logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê

  • Dîrok: 30/06/2016
  • Beş: Serbest

Dilşêr Bêwar

Ji vir berî hefteyek deh rojan min bi çend heval û dostên xwe re ev qerara xwe parvekir. Ji îro û pêve ezê nivîsên rexneyî/nirxandinî nenivîsîm û ezê zimanê xwe yê facebookê jî biguherînim. Ezê bêhtir kedê bidim xwe. Ezê hewil bidim li helbest nivîsîna xwe vegerim û kurte çîroka bicêribinim û niha dicêribinim jî. Hin hevalan piştgirî dan qerara min û hin jî li hember derketin. Û ev heval  tev vane li heyatê ne. Hûnê niha bipirsin û bibêjin tu niha bi çi aqilî vê nivîsê dinivîsînî. Bersiv basît e. Pîştî gengeşî û hîn şîroveyan  Hemdula Kovan Baqî deng li me xwendeyan kir dora gotinê hat ser me xwendeyan. 

Divê vê jî bi bîr bixim kesê bû sedem dest bi nivîsên nirxandinî bikim Kovan bixwe ye. Kovan bi pêşniyar û rexne û piştgiriyên xwe her li cem min bû û ji min re bû pî û bask. Kovan her û her bêminetî û etîka edebî û sadiqmayîna bi metnê bi bîra min xist. Kurt û kurmancî Kovan bû çira li pêşiya min. Û bi wê cesaret û etîka ku Kovan bi bîra min xist niha van hevokan dinivîsînim. Lewre min bîr û baweriyên xwe yên di derbarê metnan de bi Kovan re bê xem parve dikir û ezê bikim jî. Loma berî ev mesele rû bidin min hin tiştên ez diqiqilandim rabû bi 16 xalên hevbeş yên di derbarê herdû berheman de sê roj berê bi  Kovan re parve kir. Û hê vê meselê rûneda bû. Û min bi rêya telefonê ji kovan re got min nivîsek bi vî hawî ji te re şand. Ji bili Kovan ta wê kêliyê min ev pirsên teknîkî bi tu kesî re parve nekiribûn. Kovan hê li min vedigre. Kovan ew kes bû ku ger hewce bikira rojê me çar pênc cara bi rêya telefonê qise dikir. Ez li hêviyê bûm Kovan li min vegeriya û ger tiştên min behs kirin şaş bûn diviya li ser navê dostî û etîka edebî ez şiyar bikirama û ev "qurî bûxtanan" li nav çavê min bixista. Û dîsa li dost/hevalê me yê hevpar Cîhan Roj vegeriya ba û bigota; binêr Dilşêr bi hişê xwe yê çelqiyayî hin tiştan bilêv dike bila haya te jê hebe wekî mezin û dostek tu jî lê vegere bila van buxtanan meke lewrê ez, tu, Yildiz û Dilşêr dostên hevparin wê xelk henekên xwe bi me bike. Ma etîka dostî û hevalî û edebî ji bo çi heye bav û bira.Helbet vê jî dizanim Kovan nivîskarek di ser pozê xwe re ye û di heman demê de jî rexnekar û teorîsyenek yên herî baş ên edebî yek jî Kovan e. Helbet ez nikarim bi Kovan re di behra edebî de kap biavêjim lê ew nayê wê wateyê ku ez nikarim du gotinan bikim. Kovan bi nivîsa xwe ya li ser vê meseleyê belav kiriye bi gotinên gilover axifiye û hewil daye golê şêlû bike. Li holê pirs hene divê wekî edîtorek her du berheman ew pirs, îdîa welew buxtanan yek bi yek pûç bikira. Metin li rastê ne û qiyamet ranebûye ranabejî. Ev tevlihevkirin û ecele çi ye? Metinên li ber dest em wekî Kovan gotî qebûl bikin. Lê ew nayê wê wateyê ev tiştên teknîkî yên behsa mijarê ne em behs dikin tune bihesibinin. Her tişt eyan beyan li ber çavan di dilê her du metnan de razayî ne. Rast e metna Gêrîneka Guercinayê metnek kaotîk e mij venişiye ser metnê lê mij nikare van problemên teknîkî tune bihesibîne.

Min her du berhem jî xwendine û li ser her du berheman nivîsên xwe bi kêf xweşî bi xwendevanan re parve kiriye. Her du nivîs wane di malpera www.diyarname.com de tomarkirîne û ez li pişt nivîsên xwe me. Wexta min nivîsa xwe a di derbarê Gerineka Guercinayê de lêkir hin pirsên min hebûn û hin tişt di serê min de zelal bûn lewre min guh neda wan. Piştî vê gengeşiyê destpêkir  her du berhem bûn agir û bi canê min ketin. Detayan detay xwedî kir.

Piştî min nivîsa xwe a di derbarê Gêrîneka Guercinayê de nivîsî bi rêya telefonê dûr û dirêj kêfxweşiya xwe bi Yildizê re parvekir. Û bê ku bikevim detayan min berhemên Cihan bi bîra Yildizê xist. Û min di heman demê de kêfxweşiya xwe a di derbarê Gêrîneka Guercinayê de bi Cîhan jî re parvekir. Waye sax in, li heyatê ne. Hê jî Gerîneka Guercinayê û Perde li ber dilê min ezîz in û wê ezîz biminin jî. Wê heta hetayî karektera bi navê "Perîya dirêj" ji bira min neçe û gelek tablo û sahneyên din ên mihteşem hene ev besî min e ji bo hezkirina ji Gêrîneka Guercînayê. Ger li ser navê dostanî, etîk û dirustbûnê problemek min hebe ew jî li hember Yildizê ye lewre min pirs û detay pê re parvenekir û sedemên min hene bila ew jî biminin ji min re.

Di derbarê edebiyata kurmancî de bi zimanek edebî mijar çi dibe bila be gengeşî xweş in.

Xalên hevbeş yên romana Cihan Roj a bi navê Perde û Gerîneka Guercinayê a Yildiz Çakar.

Ji bo detay xweş eyan bin wezê xal bi xal behsa metnê bikim. Ezê "Perde" yê bi tîpa P û Gerîneka Guercinayê bi GG yê pênase bikim

1. 

P: Roman piskolojik/civakî/siyasî ye.

GG:Roman piskolojik/civakî/siyasi ye.

2. 

P: Karektera sereke jin e/Gulten

GG: Karektera sereke jin e/ Lîsa/Abîde

3. 

P:Bavê karekter/Gulten kesek siyasî ye dikeve zindanê, derdikeve

GG: Bavê karekter/Lîsa kesek siyasî ye dikeve zindanê, derdikeve

4. 

P:Mekanê esasî Amed e

GG: Mekanê esasî Amed e

5.

P:Karekter/ Gulten li Stenbolê qizaniya xwe dide evindarê xwe yê sazbend/hunermende piştre vedigere Amedê. Pismamê Gultenê dibe sedem Gulten û Sazbend hev binasin û bibin yar

GG: Karekter/ Lîsa li Stenbolê qizaniya xwe dide evîndarê xwe ê Resam/hunermende piştre vedigere Amedê. Hevalek Lîsa yê dibe sedem Lîsa û Abraham hev binasin û bibin yar.

6. 

P:Piştî Gulten ji qîzaniya xwe dibe di demek kurt de ji hev vediqetin û qasî misqalek karekter naêşin.

GG:Piştî Lîsa ji qîzaniya xwe dibe di demek kurt de ji hev vediqetin û qasî misqalek karekter naêşin.

7.

P: Di nava metn/jiyana modern de dengbêj (çanda devkî) karekterek berbiçav e.

GG: Di nava metn/jiyana modern de dayika şaxê/çîrokbêj (çanda devkî) karekterek berbiçav e.

8. 

P:Karekterê erebokçi zebeşa difroşe.

GG: Karekterê erebokçî mêwe difroşe.

9. 

P:Karekter rexne li siyaseta heyî digre.

GG: Karekter rexne li siyaseta heyî digre.

10. 

P:Vebêj karektera sereke Gulten e.

GG: Vebêj karektera sereke Lîsa ye.

11.

P: Roman salên 80 û 90’î digre dest

GG: Roman salên 80 û 90’î digre dest bi tevî şerê ji tabloya Pîkaso dipijqe nav metnê.

12. 

P:Karekter hezkiriyê xwe yê temen kurt li Taksimê dibîne... li wir li badikevin.

GG: Karekter hezkiriyê xwe yê temen kurt li Taksimê dibîne... li wir li badikevin

13. 

P: Roman bi sahneyên kurt û pevgirêdayî hatiye hunandin

GG:  Roman bi sahneyên kurt û pevgirêdayî hatiye hunandin

14.

P: Metin bi heyata karektera sereke re şerê çekdarî û bandora wê a li ser civakê vedibêje.

GG:Metin bi heyata karektera sereke re şerê çekdarî û bandora wê a li ser civakê vedibêje.

15.  

P:Ketina bav a zindanê di têkçûyîna karektera sereke de xwedî rolek bingehîn e.

GG:Ketina bav a zindanê di têkçûyîna karektera sereke de xwedî rolek bingehîn e. Her çiqas bav baş nehatibe pênasekirin û xumamî hebe jî tiştek ji wateya xwe kêm nake pirs.

16.

P: Gulten piştî gelek serboriyan li Amedê tê tecawizkirin. Çavê Gultenê bi şemaqiya sor! girêdayî ye.

GG: Lisa/Abîde di zarokatiya xwe de rastî tacîzê hatiye. Em vê ji ku dizanin? Di sahneya pevşabûnê de dema karekter/Abraham dibê Lîsa min çiçikên te xwarê. Sahne wekî camek şikyayî têk diçe. Bi sahneya bê re Lîsa ji ber xerabkirina wê sahnê lêborînê ji hezkiriyê xwe dixwaze...

17. 

P: Dema Gulten diçe Stenbolê pismamê wê Gultenê pêşwazî dike.

GG: Wexta Lîsa û malbat diçin Edenê pismamê wê wan pêşwazî dike.

18.

P:Gulten dixwaze biçe Ewropa lê naçe.

GG: Lîsa dixwaze biçe Ewropa lê naçe.

19

P:  Piştî "sahne" diherikin "Woolf" derdikeve "ser sahnê" sahneyan bi zimanek tîr bi bîra me dixe.

GG:  Piştî "sahne"diherikin spikera lêvmor derdikeve "ser sahnê" bûyerê bi bîra me dixe.

20

P: Şalpeya sor û reş! a li dor çavê Gultenê girêdayî a di sahneya tecawizê de. Sor xwînê/zilmê/hêzê/şînê, reş reşgirêdanê temsil dike. 

GG: Li mala Abraham heykela dadê bi boyaxa reş hatiye seyandin û Abraham bi firçeya xwe du nuqutê sor/ xwîn e lê zêde dike. Edaleta heyî tê rexnekirin. Reş û sor!

21. 

P:Tilî tiliyên li ser lêvên Gultena çavê wê bi şalpeya sor û reş! girêdayî tê tecawizkirin. Tilî sembola hêzê/şewhet/qudretê/zilmê 

GG: Tili tiliyên zarok a îşareta serkeftinê. Tilî li hewa direqise li hember zilimkaran sembola serketinê/qudretê/a hêzê.

22.

P: Sahneya surreyal; karekterê bi navê Maqûl li mala xwe bi resim/tablo çêkirinê re mijûl e boyaxê rastgele li tabloyan radixe. Roman metnek realîst e bi tevî tabloya xwe a "sureyalîst".

GG: Sahneya surreyal Lîsa bi vegotina xwe re behsa tabloya surrelîst a Pikaso dike. Roman romanek realist e. Herçiqas hişek kaotîk wekî mijek tîr li ser metnê venişî be jî  "îro û do û pêr" xweş eyan e li ber çavan.

23.

P: Temeziya sor/xêliya sor û turikê hevalê bavê Gultenê alavên "pîroz in" li mala wê. Bavê Gultenê hê terecane dimire. Baqî hevalê bavê Gultenê (eşqa platonik a Gultenê ye) Li gor Gultenê Baqî îxanet li bavê wê kiriye. Him ji ber îxanetê him ji ber hezkirina xwe di şînê de ye. Temezîya sor/xêliya sor şînê temsîl dike. Li Serhedê wexta kesên terecan diketin bin axê temeziya sor bi serê kêlikên mezelên wan ve dardedikirin. Lewra Gulten di destpêka meşa xwe a berev têkçûn û mirinê de Temeziya sor/Xêliya sor bi xwe re digerine.

GG:Xêliya sor ji hezkiriyê Lîsayê maye dema diçe mirinê wekî al li badikeve. Sor şînê temsîl dike. Abraham xiyanet li Lisayê kiriye. Lisayê hezkirina xwe berdewam kiriye lewra sembola şînê/hezkirinê bixwe re gerandiye.

24.

P: Şaş şîrovekirina ol û edetên olî ên hîn "terîqetan" di metnê de dibe sedem karekterê bi navê Maqûl (dema zarok e) ji tirsan ji mêraniyê bikeve.

GG: Rabûn û rûnişkandin hal û hareketên  "terîqetî" yên di mizgeftek de rû didin dibin sedem karektera bi navê Lîsa (dema zarok e) ji tirsa şok bibe û newêribe li çavê diya xwe mêze bike. Ev şokbûn tesirek çawa li ser rihê Lîsa ya biçûk dihêle nehatiye şîrovekirin a min ferq nekiriye.

Nîşe: 1 Şîrovekirin û watedayina  "Şalpeya sor û reş", "temeziya sor","tili"yên di dema tecavûze de li ser lêvên Gultenê diçin û tên ên di  metna  "PERDE" de û "Xêliya sor", "Boyaxkirina peykerê dadî a bi reş û sor" hatiye boyaxkirin û "tilî" îşareta serkeftinê a di romana bi navê "Gêrîneka Guercinayê de aidî min in. Mimkûn e xwendeyek dî wateyek din lê bar bike û heta van xalan li ber çavan megre.

Nîşe:2 Ji niha û pêve ezê bersivê nedim tu pirs û şîroveyan heta xwendevan û rexnegirên kurd pirsên min pûç nekin. Ger xalên min destnîşankirin tev hatin pûçkirin ezê li vê derê lêborînê di serî de ji Yildizê û Kovan û piştre hemî kesên eleqeder bixwazim nema carek din nivisek nirxandinî binivîsînim ev jî soza min e.

***

Nivîsên li ser vê nîqaşê hatine weşandin: 

- Cîhan Roj: LÊ EZ ŞOQ NEBÛM! 

- H.Kovan Baqî: - Şoqek bêwext û du roman   

- Cîhan Roj: - Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê



Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rojeva Covid-19: Îro 10 agahiyên derketine pêş

ad

Em Orhan Doganî bi hurmet bibîr tînîn

ad

Herî zêde pirtûkên erotîk dixwînin

ad

Li her derê Komkujiya Roboskî hat şermezarkirin

ad

Leyla Zana vedigere meclisê

ad

Bendava hilbijartinê bû Sedî 13!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname