logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye
  2. Mirca Lucescu mir
  3. Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd
  4. Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn
  5. Festîvalê derî vekir: 10 roj wê şahiya fîlman li dar be
news-details

Li ser 'Xewneke Payîzî' hin not

Romanûsê kurd Îlhamî Sîdar di berhema xwe a bi navê "Xewneke Payîzê" de jiyana Melayê Cizîrî digire dest. Berhema li ber

  • Dîrok: 15/08/2015
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar


Romanûsê kurd Îlhamî Sîdar di berhema xwe a bi navê "Xewneke Payîzê" de jiyana Melayê Cizîrî digire dest. Berhema li ber dest bi cureya xwe ‘romana dîrokî’ ye. Nivîsîna berhemên li ser bûyereke dîrokî kar-barekî giran e, kedek dijwar dixwaze. Ger ev kesê li ser tê nivîsîn alim û şa’irê edebiyata kilasîk a kurd Melayê Cizîrî be, dijwartir e. Ji ber ku daneyên nivîskî li ber destê me tune ne, ji bilî dîwana Mela; lewra karê nivîskar zortir e. Karekterê bi navê Edib Ehmed, bi eslê xwe kurd e; li Zanîngeha Dîcleyê doçent û mamosteyê edebiyata tirkî (nivîskar bi xwe jî mamosteyê edebiyaya tirkî ye) ye. Piştî sî-çil saliya emrê xwe hînî kurmancî dibe (nivîskar jî piştî sî-çil saliya xwe li kurmancî vedigere ) û dikeve pey şopa Meleyê Cizîrî û dixwaze romana wî binivîsîne. Edîb Ehmed, di nav wêjehezan de kesekî naskirî ye (nivîskar jî wisa). Karekter behsa lêkolîn û lêgerînên xwe dike, hin helbestên Mela tehlîl dike û hewil dide ku zehmetiyên nûsîna romana li ser Mela li ber çavan raxîne. Di dema lêgerînê de Edîb Ehmed berê xwe dide Cizîrê û li cem Melayê bi navê Sadî dibe mêvan. Edîb Ehmed, destê sibê xewnê dibîne û di xewnê de Melayê Cizîrî ji karekter re dibêje, “Ji refika kitêban rahêjê wê pirtûkê, ew kitêba eşqê ye”; û bi vî awayî, di sibeha payîzekê de romana duyem dest pê dike. Bi gotinek din, roman di dilê xwe de romanek din dihebîne. Heta vir problêmên biçûk hebin jî mirovn dikare çavên xwe jê re bigire. Êdî raste rast Melayê Cizîrî dikeve dewrê, nûser û vebêj dibe Mela û problemên cidî rû didin. Berî behsa kêmasiyên rûdanê bikim, dibv vê anekdotê bi bîr bixim: Dîwana Melayê Cizîrî, di dilê xwe yê deryayî de hezkirina îlahî-mecazî, belaxat, gramer, estetîk, dîrok, mantiq, felsefe, tasavûf, astronomî, fizîk û metafizîkê dihebîne. Mela hakimê kelam û fikihê ye û di heman demê de ji ehlê wahdetul vicûdê ye.

Dema nivîskar berê Mela û xwendeyan dide Heskîfê, wêneyê bajêr li ber çavan radixîne; ji bilî vê dimenê çavê mirov bi wêneyên bi rêk û pêk nakeve. Heskîf, di bin hukmê "Melîk" de ye. Li serayê defterdar Mela pêşwazî dike. Defterdar ew qas bi kibir e ku qasî pozê derziyê hurmetê li Mela nagire. Lewra wekî Mela zarokek be bi cînavka “tu” deng li Cizîrî dike û Mela jî her dibêje, Li ser seran û çavan ezbenî. "Melîk"ê Heskîfê du-sê caran Mela vedixwîne serayê. Civata serayê wekî a Osmaniyan e; ji sifreya wan tenê şerab kêm e. Di civatê de, Mela ne wekî alimekî lê mîna helbestkarekî ji rêzê ye. Mela li civata kêf û sefayê her helbestan dixwîne û wekî şelaf û qirdikekî hatiye pênasekirin.

Mela di zarokatiya xwe de her li dora koşk û serayan pêgermokê digerîne. Piştî vedigere Heskîfê, dîsa li dor koşk û serayan e. Di wê gerê de, Mela ji nişka ve destsimalekê li ber lingên xwe dibîne; dema serê xwe bilind dike, Selmaya ku wê bi heft dilan dil bikevê li ber pacê dibîne. Piştî "Melîk" ji mela dixwaze dersa gramer û belaxatê bide keça wî, Cizîrî bi keçika li ber pacê dîtibû re rû bi rû dimîne. Bi bihurîna demê re, Mela û Selma aşiqî hev dibin û haya "Melîk" ji rewşê çêdibe, loma jî Mela diavêje zindanê. Mela di zindanê de li xwe mikur tê; eşqa fizîkî red dike û dawî li romanê tê. Ango Melayê Cizîrî tam dikemile, metin diqede. Nivîskar li vir bi zanebûn dawî li romanê tîne, ku ji bo xwe ji tîrên rexneyan xilas bike. Ger Mela nekemilî be, îja ew helbestên muhteşem çawa nivîsîn? Gelo dikeve serê kê, ku Melayekî ji rêzê were vexwendin ji bo meletiya mizgefta mezin a bajarê "Melîk"?

Kêmasiyên dî yê rû dane ev in:

1. Bi tu awayî em rastî "hiyerarşî"ya medreseyan nayên.

2. Çav û bêvila mere "atmosfer"a dewra Cizîrî seh nake. Xwende ji rabûn û rûniştandin, xwarin û vexwarin û lixwekirinên Kurdistanî bêpar dimînin.

3. Mela, ne bi îradeya xwe helbest nûsî ne, lê wekî serxweşekî bi cezbê ketibe helbest nûsî ne. Wexta bi ser hişê xwe ve tê, ji xwe bawer nake ku wî ew şi’êr lêkirine.

4. Zimanê romanê û helbesta Mela qasî erd û asîman ji hev dûr in.

5. Wekî me li jor bibîr xist, Mela hakîmê estetîk û gramerê ye. Lê romana ku nivîskêr bi Mela daye nûsîn dûrî estetîk û gramerê ye.

6. Nivîskar hewşa mizgefta mezin a Heskîfê wiha bi me dide nasîn: Rûpel 169:" ...li ber eywanê bîreke ku ji sarincê bi dewlikan av jê dihat kişandin hebû, şirrinî ji şadirwanê ku li nîvê hewşa bi sivderan dorpêçkirî bû diçû..."  Qasî dizanim ji her derê Heskîfê av dipijiqe. Ger av kêm be û ji bîran were kişandin, ev şirrîniya şadirwanê xwedî çi aqilî ye?

7. Dema nivîskar sûk û bazara Heskîfê dide nasîn, di orta havînê de li "fêkîfiroşan" porteqalan jî dide firotin. Havîn û porteqal?

8. Peyvên; “spas”, “mamoste”, “rewşenbîr”, “fêrgeh”, “pol” ne aidî dewra Melayê Cizîrî ne; lewra di van salên dawî de ev gotin tevlî kurmancî bûne. Peyva “mamoste”, piştî soranan dest bi perwerdehiya soranî kirin; di salên şêstî de ji peyvên mam û hosta darajtin û ji soranî ketiye nava kurmancî. Lewra mere dikare bi rehetî bibêje zimanê  metnê ji lîteratura medreseyan dûr û bêhay e.

9. Nivîskêr, di metnê de behsa pol/fêrgehan dike. Di medreseyan de pol nîn in; lewra dersa giştî tune. Her mela-seyda berpirsiyarê şagirt, talib, suxte, feqî’yên xwe ne û piştî nimêja sibê heya nîvroyê li gor jîrbûn û asta şagirtan yeko yeko dersa wan dide. Feqî jî piştî dersa xwe digrin li gor asta hev dikevin nava muzakereyan, digengeşin û bi şev jî di "etûd"an de dersên xwe di ber çavan re derbas dikin.

10. Metn ji hêla mantiq, rêziman, redaksiyon û edîtoriyê ve bi pirsgirêk e.

Tişta herî ecêb ev e ku talûkeyên Edîb Ehmed bibîr dixe tev di romana duyem de rû didin.

Gotina dawî; xwezî nivîskêr ji dêvla romana duyem, eşqa Edîb Ehmed û Selmayê di bin siya dîwana Mela de pêl bi pêl li jiyana modern bilefanda, ku xwînêr hem çêjek ji helbestên Mela bigirta hem jî bi eşqa karekteran re bihejiya û reva rev berê xwe bidana dîwana Melayê Cizîrî.

Nîşe: Min agahiyên di derbarê xalên 8 û 9’an û anekdote de ji hîn nivîskar, mela û lekolînerên kurd wergirtin.

Xewneke Payîzê / Îlhamî Sîdar / 256 rûpel / Weşanên İthaki


dilserrbewarr@gmail.com

**

Nivîsên Dilşêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Aporîa: Galegala binhişî a bê ser û ber
- Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin


 

Parve Bike

Youtube Me

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

news
  • 27 03 2026

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news
  • 26 03 2026

Binêrin akademîsyenên tirk çi kirin?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

BDP dikare beşdarî hilbijartinê bibe

ad

Hunermend Allah-Morad Rashtian mir

ad

Di metnên edebî de homoerotîzm û wek têmayeke edebî hevzayendî

ad

Konferansek li ser Hacî Qadirê Koyî

ad

Li ser daxwazê "Bahoz" dîsa dikeve vîzyonê

ad

Parka Ceylan Onkol hate vekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

  • 08 04 2026
news

Mirca Lucescu mir

  • 08 04 2026
news

Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd

  • 08 04 2026
news

Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn

  • 09 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname