Diyarname
"Konferansa Kurdistanî ya Tirkiyeye" di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de xwestin ku muzakereyên bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re bidomin û hikumet operasyonan rawestîne.
Konferansa ku rojên 17-18'ê mehê li Amedê li dar ket 182 delege têde amade bûn. Piştî nîqaşa du rojan encamname hat amadekirin. Encamnameya konferansê ji aliyê Cîgirê Serokê HAK-PAR'ê û Endamê Kordînasyona Konferansa Neteweyî Hasan Dagtekîn ve hate xwendin.
Dagtekin, diyar kir ku ji damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha gele kurd li ser axa xwe Kurdistanê ji hemû mafê xwe yên mirovane û gerdûnî hatiye mehrûmkirin û wiha dom kir: "Gelê kurd li ser axa xwe ji hemû mafên xwe yê mirovahî û gerdûnî hatiye mehrûmkirin. Gelê Kurdistanê suryanî, ermenî, mehelmî, ereb û gelek civakên din, her wiha baweriyên êzîdî elewî, sunî û baweriyên din ku li gel neteweya kurd dijîn, rastî înkarê tên. Beşdarên konferansê êşa komkujiya 1915'an di dilê xwe de hîs dike. Ji niha û şûn de ji bo ku li dijî tu netew û civakan komkujî pêk neyê dê di nava hewldanan de be."
Dagtekîn got ku konferansa wan êrîş û operasyonên Tirkiye û Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê û hemû operasyonên din şermezar dike. Dagtekîn, anî ziman ku gelê kurd bi helwesta xwe ya hevpar li dijî hemû operasyonan eşkere kiriye.
Hasan Dagtekîn di berdewama encamnameyê de diyar kir ku ji bo şert û mercên aştiyek mayinde pêk bên divê hikumet di nava hewldanan de be û wiha got: "Beşdariyên Kurdistanî dixwazin ku hemû operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Divê li şûna operasyonên siyasî û leşkerî zimanê diyalog û aştiyê pêş bikeve. Ji bo deng li çekan bê birîn divê muzakereya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hêzên din re berdewam bike. Divê hemû kesên bi vîna azad a gelê kurd hatine hilbijartin û kesên li ser navê gelê kurd siyasetê dikin beşdarî vê pêvajoya diyalog û muzakereyê bên kirin."
Dagtekîn, bi bîr xist ku wan cih daye statuya kurdan û Zagona Bingehîn jî û wiha dawî li axaftina xwe bîne: "Divê statuya kurdan di Zagona Bingehîn a nû de bê naskirin. Divê Zagona Bingehîn bi awayekî azad, wekhev, piranî, beşdarî û demokratîk bê amadekirin."
Encamname û axaftinên ku di konferansê de hatin kirin dê di demek nêz de wekî pirtûk bêne çapkirin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Ji 'Konferansa Kurdistanê' notên rojekê


