Îro Roja Devjêberdana Cixareyê ye

ad

“Fîtnevîzyon” derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname