logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Li ser romana 'Hurcahil' çend gotin

Hurcahil cêribandinek nû ye di qada romanivîsiya kurmancî de.

  • Dîrok: 29/05/2015
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar

“Hurcahil” navê 6’emîn (‘Ji nû ve Gîtara Bêtel’ herçiqas çapa duyem a Gîtara Bêtêl be jî romanek nû ye) romana Cîhan roj e. Roman ji 88 rûpelan pêk tê. Hurcahil cêribandinek nû ye di qada romanivîsiya kurmancî de. Hem dişibe romanên Cîhan Roj, hem naşibe. Roman bi vegotinek parçeyî yê pevgirêdayî bi gewde bûye. Mekan Amed û Mûş e. Kitêb bi tabloyan neqişî ye, bi gotinek dîtir tablo li bin guhê hev dikevin. Pirtûk di dilê xwe yê kaotîk de îro û do dihebîne û tîrojê li sibê direşîne. Bi herikîna rûpelan re karnavalek rengîn pêk tê; heyata gund û jiyana modern a bajarî û çanda foklorîk û medya civakî mil bi mil govendê digerînin.  Roj, civaknasî, derûnî-psîkolojî û foklor ji xwe re kiriye bênder. Bandora desthilatdarî, axê, civak û dewletê-dagirkeriyê ya li ser derûniya takekes bê ku dersê bide li ber çavan radixine.  Du mexdûriyet derdikevin pêş: Jin û zarok. Romanên Roj, di heman demê de belgeyên tarîxa îroyîn û metnên edebî ne. Taybetmendiyek nivîskar ev e ku bi  hûrguliyan re mijûl nabe, bi bîr dixîne û şîroveyên paşperdeyî ji xwendeyan re dihêle. Herçiqas zimanê metnê sade û basît bixuye jî metneke kûr û giran e, xwendina paşperdeyan ne karê her xwînerî ye. Cih bi cih di redaksiyon û tewandinê de pirsgirêk hene. Li ciyek du ciyan bêhna tirkî bi ser mere dikeve. Di metnan de bi gewdekirina dehan tabloyên serbixwe û pevgirêdayî ne karekî hêsan e, lê nivîskar ji bin barekî giran bi serkeftî derketiye. 

Du karekterên sereke yên romanê hene; Ferman û Gulfîdan. Gulfîdan keça cerdevanekî kuştî ye. Kesekî tarî ye û tarî dimîne. Ferman-Hurcahil kesekî xwezayî ye, saf e!

Gulfîdan xwe û Ferman wiha pênase dike: “Kerengperek bûm, deviyên min hebûn, hişk bûm; ê ajalan nikariba havînan ez bixwarama. Havînan ba jî kêm bû. Rojek bablîsok li me rabû. Ez li bendê bûm ku parçe bibim. Baş e, min got, parçe bim jî ê tav li min de, ez ê bimînim li ser rûyê erdê! Lê bablîsokê ez birim, li darekê asê hiştim. Ji gewdeyê darê de daketim nav avê. Pêşî kêfa min hat; li ser avê li gorî dilê xwe bûm. Gayek hat ser avê, teşqele wisa ne, wî av vexwar, ez avêtim devê xwe…. Helbet kerengperek karibe ewqas biaxive ê ga jî dev biavêje kerengpera li ser avê diçe û tê. Her giya carna li ser koka xwe şîn nayê!” 

Nivîskar şarezayî û nezaniya gundiyan a di xwedîkirina zarokan de bi du tabloyên cuda li pêş çavan radixîne. Tabloya yekem de zarok ji bo parçeyek naylona şîn a di nav gezgezokê de dema xwe xwar dike bi qêrîna dayika xwe re lawik sipî sar dibe di cihê xwe de… bilêvkirina navê mar jiyana zarok dîl digre. Di tabloya duyem de bav bi keçika xwe re dilîze… dibe kûçikê keçika xwe… Qasî pedagokekî serkeftî ye.

Di navenda metnê de gundiyek li ber sekratê ye. Nivîskar di wê sahnê de şanoyeke trajîkomîk a kurt bi zimanekî zindî li dar dixe. Ev sahne li benda şanogeran e.

Di kesayeta Leylanê de em rastî trajediya evînên kuştî tên. Leylan qurbaneke feodalîzmê ye. Gulsû û Nilgun du jinên qurban ên pergala Baviksalariyê ne. Şengal û Kobanî kêm be jî di nav metnê de cihê xwe digrin. Pratîzekirina xweseriya demokratîk dikeve ber gengeşî û lêpirsînan…

Bi vê jêgirtinê dawî li nivîsa xwe tînim: 

“Bajarê ku lê dijîm bajarekî bi barûd, hawar û gaziyan e.

 Bajar li ser helkîn û hetiketiyên dem û emirberiya ’aqilan e’. 

Diyarbakir, Diyarbekira Rengîn, Amed, Warê Şêran… navên xwe hene…

Ew qas navên xwe hene xuya ye heya navekî bi dest bixe ê dunya bi toz û dûman be…”


Hurcahil / Cîhan Roj / Weşanên J&J / Roman / 88 rûpel / Avrêl 2015

 

**

Nûçeya eleqedar:

- Romanek nû: 'Hurcahil' derket 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Berendamên MHP'ê yên bajarên kurdan

ad

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişlo dest bi belavkirina mazotê kir

ad

Namzetiya Ferhad Pîrbalî ya ji bo serokatiyê çima nehat qebûlkirin?

ad

Li Sêrtê erdhej çêbû

ad

Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ

ad

Hemû awir zivirîn ser Babê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname