Diyarname
Li Nisêbîna Mêrdînê erebeyek ket coya vê û têde 4 jê zarok, 6 kes mirin. Diyar bû ku ew xizmên lîstikvanê Amedsporê Mihemed Xelîl in.
Qeta duh ber êvarkî çêbû. Di qezayê de Fikriye (30), Gulcan (28), Mehmet Şirin (11), Lawîn (9), Zana (5) û Mert Ozturk canê xwe ji dest dan.
Piştî qezayê derket holê ku ew xizmên lîstikvanê Amedsporê Mihemed Xelîl (Mohammed Khali) in.
Klûba Amedsporê jî bi ser X'ê re bi kurdî û tirkî peyama sersaxiyê belav kir. Hevşaredara Amedê Serra Bucak jî peyama sersaxiyê belav kir.


