Silêmanî
Îro rûniştina Parlamena Iraqê dest pê kir, lê komên Kurdistanî tevlî rûniştina parlamenê nebûn.
Li ser mijarê Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd got: “Em vegeriyan Herêma Kurdistanê û tevlî rûniştina parlamentoya Iraqê nebûn. Me biryar daye ku her rûniştinek ku karnameya wê qala kurdan bike, em tevlî nabin. Bi taybet hilbijartina Meclisa Bajarê Kerkûkê, ji ber ku mijarek gelek hestiyar e.”
Ehmed Hacî Reşîd axaftina xwe wiha domand: “Me biryar da ku heya 25’ê Îlonê, ango heya piştî referandûmê, em neçin rûniştinên parlamentoyê. Ji ber wê em vegeriyan Herêma Kurdistanê. Tirsa me ew e ku li ser mijarên çarenûsiya kurdan biryar bidin. Em ew biryarên ku bi berpirsiyariya siyasî û qanûnî qebûl nakin.”


