‘Perde’ romaneke bajarî ye
Dilþêr Bêwar
Perde; sêyemîn romana Cîhan Roj e û yekem romana ji weþanên NA’yê derçûye. Roj, dîsa bi zimanê xwe yê sade li belekiyan dibiþire. Piþta xwe daye helbestê û qiblegeh însan e. “Gîtara bê têl” û “Meþa moriyan”, di bin siya “Perde”yê de mane.
Perde, bi teknîka xwe nûye nûcan e. Vebêjê pirtûkê qereqtera bi navê Gulten e. Gulten, endama malbateke bûrjûwaya kurd e. Keça têkoþerekî di bin zilma dewletê û sersarî û dilhiþkiya hevalên xwe de eciqiye.
Roj, di kesayetiya Gultenê de, ‘Perde’ya qîzaniyê çirandiye; jin û mêr aniye heman astê. Perde, çemeke û dilop bi dilop ji lêvên Gultenê diniqute. Her dilop têra xwe bi bûyeran dagirtiye. Roj, civak, rêxistin û kesan, bi vegotina jiyana qereqterên xwe re dide ber rexneyan. Em ne xerîbên bûyer û qewmînan in; kêm zêde haya her kesî jê heye… Bi nivîsandina vê berhemê re em dikarin bibêjin, me kurdan wekî takekes, civak, xelk, gel, an ji milet, gelek rê li dû xwe hiþtiye; êdî dem hatiye em kumê xwe bidin pêþiya xwe hûr û kûr li ser rewþa xwe a heyî biponijin û bigengeþin. Bê guman tu berhemeke bêbîrdozî û bêalî nîn e. Roj, pala xwe daye vê gotina Vartoyî; ‘dema merû dibêje însan ava çem û kaniyan disekine’ û dest bi hûnandina berhema xwe kiriye. Kurtêlxwariya þer, bi pêkenokekê li ber çavan radixe, bê ku bikeve dû analîzên dûv û dirêj. Ev berhem, ji bo roj jî bawer im ceribandinek e; ji qelema mêrekî, (bi devê jinekê) vegotina rihî a jinekê. Gelo di vê vegotina rihî a jinê de, nivîskar çi qas serketiye? Divê bersiva vê pirsê ne mêr lê jin bidin.
Piþtî ku pirtûk xwînêr digre nava pêlên xwe, wekî ku merû li hêwaneke þanoyê be, misêwa perde vebin û bên girtin, vebin û bên girtin vebin û…
Ji çend perdeyan carekê Woolf derdikeve ser dikê, dîmenên derbasbûyî bi çend hevokên tîr vedibêje û vedikiþe þûna xwe. Gelo Woolf dernekeve ser dikê wê berhem tiþtekî ji xwe kêm bike? Ez ne bawerim. Bawerim nivîskêr, Woolf ji ber du sedeman tevî berhema xwe kiriye:
1: Nivîskar, xweziya xwe bi Woolf tîne, lê taqet bi qereqter re nîn e, nikare bibe Woolf.
2: Ji xwînêr re dibêje, ger þert û mercên heyî nebûyan, min an jî me bikaribûya bi wî terhî binivîsanda; welew, çima qereqterên me nikaribin bibin Woolf.
Di dawiya ‘Perde’yê de, nivîskar bi suprîzekê derdikeve pêþberî xwînêrên xwe; du leheng, welew qereqterên bi navê doxtor Þadî (karakterê Gitara bêtêl) û Mîralî (Karakterê Meþa moriyan) tevlî romanê dike. Di qezayeke trafikê de doktor Þadî dikuje û Mîralî jî dike nexweþekî di terqîna mirinê de. Ez bawerim nivîskar, ji bo ku doxtor dev ji pîþeya xwe berdaye û çav berdaye siyasetê, wî dikuje.
Nivîskar, di beþa pîneya Perde’yê de, behsa serboriya xwe a dema nivîsandina pirtûkê dike û êþ û zehmetiyên ku nivîskar dikiþînin tîne zimên; ev jî nûbûneke ji bo qada romana kurd.
Ji bo nivîs dirêj nebe, çend hêlên romanê di bin serenavan de bi bîr dixim û dawî li nivîsa xwe tînim.
Baqî: Lehengê di bin siya bîrdoziya xwe de pelixî.
Sazbend: Sazbendê ku nebûye hunermend.
Maqûl: Qurbanê xwedayên sererd û binerd.
Dengbêj: Hewara jibîrbûyiyan, derdê bêderman (sersariya kurdan û bextreþiya hunermendan).
Lezbiyen: Binhiþê lezbiyentiyê
Lixwexweþhanîna jinê: Binhiþ û masturbasyon.
Pismamê Gultenê: Civaknasê nêr.
Serkeftina nivîskêr a herî mezin ew e ku xwedî zimanekî sade û nerm e. Mijarên herî nazik digire dest; gotina xwe texsîr nake. Ji analîzan bêhtir, bibîrdixe û derbas dibe. Erka xwe ya rewþenbîriyê tîne cih. Wekî pêþiyan gotiye: Gotin adet e, lê jênexwarin serbest e.
Ji hestên ku xwendina Perde’yê li þûna þopa xwe hiþtiye:
Ey welatê baþvala
Em ê bixwînin derya xwînê
Ta ku
Zanîn di nezaniyê de
Wîjdan di bêwijdaniyê de
Pîrozahî di bin simê xerabiyê de pelixî
Û
Em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan
Nîþe: Kêm be jî, bêhna hin hevokan ji “Gitara bê têl” bi ser meriv dikeve. Li hin ciyan tîp ji ber çavên redaktor reviyane. Li gor min di çend cihan de, di tewandina navan de kêmasî heye. Wekî din pirtûk ji hêla edîtoriyê ve serkeftiye.
dilser_bewar@hotmail.com***
Nivîsên Dilþêr Bêwar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Çîrokek gewr e ‘Xadim’
- ‘Mistek Jiyan’
- Li peravên torê torên evînê