Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê ji xewa şîrîn şiyar kirin. Hem jî bi dengê tang û topan. Ev şok û panik dikare bi xwe re encamên psîkolojik jî bîne.
Serxwebûn, xweserbûn, azadî meseleyeke cuda ye, wekî şîrê dayikê li kurdan helal e. Ne xewn e, ne xeyal e, mafekî xwezayî ye. Mesele ne ev e. Tiştê ku dixwazim derbixin pêş ew e ka ji bo van armancên ew qas pîroz ku bi mîlyonan kurdî di rêya wan de canê xwe feda kirin û hê jî feda dikin, rêvebiriya Başûrê Kurdistanê çi kir?
Ev 25 sal in rêvebiriya Başûr di destê kurdan de ye.
Ew qas sal in li Kurdistanê çi hilberîn çêbû? Çiqas kargeh vebûn? Sîstema binesazî, elektrîk çiqas hat guherandin? Mantaliteya ked û xebatê çiqas di nava gel de hat bi cîh kirin. Asteya perwerdê çi ye? Zanîngehên Başûr ciqas zanyar û akademîsyen gîhandine? Başûr çiqas dikare debara xwe bi çandiniya xwe ya hundurîn bike? Rêncberî, çîflig, lawirvanî di kijan astê de ye? Çiqas dar hatine danîn? Behsa kîjan daristanî dikare were kirin? Bê ku hewceyê derve bibe, çend mehan dikare li ser piyan bimîne? Û bi tonan pirsên ku welatekî dike welat...
Werim em Kurdistan û Almanyê bidin berhev.
Kurdistan û Almanya ji ber qedera xwe ya şer dişibin hev. Her du jî dema ji şer derketin wêranî, xizanî sefalet di asta herî jor de bû. Ferqek hebû Kurdistan bi serketibû Almanya têk çûbû. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê Almanya wêran bûbû, tiştek aîdê berê nemabû ji bilî mantalîte û kevneşopiya hilberînê.
Tiştê ku îro Almanya di cîhanê de kiriye çaremîn hêza herî mezin a aborî ev mantalîteya ked, xebat û hilberînê ye.
Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ku wekî felaketa herî mezin ya dîroka mirovahiyê tê zanîn, Almanya ji bo ji nû ve rabe ser piyan, hewceya wê bi karkerên derve hebû, şand pey karkerên Anadoliyê jî û ew xistin xizmeta mantalîteya xwe.
Tirk û kurdên ku di jiyana xwe de ji gundên xwe derneketibûn bi xêra mantalîteya alman ya hilberînê otobanên herî meşhûr yê cihanê çêkirin, wesayitên herî saxlem û navdar yê cîhanê derxistin piyaseyê. Mantalîteya alman bi van karkerên reben enerjiya xwezayî ya ji germahiya rojê da afirandin. Ji balafir, helîkopter, tang, wesayît bigire heta her cure motor, makîne, berhemên kîmyewî, kompîtur, berhemên elektronîk, dermanên herî meşhur yê cîhanê, tekstîl, malzemeyên avakirinê, berhemên plastîk, hilberîna zad, xwarin, pêşxistina baxçeyên mêwe, rêncberî, xwedîkirina heywanan, parastina xwezayê, parastin û pêşxistina daristanan, sîstema perwerdehiyê, hema çi tê hişê we bi destê van kurd û tirkan da çêkirin. Di vê derê de em behsa siyaseta wê ya îro nakin. Piştgirî dide kîjan hêzên otorîter ev meseleyeke siyasî ye, mirov dikare wê cuda binirxîne. Lê xuyaye mantalîteya wê ya ked û hilberînê hêjayê analîzeke kûr û dûr e.
Lê em biçin Kurdistanê, dema mirov li balafirgeha Hewlêrê pêya dibe heta Duhokê, di rêya sê saetî de mirov rastî tu darekî nayê. Hêşinahî tune. Bi sedhezaran pêşmerge, xwendekar, rêwî gundî hene, eger her yekî darekî danîba heta niha Kurdistan tev bûbû daristan. Ew çemên ku ji bakur û ji rojhilat diherikin ser singa Başûr, eger ji wan fêde bihata dîtin, niha zebze, fêkî û berhemên din yên xwarinê wê têra tevahiya Rojhilata Navîn bikira. Sanayî tune. Eger xortên kurd bi mantalîteya hilberînê bihatana perwerdekirin, niha Kurdistan dikaribû her cure mal, alav û malzemeyên jiyanê îxrac bikira.
Lê çi kirin?
Keçên heremê mehkûmê zewacê kirin, xortan mehane bi 200 dolarî ve girêdan mehkûmê pêsmergetiyê kirin, tu pergaleke cidî ya ji bo pêşxistine pîşe û kar nedan pêşiya wan. Ji bo karên înşaetê û çêkirina rêyan, ji derdorên herî nijadperest yên Tirkiyeyê kes anin îhaleyên tije sextekarî û gendelî pêşkêşî wan kirin. Karsazên herêmî mehkûmê îflazê kirin. Di şûna Almanya û Hollanda de, ku yek navenda sanayî, ya din bihuşta bax û bostan e ku tevahiya Ewropayê xwedî dike, wan Dubaî ya rût û tût ji xwe re nimûne girt. Di sûna hilberîna endustriyel de ku mirov dikare berhemên wê ixrac bike û jê hatina aborî bi dest bixe wan giranî dan ser avakirina xaniyan, yanî makyaja sexte û mesrefa fizûlî. Temamê hebûna xwe pêşeroja xwe bi firotina petrolê ve girêdan. Bi mîlyaran dolarên ku ji firotina petrolê hat wekhevî di xizmeta gel de nehat xerc kirin. Tenê çîna rêveber û dostên wan yên tirk jê fêde dîtin. Gel dîsa xizan mabû.
Rêvebiriya Başûr di şûna hilberîn û qezencê de, xerc û mersref tercîh kir. Lewma îro li vê herêma me ya birîndar, tirsa herî mezin ew e gelo rojekî welatên cîran derî li ser me bigirin, wê halê me bibe çi?


