Hewlêr
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di rûniştiya xwe ya îro de hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi paş ve xist.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan hilbijartinên parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê 8 mehan paş xist.
Li gor nûçeya Qereçûx Enwer ê Rojnewsê îro bi beşdariya 68 mebûsan Parlemena Herêma Kurdistana Federe li hev civiya. Di civînê de bi 60 dengan dema hilbijartinên parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê 8 mehan hat paşxistin.
Talabanî bû Sekretera Parlemenê
Her wiha ji YNK'ê Bêger Talabanî wekî Sekretera Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya timî hat hilbijartin.
Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê beşdarî civîna îro ya parlamentoyê nebûn û li dijî paşxistina hilbijartinan bertekên xwe anîn ziman.
Dema parlemenê serê mehê diqediya
Dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya niha di 6'ê Mijdara 2017'an de bi dawî dibû. Her wiha dema serokatiya Mesûd Barzanî jî ji 19'ê Tebaxa sala 2015'an ve bi dawî bûye. Her wiha di 20'ê Hezîrana sala 2013'an de jî 2 salan dema Mesûd Barzanî hatibû dirêjkirin.
Dihat payîn ku li Herêma Kurdistanê di 1'ê Mijdara 2017'an de hilbijartinên parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê pêk bihatana.
Goran: 'Dirêjkirina dema parlemenê derbeyeke din e'
Serokê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Biroz Mecîd îro li salona parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got: "Em wekî Tevgera Goran bi tundî êrîşên leşkerî yên li ser herêmên bi nakok şermezar dikin. Bi tu awayî nabe encamên referandûmê bibin sedema binpêkirina mafên neteweyî û niştîmanî yên gelê Kurd."
Biroz Mecîd li ser parlemenê jî wisa got: "Em berdewamkirina vê rewşa ne qanûnî ya Herêma Kurdistanê red dikin. Pêwîst e hikumet dema li hember rawestandina pirsgirêk û aloziyan vê qonaxê û amadekariyên rasteqîn ji bo hilbijartinê li ser bingeha stratejiya navneteweyî pêk bîne. Di vê rewşê de careke din parlamento komkirin, ji bo pêkanîna armancên hizbî ye. Duh ji ber biryarên jor ên şexsî û hizbî gel û niştîman xistin ber gefên mezin. Îro bi gaveke ne demokratîk darbeyek din dikin û dema parlamentoyê dirêj dikin. Em wekî koma Tevgera Goran dirêjkirina dema parlamentoyê û saziyan a ji bo berjewendiyên hizbî û şexsî red dikin. Ev hewldan ji ber nebûna destûrê ye. Binpêkirina prensîbên qanûnî ye ye. Ji ber ku dirêjikirinên wiha binpêkirina mafên dengdêran e."
Komîsyanê jî bi paş ve xistin xwestibû
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe li ser hilbijartinên ku dive serê meha bihata lidarxistin roja 18'ê vê mehê biryara bi paş ve xistina hilbijartina dabû, lê dem ji bo parlemenê hiştibû.
Sê parlementerên YNK'ê: Dirêjkirina dema parlamentoyê neyasayî ye
Sê parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) diyar kirin ku dirêjkirina dema parlamentoyê neyasayî ye û daxwaza ji vekêşandina hikumetê û avakirina hikumeta rizgarî ya niştîmanî kirin. Parlementerên YNK'ê Geşe Dara Hefîd, Qadir Rezgeyî û Miryem Semed li parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo çapemenî axivîn û dijî dirêjkirina dema parlemenê derketin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin


