Diyarname
Îro kesên ku ji bo mebûsiyên Meclisa Tirkiyeyê hatin hilbijartin di meclisê de sond xwarin. Mebûsên HDP'ê jî. Yek ji wan jî Remziye Tosun bû. Di dema qedexeyên li Sûrê de Tosun ligel malbata xwe dîl mabû, piştî ji win derket hatibû tewqîfkirin û paşê hatibû berdan. Tosun jî ji lîsteya HDP'ê ji Amedê hat hilbijartin. Remziye Tosun îro bi melhefa kurdî çû meclisê û sond xwar. Me jî ev wêne wekî wêneyê rojê hilbijartin û em pêşkêşî we dikin.


