Hîwa Khoshnaw
Du hefte bi ser referandûma Kurdistana başûr re derbas bûn. Min biryar dabû li ser referandûmê nenivîsim, lê rojek piştî referandûma tê behskirin, çend bûyer rûdan;
1- Rêzdar Barzanî hat ser TV û ji bo cara yekemîn got, “Ev referandûm ne ji bo serxwebûna Kurdistanê bû lê ji bo diyalog û çareserkirina pirsgirêkan bi Bexdayê re bû”!!
2- Barzanî ku dema wî ya serokatiyê derbas bûye û serokbûna xwe bi awayekî ne qanûnî didomîne, rojek piştî referandûmê li şûna ragihandina Kurdistana serbixwe, saziyeke nû ava kir bi navê "Meclisa Kurdistana Iraqê" û xwe kir serokê vê saziyê. Ev meclis di naveroka xwe de wekî sîstema siyasî ya Îranê ye ku jê re dibêjin "Vilayat-e Faqih" (Binêrin https://en.wikipedia.org/wiki/Islamic_Government:_Governance_of_the_Jurist) ku çend kes li jor qanûn û parlementoyê ne, dikarin destelatdariya xwe bidomînin û ew kes dê pîroz bin, çi kes nikare lêpirsîn a yasayî dijî wan bike.
3- Hê jî hinek kes bawer dikin ku Barzanî ji wan re dewleteke kurdî ava bike!!
Ez hê jî li ser fikra xwe ya berê me ku armanca referandûma Barzanî ku di encamên nexweşketina Celal Talebanî û mirina Newşîrwan Mistefa de hat lidarxistin, armancên şexsî bûn û dewleta Tirk û Îran jî ji bin ve pemp lêdixistin.
Berî 5 salan gava ku min dixwest bi şerîketek ya enerjî a Belçîkayê kar bikim, heyetek ji Wezareta Enerjî ya Tirkiyeyê hat wir û ji ber ku min tirkî zanibû ji min daxwaz kirin ku bi wan re eleqedar bibim. Wê demê van kesan ji min re got, “AKP dixwaze hûn li Bakurê Iraqê dewletek damezrînin.” AKP bi salan xwe nêzî Başûr kir û bi Bexda re şer kir, Alaya Başûrê Kurdistanê li Enqere û Stenbol hilda, ji bin ve soz da ku ew piştgîrî li dewleta Kurdistanê dikin. Gelek caran nivîskarên PDK’ê li ser rojname û TV’yan gotin ku AKP dixwaze ew bibin dewlet. Lê gelo çi çêbû? Çima niha Erdogan rojane xeberan dike Barzanî, gefan dike û çi kes bersivê nade wan?
Berî her tiştekî armancên AKP’ê dewleta kurdan nebû, lê wan dixwest kurdîniyek sexte derxin holê ku Başûr bixin bin destên xwe, PKK û Rojava ji navaroka xwe ya berxwedanî dûr bixin û roleke mîna Îdrîsê Bedlîsî bidin Barzanî, lê PKK û Rojava ev yek qebûl nekirin û AKP neçar ma bi MHP’ê re îtîfaqa stratêjîk encam bide. Lê AKP berdewam bû li ser pompdana PDK’ê.
Encamên referandûmê
- Armanca Tirkiye ev bû ku referandûm pêk were, di rojên dawiyê de Barzanî hîs kir ku ev lîstika hatiye sere wî, lê ji ber şerma feodaliyê nikaribû ji van gotinên xwe poşman bibe, loma ji Goran û Komeleya Îslamî xwest da ku bên parlementoyê ew çi biryar dan dê (Serok) piştgîrî lê bike. Armanc ew bû ku Goran û Komel û beşek ji YNK’ê biryar bidin ji bo paşvexistina vê rferandûmê û kêmasiyên encamnedanê bixin sûkrê wan, lê ev yek çênebû. Loma Barzanî neçar ma biryar wergire da ku referandûm di roja xwe de were encamdan û partiyên ku muxalîf bûn yan jî partiyên ku du dil bûn û pirojeyek din li cem wan nebû teslîmê daxwaziyên PDK’ê bûn.
- Referandûm hat encamdan, lê Amerîka bi armanca rêgirtin li şerên etnîkî di navbera ereb û kurdan de 800 serbazên xwe li sînorê Kerkûkê bi cih kirin û agahî da her du aliyan. Ev yek Erdogan gelek êşand.
- Lê bi qasî vê yekê Tirkiye karibû xwe ji çembera Îran, Iraq, Sûriye derxe û têkiliya xwe bi wan re da zindîkirin. Bi vî rengî Tirkiye karibû îmaja xwe ku piştgîrî dide terorîstan li dij Iraq, Sûriye û destê wî ji dagîrkirina Misûl û Şengalê de hebû, bide jibîrkirin.
- PDK û Barzanî xwestin mîrasek ji bo xwe ava bikin û nîşan bidin ku ew pêşengên damezirandina dewleta kurdan in, ku di rastiyê de ne wisa ye. Barzanî ji îro û şûn ve dixwaze monopola xwe li ser civakê berdewam bike û li ser astên Iraqê meseleya fesadiya petrolê, valakirina Şengal û çend dosyeyên din bi Iraqê re çareser bike.
-Xuyaye ku partiyên kurdan di serî de YNK peşîmane ku ew bi PDK’ê re ew biryar wergirtine. Jixwe Hêro Ibrahîm Ahmet (Xanima Talebanî û polîtburoya YNK’ê) rojek piştî referandûmê di daxuyaniyeke xwe de ev yek zelal kir. Loma bi zextên Amerîka dê carek din kurd vegerin Bexdayê û ji nû ve li ser van kirîzan dê diyalog bikin.
Valahiya alternatîf li Başûr
Dibe ku gelek kes bi taybetî kurdên beşên din ên Kurdistanê yên ku bi sozdarî û hestên neteweperest a teng li meselê dinêrin wisa fam bikin ku siyaseta kurd li Başûr pêşketiye!! Ez wekî başûriyekî wisa dibînim ku rewşa Başûr ji parçeyên din ên Kurdistanê gelek xirabtir e. Civak bi siyaseta kurdî, bi cilên kurdî, bi ziman û îdeolojiya kurdî 26 sal in hatiye xurifandin.
Hêjmara jinên ku di 26 salan ya destelatdariya kurdî hatine kûştin di bin navê namusê de 10 caran ji qurbaniyên hemleya Enfal û Helebçe zêdetir in. Xelk hatiye bê bawer kirin û bê kesayetî maye. Demokrasî, mafên mirovan, siyaseta parastina xwezayê, sîstema aborî û rêveberî di nava fesadiyeke wisa dijî ku hîç kes ji hakimên Bexda, Tehran, Enqere û Şamê nikarîne di 100 salên dawî de ew qas texrîbat li ser Kurdistanê ava bikin.
Ev partiyên siyasî ku çendîn sal in xebat dikin, dibe ku zehmetiyek a mezin dîtibin û xebatek dûr û dirêj dabin meşandin, lê hêza wan ya raman û fikir, kultura wan ya kevneşop û derbaznekirina rêbazên neteweperistî, nîşan dide ku ew nikarin jivê şûn ve pêşkevin. Loma ev herêm li alternatîfek cuda digerê. Mixabin partiyên din ên Kurdistanê ku heta ciyekî ew hêz di wan de heye jî li ser kêlaka nexweş a Başûr siyaset dikin. Piştgîriya kor ên partiyan ji bo referandûma qaşo Kurdistana serbexwe ev yek nîşan da.