logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li ser Başûr îro çend notên girîng

Piştî referandûmê ji her alî daxuyanî, kirin û helwest tên. Me ji îro çend ji wan ên girîng da

  • Dîrok: 27/09/2017
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Piştî referandûmê ji her alî daxuyanî, kirin û helwest tên. Me ji îro çend ji wan ên girîng da 

Komîsyana Hilbijartinê encam eşkere kir

Komisyona Bilind a Hilbijartinê encama dawî ya referandûma Herêma Kurdistanê ku 25’ê rezberê li dar ketibû eşkere kir. Li gor komîsyonê ji 4 mîlyon û 581 hezar hilbijêran 3 mîlyon û 305 hezar û 92 kesî deng dane ku ev yek dike sedî 70’ê çûne cem sindoqê û deng dane. Ji van sedî 92 dengê "erê" dane û sedî 7,27" dengê "na" dane. Ji dengdan 21 hezar û 180 deng hatine betalkirin.

Tevgera Ji Niha Re Nexêr îdîa anîn ziman

Piştî referandûmê Berdevkê Tevgera ji Niha re Nexêr Rabûr Mehrûf li Silêmanî daxuyanî da û got: “Ew encamên ku komîsyonê ragihandine, nerast in. Li wan encaman destkarî hatiye kirin. Bi hîleya saetek dirêjkirina dema dengdanê hatine kirin. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 48 û rêjeya erê jî sedî 25 zêdetir nebû. Li Dihokê 722 hezar kesî mafê dengdanê hebû, lê belê zêdetirê 900 hezar kesî deng bikar aniye. Hemû ev hîle ne bûne sedema ku referandûm bibe henekpêkirin. Ji bo wê em daxwaz ji hikûmeta Iraqê û welatên cîran dikin ku ji ber helwesta kêmîneyekê, xelkê Herêma Kurdistanê ceza nekin.”

Sedî Pîre: Em amade ne guftûgoyan li gel welatên cîran bikin 

Berdevkê Polîtburoya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre axivî: "Niha 2 roj in li ser referandûmê re derbas dibe. Gelek axaftin tên kirin û dibêjin wê deriyên sînor werin girtin. Lê ev yek propaganda ye. Em amade ne ligel welatên cîran guftûgoyan bikin. Ji ber ku ev pêngava me pêk anî, projeyek mezin e. Gelek axaftinan di nava xwe de digire. Nabe em guh bidin her axaftinên li ser referandûmê tên kirin. Hinek ji axaftinên tên kirin pêwendî bi hilbijartinên Iraqê yên bên ve heye. Ew kesên ku dixwazin li dijî kurdan daxuyaniyên tund bidin, ji bo bikarin ji bo xwe xelkê kom bikine."

Herêma Kurdistanê daxwaza Ebadî red kir 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû ku divê di nava sê rojan de balafirgehên li Başûr radestî hikumeta Iraqê ya navendî bikin. Îro jî bi daxuyaniyeke fermî ji şîrketên balafiran xwest ku seferên ji bo Başûrê Kurdistanê bidin sekinandin. 

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawemûrad  axivî û got: "Ji bo danîna mekanîzmeyek pêwîst em ji bo guftûgoyên ligel Iragê amede ne, eger niyeta wan ya pêkanîna yasa hebe. Eger ji bo cezakirina referandûmê be, wê guftûgo negihin tu encamê."

Pegasûsê seferên ji bo Hewlêrê dan rawestandin

Li Tirkiyeyê Berpirsê Rêyên Hewayî yê Pegasusê Mehmet Nane ragihand ku wan seferên xwe yên ji bo Hewlêrê dane rawestandin. Nane ji bo Bloombergê axivî diyar kir ku wan li gor biryara Rêveberiya Navendî ya Iraqê ew tevgeriyane û ew li gor seferên navneteweyî tevdigerin.

Her wiha hat ragihandin ku THY (Rêyên Hewayî ya Tirk) û Atlas Global jî dê seferên xwe yên Hewlêr û Silêmanê piştî 29'ê mehê bidin rawestandin.

***

Hin nûçeyên eleqedar: 

- Ji serê sibê de agahiyên li ser referandûmê (Hemû agahyên roja 25'ê mehê)

- Meclisa Kerkûkê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red kir 

- Komên Kurdî beşdariya Parlamena Iraqê rawestandin 

 - Waliyê Kerkûkê ji peywirê hat girtin 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Zarokên Hinên Din' û yên din

ad

Şêx Seîd li Amedê tê bibîranîn

ad

Papayê nû hat hilbijartin

ad

Bîenal îsal bê pere tê temaşekirin

ad

Çima kurd bi zimanê serdestan dinivîsin?

ad

Di Asîvayê de ji Sedsala 19'în heta Şêr Seîd Dîroka Kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname