Diyarname
Cemiyeta Rojnamegerên Azad li Amedê panelek bi sernavê "Ji Tan'ê heta Ozgur Ulkeyê li Tirkiyeyê Azadiya Çapemeniyê" li dar dixin.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad demek berê hat avakirin. Serokê cemiyetê rojnameger Hayrettin Çelik e. Cemiyeta Rojnamegerên Azad 1'ê meha pêşiya me li Sûrîçîya (li Taxa Dabanoglu, li Kuçeya Kadi Cami) Amedê li avahiyeke dîrokî de deriyên xwe vedike. Cemiyet bi derbasbûna cihê xwe yê nû re dest bi xebatên xwe jî dike.
Cemiyet pêşî dê 30'yê mehê saet 12.30 de li ber Plaza AZC ya li Ofîsê ji bo rojnamegerên girtî yên ji "doza KCK'ê" daxuyanî bide çapemeniyê. Paşê dê roja 3'yê mehê here danişîna doza nûçegîhanê DÎHA'yê Abdullah Çetin.
Cemiyet roja 7'ê mehê jî dê paneleke bi sernavê "Ji Tan'ê heta Ozgur Ulkeyê li Tirkiyeyê Azadiya Çapemeniyê" li dar bike. Panela ku wê Serokê Cemiyetê Hayrettin Çelik bi rê ve bibe, rojnameger Varlik Ozmenek, Ragip Duran, Veysi Sarisozen û parêzer Eren Keskin dê wekî axifger beşdar bibin. Panel 7'ê mehê saet 14.00'an de li Salona Konferansê ya Navenda Çanda Cegerxwîn li dar dikeve.