Kerkûk
Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ragihand, ku îraniyan serkirdetiya şerê Kerkûkê dikirin û da zanîn, ku ji bo parastina canê pêşmerge biryara paşde vekişandinê hatiye dayîn.
Fermandarê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa bi rêya telefonê beşdarî bultena Rûdawê bû derbarê vekişandina Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê de daxuyanî da.
Cefer Şêx Mistefa amaje bi wê yekê kir ku biryara paşde vekişandinê li Kerkûkê ji bo parastina cane pêşmerge rast bû.
Fermandarê Pêşmerge wiha got: “Şikestin be an jî serkeftin ez berpirsiyariya hemû encaman digrim ser stûyê xwe. Ji bo paşde vekişandinê ti rêkeftinek nehatiye kirin. Lê hêza leşkerî ya Iraqê li hember pêşmerge pir bê hevseng bû. Lewma biryara vekişandinê rast bû.”
Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêzên xwe anîbûne başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wê didan.
Rûdaw
**
Nûçeyên Eleqedar: