Diyarname
Roja 20'ê mehê Bafel Talabanî ji bo kanala France24 axivî. Me ew axaftin wergerand kurdî.*
- Pêşmergeyên di salên dawî de li hemberî her cure tehdîdan Kerkûk parast û bi vê tê nasîn. Carek din bi hêzek leşkerî ya xurt re rû bi rû man. Serleşkerên me yên li eniyê piştî dor 100 pêşmergeyên me jiyana xwe ji dest dan bi awayekî taktîkî bi paş vekişiyan. Rastiya bûyerê ev e. Ji bo em bi hezaran pêşmergeyan ji dest nedin, pevçûn nekeve nava Kerkûkê û gelek sivîl jiyana xwe ji dest nedin biryara bi paş ve kişandinê hat dayin.
Bila lêpirsîn bê vekirin
- (li ser pirsa kesên nav partiyê jî jêre dibêjin xayîn) Kesên ji min re wisa dibêjin ez vê gotinê îadeyî wan dikim. Ez wan bi xiyanetê sûcdar dikim. (Du caran dubare kir) Di vî warî de ez dibêjim dê lêpirsîn bê dest pê kirin. Ez daxwaz dikim ku li ser tiştên li Kerkûkê qewimîne lêpirsîn bê vekirin. Her wiha der barê rêberên kurd ên me daxistine vî halî jî lêpirsîn bê vekirin.
Yekîtî divê
- Ez bi gotin jî êrîşê Serok Barzanî nakim. Ezê tiştek wisa nekim. Tu tiştek yekîtiya kurdan lawaz bike ezê nekim. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekîtiyê heye.
- Gere em vê ji xwe bipirsin, em çawa hatin heta vê kêliyê? Referandûm pirsek bû divê bihata pirsîn. Lê referandûm ne hedefa me ya dawî ye. Hedefa me ya dawî ew e ku kurd mafên xwe bi dest bixin. DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Brett McGurk û hwd heta roa dawî jî pêşniyar ji bo me anîn. Pêşniyar kir ku em ligel Bexdayê muzakereyan bikin di nav du salan de mîsoger dikirin ku em referandûmê li dar bixin. Mixabin rêberên kurdan -ez tenê qala Mesûd Barzanî nakim- firsendeke dîrokî ya bi vî rengî piştguh kirin. Ev xetayeke mezin bû. Di pevçûnên li Kerkûkê bi xwe de firsendek hebû. Dema hêzên Iraqê ber bi Kerkûkê ve pêş de dihatin jî firsendek hebû. Abadî xwe gihand me û peymanek pêşkêşî me kir. Hûn bixwazin ez dikarim kîteyên vê peymanê pêşkêşî we bikim.
Baregeha Keywanê
- Piştî muzakereyên rojekê em gihîştin pêşniyarek wisa. Ji dêvla artêşa Iraqê me li hev kir ku baregeha leşkerî ya Keywan bibe baregehek hevpar. Li gor vê ligel leşkerên DYA û Îngilistanê leşkerên Iraqê jî dê li vê baregehê bi cih bibana. Tenê ev yek bi xwe dikaribû pêşî li karesata li Kerkûkê bê jiyîn bigire. Tekane peymana min piştgrî daye ev e. Ji 50 rêveberên YNK'ê îmzeya 38'an di vê belgeyê de heye. (belgeyê nîşan dide)
- Ev peymaneke bi rûmet bû, kesî dê winda nekira, Kerkûk dê di destê me de bimana, ev trajediya hatiye serê kurdan dê nehata. Lê mixabin rêberên kurdan nekarîn biryareke rast bigirin.
'Redkirina pêşniyara DYA'yê xeta bû'
- Ez dixwazim Abadî (li ser herêma otonom) çi difikire. Tiştê ez dizanim di vê demê de çend caran xwe gihand me, kir ku em li hev bikin, ji peymanên pêşniyar kirin gelek jê ne ew peyman bû mirov red bide. Redkirina pêşniyara ku DYA'yê cara dawî li me kir xeta bû.
'Hêzên din bi kî re peyman çêkirin?'
- Ji bo min, ez vegeriyama dû xwe û min hin kes sûcdar bikira dê karek hêsan ba. Di parastina Kerkûkê de me 100 pêşmergeyên xwe winda kirin. Ger min bi Bexdayê re peyman çêkiriye, hêzên din (kurdan) bi kîre peyman çêkiriye? (Qesta vekişîna pêşmergeyên PDK'ê yên li Kerkûkê dike)
*Têbiniya Diyarnameyê: Bafel Talabanî ji bo kanalê bi îngilîzî axivî bû, kesek li ser twetterê bi navnîşana "neesaxanim" ev axaftina Talabanî wergerandibû tirkî. Me ji wir girt û wergerand kurdî. Armanca me ew e ku di vê bûyerê de kesên raste rast bi sûcdarkirinan re rû bi rû ne guh bide wan ka ew çi dibêjin... Her ku agahiyên wisa zelal derên emê biweşînin...
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin
- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê