Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
NAVENDA NÛÇEYAN
Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi pêþengiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cigirê wî Qubad Talebanî kom bû.
Li gor daxuyaniyek nivîskî li ser malpera fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê belav bûye, di civînê de rewþa Kerkûk û navçeyên li ser madeya 140 (navçeyên bi nakok) û rewþa niha ya herêmê hatin nîqaþkirin.
Di dewama heman daxuyaniyê de wiha jî hate diyarkirin; “Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê pêþniyarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên dawiyê pejirand û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikumeta Federal de li ser bingehê destûra Iraqê, ji bo guftûgoyê biryara vegera Bexda da. Her wiha ji civaka navnetewî jî daxwaz kir ku ji bo destpêkirina guftûgoyê navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de, alîkariya her du aliyan bike.”
Di heman daxuyaniyê de her wiha wisa hat gotin: “Her wiha ji bo nêzikatiyên li hemberî pêþketinên qonaxên dema pêþ rû bidin jî nîqaþ hate kirin. Belê hikumeta Herêma Kurdistanê carek din dubare kir ku ji bo derbaskirina van qonaxan divê gelê Kurdistanê bi hev re be û çawa qonaxên zehmet ên pêþtir derbas kiriye, wê van jî derbas bike.”