Hewlêr
Her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro civiyan û derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî bi hev re gotûbêj kirin û ragihandin, ku her du alî li ser rewşa Kurdistanê xwedî nêrîn û helwesteke hevbeş in
Îro çarşemî 25ê Cotmehê bi armanca nirxandina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, her du polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêr a paytext bi hev re civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî ya kurt het weşandin ku têde hatiye gotin: “Rewşa Herêma Kurdistanê û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî di vê qonaxa hesas de û bo rûbirûbûna wan astengiyên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine, bi berfirehî û kûrî hatin gotûbêjkirin û nirxandin.”
Derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û yekrêzî û tifaqa navbera aliyan de jî “her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser yekrêzî û tifaqa rêzan û ji hev têgihîştina di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de xwedî nêrîn û helwesteke weke hev bûn.”
Li gorî daxuyaniyê, “her du aliyan tekezî li ser wê jî kirin ku hewlên wan berdewam e, bo derbaskirina qonaxa niha ya ku Kurdistan ratsî wê hatiye û dîtina rêyeke çareseriyê bo hemû arîşeyan bi şêweyekê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, bo vê armancê jî tekezî li ser yekrêziya gelê Kurdistanê kirin.”
Ji Rûdawê hatiye girtin
**
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Encamên referandûmê hatin betalkirin
- Hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin paşxistin
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Bedran Dere: Kurdistan wê çima nebe Almanya?
- Cemil Oguz: Pêdiviya Başûr bi Salih Muslim heye
- Hîwa Khoshnaw: Piştî referandûmê hin gotin
- Başûr: Em bê şert ji diyalogê re amadene lê, dest ji referandûmê bernadin
- Goranê biryara avakirina Hikumeta Rizgarî ya Niştîmanî erê kir
- Notên ji axaftina Bafel Talabînî
- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin
- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê
- Li ser Başûr sê nûçeyên îro derketin pêş
- Li ser Başûr îro çend notên girîng (27.09.2017)
- Ji serê sibê de agahiyên li ser referandûmê (Hemû agahyên roja 25'ê mehê)
- Meclisa Kerkûkê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red kir
- Komên Kurdî beşdariya Parlamena Iraqê rawestandin
- Waliyê Kerkûkê ji peywirê hat girtin
- Nûner Mistefa: Em hewldanên bi paş ve xistina referandûmê erênî dibînin
- Parlemenê biryar da ku referandûm di dema xwe de çêbibe
- Zekî Ozmen: Referandûm û emojiya ala rengîn
-