logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rastiya bûyera li Kelaşînê

Li ser meseleya di nabera PDK-Î û gerilayên PKK'ê de Demhat Egît axivî. Vaye rastiya meseleyê...

  • Dîrok: 24/05/2015
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

Endamê pêwendiyên derve yê KCK'ê Demhat Egîd diyar kir ku pêşmergeyên PDK-Î xwestin li herêmên di bin kontrola gerîlayan de bi cih bibin û wiha got: “Pêşmergeyên PDK-Î xwestin bi niyetek xirab û bi awayekî veşartî li herêmên di bin destê gerîlayan de bi cih bibin. Me jî çend caran ew hişyar kirin.” Egîd diyar kir ku hinek çapemeniya Başûr dixwazin bûyerê proveke bikin û wiha got: “Em ne alîgirê nearamiyê ne. Em bang li PDK-Î dikin ku di demek herî kurt de vê meseleyê çareser bikin.”

 

Endamê pêwendiyên derve yê KCK'ê Demhat Egîd derbarê rastiya bûyera li herêma Kelaşîn a di navbera gerîlayên HPG û pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê de ji bo RojNewsê axivî: “Em naxwazin di navbera me û PDK-Î de pirsgirêkek derbikeve. Daxwaz ji me kirin ku herêmên me ji bo derbasbûnê bikarbînin. Me jî ev daxwaza wan pejirand û ji wan re got, kî dixwaze dikarin bên û derbas bibin. Lê me dît niyeteke wan a din heye. Bi niyetek xirab xwestin herêmên gerîla lê ne, xwe bi cih bikin. Me ev nêzîkatî manîdar dît û çima ev herêma gerîla lê ne, dixwazin lê bi cih bibin.”

 

Pêşmergeyên PDK-Î zext li gel dikin

 

Demhat Egîd wiha dom kir: “Me dît pêşmergeyên PDK-Î zext li gel dikin û pere ji wan werdigirin. Bi zorê gumrik werdigirtin û pêşiya qeçaxçîtiyan digirtin. Hêzên me yên leşkerî di vê derbarê de ew hişyar kirin ku ji vê herêmê derbikevin. Gotibûn em dixwazin herêmê bikar bînin, lê me dît ew bi armancekî din û li pey ajogeriyekê (provakasyon) ne. Me bi rêya pêwendiyan û kesên dost çend caran ew hişyar kirin ku nekevin nava van hewldanan. Em bawerin hinek hêzên din li herêmê hene û dixwazin provakasyonan çekin û bi taybet jî di vê qonaxê de.”

 

Naxwazin aramî çêbibe 

 

Endamê komîteya pêwendiyên derve yê KCK'ê diyar kir ku ew naxwazin ne aramiyek çêbibe û wiha got: “Em alîgirê aramiyê ne. Lê hinek kes naxwazin aramî çêbibe. Ji bo vê yekê jî tevgerek wiha kirin. Hêzên me çend caran ew hişyar kirin, lê hêzên wan çend caran bi awayekî veşartî xwestin xwe bixin di herêmê de.”

 

Em naxwazin ev mesele mezin bibe

 

Derbarê şer û îdîayên kuştina 2 pêşmergeyên PDK-Î ji aliyê gerîlayan de jî Demhat Egîd wiha got: “Egera wê yekê heye îro pevçûnek ji bo hişyarbûnê çêbûyî be. Em encama rast nizanin û agahdariyeke me ya zelal li ser vê yekê nîn e. Ew bi xwe wisa dibêjin û hinekî reklamê jî dikin. Em ne alîgirê wê yekê ne ev mesele zêdetir mezin bibe. Em dîsa ji berpirsên PDK-î re dibêjin, divê vê meseleyê di demek herî kurt de çareser bikin û divê ev hêzên wan ji vir derbikevin. Ger dixwazin ji bo rojhilatê Kurdistanê tekoşînekê bikin, gelek herêmên hêzên gerîlayan lê nîn e, hene. Çima ev herêm hatiye hilbijartin, em zêde wate nadin vê yekê. Dikarin biçin cihek din baştir xebata xwe bidin meşandin.”

 

Kes nikare li ser dijmintiya PKK'ê bibe hêz

 

Demhat Egîd anî ziman ku tu kes nikare dijmintiya PKK'ê bike û wiha got: “Kesek nikare li ser dijminî û dijberiya PKK'ê, li Kurdistanê bibe hêz. Ev siyasetek şaş e. Divê dest ji vê siyasetê berdin.”

 

PDK-Î tehrîk dikin

 

Derbarê berevajîkirina bûyerê ji aliye hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê ve jî Demhat Egîd wiha got: “Çapemeniya wê yekê dike, derdikeve holê ku hêzekî cudatir li pişt heye. PDK-Î tehrîk dikin û em bawer nakin ev hêza PDK-Î be. Ji ber diyar e kîjan rêyê bikartînin. Em di vê yekê de bi guman in. Ew çapemenî jî, xizmeta van provakasyonan dikin.”

 

Divê çapemeniya başûr ji bo aramî û çareseriyê rolê xwe bilîze

 

Demhat Egîd bang li çapemeniya başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Em çapemeniya ku rastiyê berevajî dikin, hişyar dikin. Ji bo vê meseleyê mezintir nekin û nebin sedemê provakasyonê. Ango ji şer zêdetir, şerxwaziyê pêş nexin. Divê çapemeniya Başûr ji bo aramî û çareseriyê rolê xwe bilîze.”

 

Demhat Egîd derbarê serdana şanda Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê ya ji bo Qendîlê jî wiha got: “Ev şande ne taybet li ser vê mijarê ye û berê randevu hatibû dayîn. Lê dibe ev mesele jî were guftûgokirin.”

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zirara Kîvroşkan ji bo Girava Axdamarayê

ad

1.7 mîlyar kes ji mal dernakevin

ad

Bi sedan kes çû şîna A. Durre

ad

Zagon li Meclisê bi 467 dengan hat qebûlkirin

ad

Îranê 7 kurd îdam kirin

ad

Teknîk Dîrektorê Diyarbekirsporê Saglam e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname