‘Mistek Jiyan’
Dilþêr Bêwar
Divê gotina dawî were gotin!
Ez ê di destpêkê de destnîþan bikim û xwe berdim nava rehê pirtûka çîrokan a çîroknûsê kurd Çiya Mazî. Ez dixwazim bê fêmkirin ku ez ne rexnegir im; xwînerekî þît im û heta ji min tê naxwazim kitekitek jî, ji metnekê, ji ber çavên min bisilike. ‘Mistek Jiyan’, pirtûka yekem a Çiya Mazî ye. Pirtûk, di sala 2003’yan de, ji Weþanên Sî derçûye. 149 rûpel e û ji 16 çîrokan pêk tê.
Çavê kor dinyê nabîne:
Mijara vê çîrokê, nezaniya gundiyan e. Çavê qereqterê sereke Milahîm, diêþe. Ji ber nezaniyê naçe ba doxtoran; ketiye dû dermanên kurmancî. Ji ber nezaniyê, her tiþt tê serê Milahîm ê me. Her cûre dermanê ji gîhayê dicêribine; di serencamê de, kor dibe. Hiþ tê serî lê êdî pir dereng e. Vebijêr, nivîskar e û serê hespê xwe berdaye, lê hespê nivîskar dizgîn ji destê nivîskêr girtiye. Apê Milahîm, Milahîmê me yê sewsî diþîne ba kalê zeytûnî, ji bo þifayê; dermanê kalê zeytûnî, pûng e. Berê, pûngê dicêribine çav baþ nabin. Dûre, Milahîm dikeve tora þivanan û þeb ê bikartine; çav, perîþan dibin. Welhasil, gundî êdî tev bi rewþa qereqterê me hesiyane. Her yek dermanekî destniþan dike. Em ê zêde nekevin dû dermên, serencam diyare. Ka em binêrin nivîskar çawa li dû hespê xwe kaþ û berkaþ dibe. Rûp 11, paragrafa dawî: “Kuro ma kê got pûng dermanê çavan e? De bi xwedê derew e. Ma qey nayê bîra te pîrika min Zero, xwîna genê bera çavê zarokan dida.” Doxtorê me yê gundî, hewildide ku Milahîm dermanê wî genê biheciqine û xwîna wî bike çavê xwe, ji bo êþa çavê Milahîm bisekine. Tiþta hewceyî gotinê ye, nivîskar û doxtorê me, xwe ji bîrvekirine ku profê me pisporê gihayêye, ne ê genê. Ka em binêrin profê me, ji bo Milahîm qaneh bike çi dike. Rûp 12, rêzik 14: “…. Ma ne ew kitêba bavê min ji min re hiþtibû, sê sed û sih û sê rûpel in. Bi sê sed û sih û sê Qur’anan, kitêb di ser re tuneye. Bi navê xwedê ez dibêjim ji quranê hatiye girtin. Heçi giyayê dinyê giþ tê de hene. Lokman û hekîm wê nexwînin nabe. Min ji wê derê dersa xwe stendiye bavo, guh li min bike.” Rûp 13: Nivîskar, dîsa xwe ji bîr dike û tevlî diyalogan dibe. Pismamê Milahîm li Enqerê dixwîne, tê serdana Milahîm. Diyalog dirêj in, ez ê wan kurt bibirim:
- Kuro ma tu carî toxtor nayê bira te ku tu herî ba wî?
- Na lo ma toxtor çi ye, em Kurmancê reþ in loo..!
- …….. tu Kurmancê wehþ î.
- Weh ma tu ne Kurmancî law?
- Belê ez Kurmanc im û sed carî jî Kurmanc im…
Xwendekar:
- Na!divê tu herî tixtor……
Haya niviskêr, piþtî ewqas diyalogan jê çê bû ku xwendekar heye. Rup 14, rêzik 12: “Xwûþka Milahîm bi israr, divê gerek tu herî ba Dirano ji bo dermanê sor.” Di vir de tu pirsgirêk tune; lê dîsa vebêjer –nivîskar- xwe ji bîr dike û qerfê xwe bi qereqterê xwe dike. Nivîskar, li tu derê behsa profesorî û loqmaniya Dirano nake, ta ku dema pê qerfên xwe bike. Li wir jî nasekine, qerfên xwe bi hesabgirê Dirano dike û hesabgir jî dike mîstir. Ka em berdewam bikin bi nivîskêr re.
“ ….. Te digot qey fakûlteya Amedê ye, ketibûn rêzê. Pertavê Milahîm bilind bûbûn û digot “îcar raste ha. Bi xwedê îcar çavê min ê rehet bibe.’’ Bi hetîketiyekê xwe gihand ber deriyê Þx. Lq.Dr.Dirano(þêx Loqman Doktor Dirano).” Rûpel 15, rêzika 24 an: “Miayena wî xelas kiribû û derman ji dabuyê. Lê dawîyê Dr. Dirano bi dengekî nizm: “Lê tu çû Mehmûd bibine û here ha…” Hê nepirsî bû ku Mehmûd kî ye, yê berdest bi milê wî girt û kiþand alî hêwanê. Bire ba hesabgirê wî Mr. Mmahmûd. Piþtî du diyalogan. Mîster Mehmût pere stendin û oxir kir.” Mehmûd jî di vê navberê de bû Mehmût. (Mimkûn e ev xeletiya redaktor-edîtor be).
“Çavê te kor be xerîbî”; çîroka êþa malbeteke kurd a ji ber zilma dewletê, koçî metrepola Îzmîr ê kiriye. Dîsa vebêjer nivîskar e; rûpel 19, paragrafa duyem, rêzika 4 an: “…Serdar jî heft sal giþ bi tirsa “ Wê kengî bavê min bibin’’ derbas bûbû. (ji dêvla “bûbû”, gere “kiribû” ya) Di wî emrê xwe yî biçûk, li nêviyê erdnîgariya Enedolê geriya bû.” Ji hevokên jor jî diyar e ku zarok heftsalî ye û dizane wê rojekê dewlet were bavê wî bibe. Em vêga Serdar li vir bihêlin û derbasî çîroka xwe bibin; em ê paþê binêrin ka Serdar fêm dike an na.
Rûpel 21, rêzika 15 an: “Hê nû nêzî daran bûbûn û li dora xwe dinihêrîn, ji nedîtî bavê wan derket hemberî wan… Her duyan jî xwe çengî hewa kirin û bi qêrîn: “Bavooo… bavooo.! ha bavo!”” Li vir diyare bavê wan ji niþka ve derketiye hemberî wan û nêzî hev in. Nivîskar, gelek hestiyar e û çîrokê ew kiriye binê hikmê xwe. Tu divê qey em di nava filmekî yeþil çam ê de ne. Direvin narevin nagihîjin hev. Piþtî 6 rêzikan, em berdewam bikin: Wan baz dan û bavê wan bazda. Hatibûn nêzî hevdu. Bavê wan li pêþiya wan çong vedabû û herdû destê xwe vekiribûn. Herduyan jî bi peroþ xwe avêtin himbêza bavê xwe.” Bavê zarokan û zarok gihîþtin konê xwe û ketin nava gilî û gazincan. Di rûpelê 23 an de, ji rêzika 21 ê þûnde, nivîskar xwe ji bîr dike û radibe dersê dide xwînêran:
Jina wî bi hêrs: “Lê kî yê alî min bike giþ herin mektebê?” Newal him hêsir dibarand û him jî xîzîna qirikê: “Ê lê çima ev diherin? De bi xwedê ez ê jî herim ha.” Tim û tim yê li paþ diman qîz bûn li vê derê jî. Dîsa xemginî bi ser Newala qîz de hatibû û ew jî wekî pîrên qîzan bêyî xwendin bimaya. “Xwendin û bixwendinkirin pêþverûtiya herî mezin e.” Me dersa xwe girt ne! De em berdewam bikin: Derengî þevê, di bin baranê de, di konê xwe de, serî dane xewê hemûyan, wê qasekî din, polêsê tirk werin, bavo û zaroka Brahîm desteser bike bibe her e. Di rûpel 24, dawiya paragrafa 4 an de, polês dipirsin: “Brahîm tu yî kuro?” Piþtî du rêzikan, em ê bersivê bigrin, “Belê ez im.” Hûn ê bêjin ma çi heye di vir de! Belê, yên di ser kon de girtine polêsên tirk in û tirkiya Brahîm, Îbrahîm e; lê hatine îmanê û bi kurdî bangî Brahîm dikin.
Rûpel 25, paragrafa dawî, rêza 2 an: “Jina wî û zarokên wî bi tirs li bavê xwe dinihêrîn”. Li vir jî, jina Brahîm li mêrê xwe -pardon li bavê xwe- dinêre ji tirsa polêsan. Heman rûpel, piþtî sê rêzikan: “Kes jî tunebû ku wê þeva û li wê çola, alî wan bikin an dilê wan xweþ bikin.” Em dev ji rastî û çewtiya hevokê berdin; kêm xerab em pê hesiyan ku kon li çolê ye, tu kesek -an cînar ek- li dor wan nîn e. Çend kêliyan xwe ji bîr mekin, em ê bersîva xwe di rûpela 27 an de bistînin.
Rûpel 26, paragraf 2, rêzika 2 an: “Yên mezin hinekî tê digihîþtin ku hatine bavê wan, lê Serdar baþ fêm nedikir.”. Rûpel 27, rêzika 1 ê: (Em bersiva xwe bigrin dawi li çîroka xwe bînin.) “Ka hela em herin mala cîranê Hesen bê telefon nake… Belê stûna mala wan ji nava wan çûbû. Hetanî sibehê raneketin. Tenê ji çend heb konên cîran re gotibûn.” Êdî tirs hewce nake cîran ji kon jî hatin dîtin.
“Wey gewrê wey”: Wek ji nav jî diyar e, mijara çîrokê Gewrê ye. Gewrê, bi malbatî ji ber zilma dewletê ji welatê xwe koçber bûye. Gewrê karkerê pembo ye. Rojekê, dema li zeviya pembo, çavê wê li lawê patron dikeve, bi heft dilan dil berdidiyê. Di dilê xwe de qerarê dide ku wî bike mêvanê sîng û berê xwe. Di serencamê de, lêwik ji xwe re direvine û li malxalê xwe dibe mêvan. Xal, wan diþîne holîka nêçirvanan a li çiyê. Gewrê, þeva yekem qîzaniya xwe dide Serdar. Lawê xalê wê, dema ji devê wê dibihîze ku þeva çûyî qizaniya xwe wenda kiriye diqehire. Em û Gewrê, wê gavê pêdihesin ku Cano yê kurxal jî çav berdaye wê. Êdî Gewrê dizane wê Serdar jê re nebe mêr; radibe bê yî ku dek û dolaban li hev bigerine, herdu mêran qaneh dike ku herdu jî bi wê re bizewicin. Bi dorê, ma’ra hevdu li wê dibirrin û herdu jî dibin mêrên wê. Rûdinin û nameyekê ji civaka heyî re dinivîsin. “Em: Gewrê, Serdar û Cano, ji bo heta niha rêz ji jinê re nehatiye girtin… em hersê zewicî ne… bi tarî ketina rûyê erdê re polês dora wan dorpêç dikin û wan diþînin dadgehê.” Bi kurt û kurmancî çîrok ev e!
Di mekên de tevlihevî heye. Gewrê, ji berdilkê xwe re dibêje, lawikê Stenbolî û em ji ji wê fêm dikin ku Serdar bi malbata xwe re li wir rûdinê. Lê dema dest bi revê dikin, em xwe ji niþka ve li ber çemê Mendresê dibinin. (Çemê mendresê li EGE yê ye) Gewrê û lêzimên xwe, wek her kurdî ji ber zilma dewletê koçî metrepolan kirine. Gewrê, 8 salan, (ango heta dibistana navîn) xwendiye. Ji ber egerên heyî nexwendiye. Çîrok, di wê atmosfera þer de pêk tê. Lehengên çîrokê, ji bilî Serdar (dibe ku ew jî kurd be, baþ ne diyare) tev de kurmancên kurdparêz in. Ew kurmancên ku ji bo tiliyeke goþt qirra hev radikin, serê dev û pozê jinê jêdikin û jinê dikujin. Dilê Gewrê heye ku serhildanekê pêk bine û civakê bi êþa jinê bihesîne. Her çi qas nivîskar behsa femînîzmê neke jî, hewil dide ku bi destê Gewrê’ya ku f ya femînîzimê nizane, serhildanekê femînîst pêkbîne; Lê atmosfer û mekan ne musaît in. Hela qereqkter hîç musaît nînin. Ger mekan û atmosfer guhertîbana, an jî Gewrê anarþîst’ek ba, bi dek û dolaban serî li herdu mêran bigeranda, belkî nêzî rastiyê ba; lê bi vî halî, çîrok gelekî beloq dimîne. Peyv-hevok, di teþta xwe de baþ nehatine strandin. Nivîskar, ji ber ku bi sedem dinivîsine, xwe weke xwedayekî dibîne û dixwaze edaleta heyî sero bino bike. Ji ber nêta wazîfedariyê, çîrokê serî ji nivîskêr stendiye. Ger nivîskar hînekî ji berpirsiyarî û tolgirtinê dûr biketa, serê xwe hinekî din bi çîrokê re biêþanda, wê çîrokek xweþ û bite’am derbiketa ji tûrikê wî. Nivîskar, xwediyê vehesîn û bihîstineke baþ e. Mere gav bi gav di rêwîtiya xwendina çîrokên wî de, vê ya dibîne. Çi çaxa hinekî ji berpirsiyariyê dûr ketiye, peyv-hevokên wî bicoþ û biruh bûne. Mînak, em dizanin Gewrê karker e û bê ku heqê xwe bistîne vedigire malê; bav jî bê pere ye, yekser pereyan jê dixwaze û bi wê rewþê aciz dibe. Ji bo revê, pereyekî ciddî lazim e; malbat û Gewrê bê pere ne; lê nivîskêr qursikên çîrokê xweþ hûnandiye. Piþti çîrok xelas dibe, gelek pirs di serê mirov de dimîne, mirov dixe nava gumanan; vê yekê jî qawet û çêja çîrokê zêde kiriye. Dema Gewrê biryara revê dide, wê þevê di mal de dikeve nava lêgerinê, li çi digere? Em tenê texmîn dikin. Nivîskar, çîrokê xelas dike jî, dîsa xwe nade dest. Belê, Gewrê tiþtekî ji bin balgiya bavê xwe dikiþîne, lê çi ye em nizanin. Tiþtê ji bin balîfê dikiþîne dike nava sînga xwe, (dibe ku pere be) lê em dizanin pere di mal de tune. Di çîrokê de, hew behsa devançê heye. Ger davançe be, îja gewrê pere ji ku anî û heqê texsiyê da? Çû ba dikandar çi. Çi da dikandar? Dema ji dikanê derket çima destê xwe li tûrikê xwe þidand? Di tûrik de, em paþê pêdihesin davançe heye. Gelo di mal de zêr hebûn? Gewrê çi ji bin balîfa bavê xwe derxist? Dibe ku ji dikandar pere deyn kiriye? An gelo xwe pêþkeþî dikandêr kir? Û mirov dikare gelek pirsên bê bersiv bipirse. Lê revandina Serdar û qanehkirina Cano, beloq e; (sivik e) mirov nake nava meraqan, pirsan li dû xwe nahêle. Ji ber van egeran, çîrok lawaz û bê te’am maye.
“Pîra melo”: Çîroka pîra Melo ye. Pîra me, ji jiyana nava bajêr aciz e û dixwaze derkeve çiyê, bigere û wek demên berê, bêhna xwe berde. Qîza wê ji malê reviyaye û pê hesiyaye ku keça wê, ji bo êzingan tê wan çiyan. Hêvî dike ku qîza xwe li çiyê bibine. Wexta di rêyek teng de dimeþe, di bin kera xwe de dimîne û bi awayekî trajik dimir e.
“Çîrokeke berî 84 an”: Ev çîrok, jiyana karkerekî notirvan ê kana madenê ye. Þevekê, berpirsiyar wan di xew da zeft dikin û wan ji kar diavêjin. Paþê jî, hêdî hêdî karkerê me berev sofîtiyê ve dimeþe. Wexta Hemdo li ber mirinê ye, bi teqîna 84 an re, di 63 saliya xwe de, bi kêfxweþî berê xwe dide çiyê. Di dawiya çîrokê de, dîsa nivîskar berê me dide siyasetê û dilê xwe li berpirsiyariyê rehet dike.
“Darikê mirada”: Çîrokek bi te’ahm e; lê dîsa weke hercarê, ji ber bîrdozî, wazîfedarî û tolgirtinê, nivîskar nahêle çîrok li baskan bikev e. Ji ber ku hestiyarî û dilsoziyê ew dîl girtiye, haya wî jê çênabe ku qerfê xwe bi qereqterê çîrokê dike. (Weke hercarê, dîsa çîrokbêj nivîskar e) Rûpel 62, paragrafa 4 an: “Dibêjin “Keran li ba hev girê nedin wê ji hevdu hînî tir û fisan bibin” Jina wî ji wekî wî bû. Qey li hin deveran dîbû ku ev rojname qala Kurdan dike û dewlet jê hez nake...”
Rûpel 66, paragrafa 2 an, rêzika 3 yem: Mehmût dibistana mezin xelas kiribû ji,… Qasî ez dizanim em kurd dibêjin: dibistana bilind, zanko, zaningeh lê ne dibistana mezin.
“Û radyoya min dîsa dest bi kilama kir”: Mijara vê çîrokê, vê carê jî zilm, zor û þkenceya ku dewlet li gundiyan dike, vedibêje. Nivîsakar, li du cîhan ji me re dibêje, xwînêrno, ha binêre yê çîrokê vedibêje zarokê heftsaliye. Lê ne mumkûn e ku zarokek bikare vê çîrokê vebêje. Nivîskar jî bi vê yekê dizane. Di dawiya çîrokê de, dixwaze me qaneh bike, lê bi ser nakeve. Di rastiya xwe de, vebêjer dîsa nivîskar e. Ji ber nivîskar bandora þerr î li derûna zarok kiriye, venabêje, raste rast çîrokê bi devê zarokê heftsalî vedibêje. Ka em li hîleya nivîskêr binêrin bê çi ji me re dibêje. Rûpel 87, paragrafa dawî: “Dema min nêzikî li gund kir, tariyê dabû erd, lê radyoya Yêrevanê dîsa ji min re dest bi kilaman kiribû. Qet nedihat hiþê min ku çend salên din ez ê di pirtûka yekî Tirk de, wekî ji ber êrîþên cendermeyan li gundekî Þemrexa Mêrdînê ‘’Wenda…!” bi cîh bibim.” (Meqsed, welew xefika ku nivîskêr xwe tê werkiriye ev e.)
“Mistek jiyan dixwazim”: Mijar, jiyana çerçî’yekî (etar) ye. Ji ber þkenceya ku leþker lê dikin, mala xwe bar dike û koçî metrepola Îzmîtê dike. Berî ku bar bike, di kêliya dawî de, çar kîlo ax’a welatê xwe (a sor) dike kîsekî; li qemyona xwe siwar dibe û berê xwe dide xerib û xurbet ê. Ew ax dibe taqet û pê li ser lingê xwe disekine, li vê dinyayê; lê dewlet, dawiya dawî nahêle ku bi wê ax’a xwe þa bibe û berê wî didin zinadanê.
“Ma qey wê dinya xera bibûya”: Mijar, piþtî xelayê ye. Êþ û zehmetiyên wê demê û çîroka hewîtî’yê vedibêje. Ji ber ku kurê Emîne yê ji xelayê filitiye, berev baþiyê diçe, bi kêfxweþî gilî û gazincan ji xwedê dike. Mirov qala vê çîrokê bike, wê bibe dubarebûn, loma jî hewce nake.
“Her! qomitan cerdevan”: Nivîskar, qala zilm û zora cerdevanên ku li yê dike bibe cerdevan, dike. Zilm, eynî zilm û þêwaz heman þêwaza qlasîk. Tu gotinên din ne hewce ye.
“Serpêhatiya min a ber derî”: Heyran bi serê xwe dikim, heta ez hatim vê çîrokê, hetikîm. Lê aniha dikarim gamêþan jî bidoþim; nebêjin gamêþ nêr in! Wele ez ê nêran jî bidoþim, bi vê kêfê. serpêhatiya min a ber derî, çîroka herî serkeftî a vê pirtûkê ye. Nivîskar berpirsiyarî, wazifedarî, bîrdozî û tolhildan, giþt li ber derî daniye û bi peyvê dilîze, na na direqisî ne. Mirov dema vê çîrokê dixwîne mirov bi xurtbûn û jêhatîbûna nivîskêr re sermest dibe.
“Bavo”: Di vê çîrokê de, çîrokbêj weke hercarê, dîsa nivîskar e. Bi nexweþiya bav re, belaweliya malbatê, civîna wan î li ser hev û xwedîderketina li bav. Derûniya nexweþ, lêzimên nexweþ û nexweþxanê li ber çavê me radixe, ta ku bav dimire.
“Agir jî bilind bû”: Êþa þewata gundekî Kurdîstanê (a bi destê dewletê) bi me dide nasîn.
“Hêsirên çivîkan”: Nivîskar, di vê çîrokê de, qala roja dawî a Mehmûd ê li nexweþxanê (ku doxtoran gotiye wê du sê mehên din bimire) dike.
“Lawo lêxin maro ye”: Di vê çîrokê de, behsa welatparêziyê dike. Qereqter, neyarên xwe baþ dinasin; lê dîsa jî bê tedbîr in. Nivîskêr, dîsa dest ji hûnandinê berdaye û bi dû danasînê ketiye.
“Guherîn”: Mijara vê çîrokê, Qetilkirina kurdekî cîwan, (ku bi destê sofikên qontra hatiye kuþtin) dike. Bi vê kuþtina hov re, gel bi girseyî serî radike û qatilên zarokên xwe di nava tirsê de dihêle.
Encam: Ev pirtûka nivîskêr a yekem e. Xwezî nivîskêr ecele nekiriba ji bo weþanê û hinekî din serê xwe pê rê êþandiba. Nimûneyên wisa di vê pirtûkê de hene ku, ger nivîskêr xwe ji wezîfedarî û tolgirtinê xelas kiriba, te’am û qaweta edebî a vê pirtûkê, wê duqato zêde bûbûya.
BAHOL:
Navê pirtûka çîrokan a Çiya Mazî, ya dawî ye. Pirtûk, ji 103 rûpelan pêk tê. Di bin baskê xwe de 14 çîrokan dihebîne. Di sala 2011’an de, ji Weþanên Evrenselê derçûye. Nivîskêr, li gor pirtûka yekem gelek rê û dirb buhirandiye. Çîrokên min bêhtir jê hez kirin ev in: “Di morgê de”, “Dadgeh”, “Þervanê tirsonek”, “Însizê benderuh” û “Serpêhatiya min î ber derî”. Di morgê de û dadgeh, berdewamiya hev in. Xwezî nivîskar hinekî din li ser Dadgehê, li dîwana xweda û nebiyên wî, bisekiniya; an hinekî zor bida felsefeyê, an jî bi mizahek xurt, li dor dîwanê biçerixiya; lê dîsa jî xweþ e û min tehm jê girt.
“Serpêhatiya min î ber derî”, ji pirtûka yekem hatiye girtin, hema bêje bê ku guhertinek berbiçav tê de çê be, firiyaye vir. Ji xwe ew favoriya min a pirtûka yekem bû.