logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Başûr: Em bê şert ji diyalogê re amadene lê, dest ji referandûmê bernadin

Îro 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bêyî beşdarbûna Tevgera Goran û Komela Îslamî ku du partiyên mezin yê

  • Dîrok: 22/10/2017
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bêyî beşdarbûna Tevgera Goran û Komela Îslamî ku du partiyên mezin yên Başûrê Kurdistanin, ji bo nirxandina aloziya siyasî û eskerî ya li Başûr a bi hikûmeta Iraqê re li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyeke hevpar belavkirin.

 

Partiyan ragihandin ku êriş û biryarên hikûmeta Iraqê ne qanûnî û demokratîk e û wiha hate gotin: “Em van êriş û biryarên Iraqê bi neqanûnî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev pêkanînên leşkerî yên Iraqê ne emrên mutleqin û demkî ne.

 

Naveroka daxuyaniyê wiha ye;

 

-Hemû aliyên siyasî îşaret bi yekrêzî û yekdengiya hemû hêz û aliyên siyasî yên li Kurdistanê kirin û ji bo serkeftin û çareserkirina pirsgirêkan vê yekê weke zemîn dizanin.

 

-Em bi tundî êrişên eskerî û biryarên siyasî û aborî yên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin. Em van êriş û biryarên Iraqê neqanûnî , nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dibînin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin. Ev pêkanînên eskerî yên Iraqê ne mutleqin û demkî ne.

 

-Em bersivê didin banga civaka navnetewî û hevalbendên xwe em amade ne tevahiya pirsgirêkan bi rêya guftogayan çareser bikin û em her tim ligel wê yekê bûne. Lê mixabin aliyê Iraqê rêya eskerî ji xwe re hilbijartiye. Ji ber vê yekê jî em niha amade ne dest bi diyalogên bê merc û li gorî destûr û dûr ji siyasetên ferzkirinê bikin. Divê Iraq di çarçoveya naskirina mafên Kurdan de bê li ser maseyê gotûbêjan û ji bo vê mijarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneritiya gelê Kurdistanê dike.

 

-Em weke aliyên siyasî bi tundî her hewldanên dixwazin  du rêveberiyê ji nû ve zindî bike red dikin. Pêwîst e Herêma Kurdistanê ji bo her guftûgoyên bi hikûmeta Iraqê re bê encamdan yekgirtî be.

 

-Referandûm mafeke destûrî yê gelê Kurdistanê ye û  em dev ji vê yekê bernadin û divê Iraq û civaka navdewletî ji ber vê mafî, gelê Kurdistanê ceza neke.

 

-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.

 

-Em di dawiyê de silavên xwe pêşkêşî giyanê pak ên tevahiya şehîdên Kurdistanê û taybetî yên li Kerkûk, Xurmatû û Xaneqînê dikin. Em têkoşîna pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê binirx dibînin û em rêz didin wan. Em silavên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên bi zora hêzên iraqê koçberbûnê re jî dişînin.

 

-Di dawiyê de îradeya gelê Kurd dê bi serbikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin.

 

Hikûmeta Iraqê jî ragihandibû ku şerta wan ya diyalog li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê deynin û qebûl bikin betalkirina biryara referandûmê ye. Eger nebêjin referandûm betal dikin diyalogê qebûl nakin. 

 

Hêjayî gotinêye ku Tevgera Goran ku di parlementoya Herêma Kurdistanê de partiya duyem a mezin ya Başûrê Kurdistanê ye û Komela Îslamî jî xwedî girseyeke mezin e li Başûr di nava parlementoyê de jî digirin. Her wisa yek ji partiyeke muxalîf û xwe li seranserê Başûrê Kurdistanê rêxistin kiriye Tevgera Azadî jî beşdarî vê civînê nebûne û nêrîna wan di vê daxuyaniya hevpar de nîne. Goran jî pêşniyara avakirina Hikûmeteke nû ya bi navê Rizgariya Netewî li Başûrê Kurdistanê dike. 

Ji Rojnewsê hatiye girtin

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Goranê biryara avakirina Hikumeta Rizgarî ya Niştîmanî erê kir 

- Notên ji axaftina Bafel Talabînî 

- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin 

- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê 

- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin 

- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû 

- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê 

- Kerkûk ket destê Heşdî Şebî   

  


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Aynur Dogan vê mehê li 6 bajaran konseran dide

ad

Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

ad

Li ser maça Diyarbekir û Bursasporê çi gotin

ad

Zanîngeha İnonu li benda kurtefîlman e

ad

Çîrokên 'Spêle'yê li benda we ne

ad

Hekîm Sefkan bi nivîsên xwe yên nû tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname