Rojnameya hefteyê Rûdaw çapa wê ya Ewropa cih da malpera me Diyarnameyê. Vaye nûçeya Rûdawê ya li ser Diyarnameyê:
Stenbol (Rûdaw)*
- Di nav malperên Kurdan de ya ku herî tê de nîqaşên wêjeyî û çandî dibin, helbet Malpera Diyarname ye. Gelek xwendevanên kurdî bêyî ku malpera Diyarname venekin sebra wan nayê.
Malper li ser navnîşana ‘www.diyarname. com’ weşanê dike û di 21’ê avrêla 2005’an de dest bi weşana xwe kiriye. Edîtor Cemîl Oğuz di derbarê Malpera Diyarnamê de ji Rûdawê re axivî.
Oğuz, li ser pirsa me ji Rûdawê re diyar kir ku di destpêkirina malperê de ev dane ber xwe, “Diyarname wekî gelek malperên Kurdan ji vir de û wir de dizîna nûçeyan wêdetir nûçeyên taybet diweşîne. Heta ji destê me hat jî me ev kir, em bawer in hinek em bi ser ketin. Di nav malperan de ya ku herî zêde nûçe jê têne girtin û ya ku herî zêde nûçeyên taybet diweşîne Diyarname ye. Me got, divê nivîskar di her malperê de nebe, lewma me biryara ‘nivîseke ji me re hatibe şandin, li malpereke
din jî hatibe weşandin emê neweşînin’ da. Me ev biryara xwe anî cih û me nîşan da ku tiştên di
Diyarnameyê de ne tenê aîdê wê ne û ji bo Diyarnameyê hatine şandin. Me di vê dema weşana xwe de gelek caran mijarên balkêş dan nîqaşkirin û di van nîqaşan de bi dehan nivîskarên kurd dîtinin xwe anîn ziman. Ev jî aliyeke din a Diyarnameyê ya taybet e…”
Li ser tikandin û serdana malperê jî Oğuz behs dike ku îstatîstîk zêde ne girîng in û dû re lê zêde dike ku herî zêde ji Tirkiyeyê mêvanên malperê hene, “Ji ber zêde ji bo min ne girîng e ez zêde li îstatîstîkan nanêrim lê niha li ser pirsa te ez ketim wê beşê min dît ku bi sedî 56’î herî zêde ji Tirkiyeyê mêvan hene û wekî din ji welatên din ên dinyayê…”
Em jê dipirsin ka mêvanên malperê herî zêde kîjan nûçeyan ditikînin: ”Mêvanên me herî zêde nûçeyên ku me bi taybetî çêkirine ditikînin. Jixwe ji ber vê yekê heta ji me tê nûçeyên ku tenê di Diyarnameyê de hene, tenê Diyarnameyê çêkirine diweşînin. Divê ez bibêjim qunciknivîskarên me jî balê dikişînin. Ez vê di nav jiyanê de dibînim. Gelek kes dema min dibînin bi ser min re silavan ji nivîskarên me re dişînin. Ev yek jî eleqeyê nîşan dide…”
Edîtor Oğuz dibêje ku astengiya wan ya herî mezin aborî ye û lê zêde dike ku Diyarname heta îro ji tu partî, rêxistin û derdorî tu piştgirî negirtiye: “Em bi serê xwe, bi îmkanên xwe weşanê dikin. Ev yek di heman demê de serbixwebûnê jî dide me.”
Em jê dipirsin ku xeyala wî ya herî mezin çi ye? ”Ez gelek dixwazim televîzyoneke Kurdan a nûçeyan (wekî CNN) hebe û ez jî edîtorê wê bim. Rojek pereyên min hebin ezê televîzyoneke wisa vekim.”
Oğuz eşkere dike ku malpereke ku ew zêde bitikîne nîn e, “Ez tenê ji bo ‘Ka wan çi weşandiye’ li malperên Kurdan dinêrim. Piraniya malperên Kurdan wek Milliyet û Hurriyet a Tirkiyeyê ne û jixwe nûçeyên xwe jî ji wir digirin. Hema li mijareke siyasî ya li rojevê binêrin miheqeq hûnê ferq bikin ku ji wir dizîne. Û bi vê yekê re jî çawa wan rojnameyan heqaret li tevgera Kurdan a Bakur kiriye, ev malperên me jî hema wisa dikin. Xwezî malperên me Kurdan jî bi xwe nûçeyên xwe çêbikira, nûçeyên taybet pêşkêş bikira û me jî bi dilekî rehet li wan binêriya. Mixabin.’’
*Ev nivîs di hejmara Rûdawê ya 11'an de hatiye weşandin. Bêyî em destê xwe bidin em diweşînin.


