Diyarname
Serokwezîrê Irqê Haydar el-Îbadî xwestibû ku Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji peywirê bê girtin. Li ser vê meclisa Iraqê li hev civiya û walî Kerîm ji peywirê girt.
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm piştgirî dabû referandûma li Başûrê Kurdistanê. Reutersê li ser çavkaniya mebûsekî Iraqê ragihand ku walî Kerîm ji peywirê hatiye girtin.
Necmedîn Kerîm îro li ser meseleyê daxuyaniyek da û got ku ew vê biryarê nas nake.
Hinek parlementerên Iraqê di meha borî de ji bo Kerîm ji peywirê bê girtin dest bi berhevkirina îmzeyan kiribûn.


