Diyarname
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe li ser hilbijartinên ku dive serê meha pêşiya me biba daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Me wekî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê biryar da ku hilbijartina 1’ê Sermawezê ya ji bo Parlamenê û ya ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê da rawestandin.
Li ser sedema rawestandinê jî komîsyon dibêje ku ji ber di dema hatibû diyarkirin de serlêdanên ji bo namzetiyê nehatine kirin, her wiha rewşa niha ya herêmê jî wekî sedem nîşan dide. Komîsyon dixwaze di vê derbarê de parlemen biryareke bide.
Komîsyon diyar nake ku dê kengê hilbijartin li dar bikeve û biryarê ji bo parlemenê dihêle lê nediyar e dê parlemen jî kengê li ser meseleyê bicivine. Her wiha îro hin îdîa hatin kirin ku PDK û YNK'ê li hev kiriye ku dema Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ji bo du salên din hatiye dirêjkirin.


