logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çalakî û gotinên îro hatin kirin
  2. Meclisa Taxên Kurdan banga hikumeta Şamê qebûl nekir
  3. Barzanî û Talabanî li ser Taxên Kurdan çi gotin?
  4. Hunermendan ji bo Rojava û Rojhilat bang kir
  5. Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye

Hogir Berbir

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hogir Berbir

Hogir Berbir

Ew keleha huner û berxwedanê bû

  • Dîrok: 20/01/2025

Ji bo guhdarîkirinê:
 
 

Bavê Teyar wekî hunermendekî netewî yek ji wan kesayetiyên kêm e ku ne tenê li ser dikê lê di her warê jiyanê de bûye dengê gelê xwe. Bi ken, helwest, gotin û hunera xwe bûye ronkahiya civakê û her tim êş, coş, hêvî û berxwedana gelê xwe aniye ziman. Hunera wî ne tenê xwedî nirxek estetîk bû, di heman demê de xwedî peyameke xurt a civakî, berxwedan û têkoşîna azadiyê bû. Ji ber ku di heman demê de Bavê Teyar ne tenê hunermendek bû, sembola hest û ramana gelê xwe bû. Di van hemû aliyan de têgihiştina huner û tekoşîna wî ne tenê mirovekî ji rêzê bû, bîra çand û berxwedanê bû. 

Çeka Herî Mezin Ken bû!
Kenê Bavê Teyar di demên herî tarî de mîna tîrêjek hêviyê bû. Li ser dikê ne tenê hêmaneke mîzahê bû, sembola azadiyê bû ku li hemberî şert û mercên herî dijwar ên civakê li ber xwe dida. Dibû serhildana li dijî zilm û pergalên mêtingeran. Her bişirînek wî dibû rengekî berxwedanê ku ligel êş û azar û kotekiya bindestiyê radiwestiya. Ev bişirîn ne tenê li ser dikê, di her kêliya jiyanê de şêweya ber bi hebûn û xwebûnê ve bû. Bi helwest, gotin, hêma û tevgera xwe reaksiyonek niştîmanî bû. Ji êşên tevahiya civakê re bersivek e wî tim hebû.
Helwesta wî ji îfadeyeke kûr û xurt a welatparêziyê dihat. Bi awayê xwe îfadekirina civakê re dibû xwedî wate. Bi her tevger, her awir dibû çirûskek ronîkirina têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Dibû hêmanek berxwedanî û wekî sembola berxwedanê li dijî zilmê radiwestiya. Her gav mîna pêngavekê di nava têkoşîna li dijî zilm û zordariyê de deng vedida. Têkiliyeke xurt a ku di navbera hunera xwe û helwesta xwe de çêkiribû, ne tenê bi ezmûna estetîkî pêşkêşî temaşevanên xwe dikir, bi berpirsiyariyeke civakî li xwe ferz dikir. Parastina rihê vê helwestê, vê azadiyê, di rûhiyeta xwe de li xwe gihandibû, dabû rûniştandin û mînakek bêhampa bû.
Gotinên wî di nava hunera kurdî de ku mirov bi kûrahî hîs dikir, her hêmanên jiyanê bi çîrokên resen dikir dengê gel û dihate ser dikê. Di nav gotinên wî de her çiqas tengasî û êşa civakê dihate vegotin jî, li hemberî van êşan ew qas dengê berxwedan, têkoşîn û hêviyê bilindtir dikir. Her wiha ne tenê hunermendek bû, derd û kulên gelê xwe bû. Rêberekî ku ji van pirsgirêkan re li çareseriyê digeriya û bi hunera xwe çareyan vedigot. Gotinên wî wiha dibûn bertekên tûj ên têkoşîna hebûnê, pêşerojê, nirxên dîrokî û çanda xwebûnê.

Hunera wî nasnameya wî bû 
Bi rola xwe ya pêşeng, bi hunera xwe ya qeşeng ne tenê nasnameya xwe, zimanê xwe, di heman demê de berpirsiyariya xwe ya di nav civakê de digihand asta herî jor. Bi hunera xwe êş û azarên gelê xwe li ser dikê ku derxist holê, bi hêza hunera xwe zilm û zordarî hem dianî ziman û hem jî têk dibir. Hêza vê  hunerê ne tenê di warê performansê de, bi wateya ku di nav kûrahiya performansê de astek herkes nikaribe di xwe de hilgire û xwe tê de bibîne, hebû. Her tîp û gotinên ku vedigot, bi baweriya xwe ya azadiya gel re dibû meşaleyek diyarkirî, bi hildana vê meşaleyê re dibû serkêşekî bêhempa û her gavên xwe yên bêhempa ku diavêt, li dewsa xwe şopên pîroz dihişt. Hunera xwe ji nirxên bêhempa û estetîk wêdetir derbas dikir, wekî çekek herkes nikaribû bikar bîne bikar dianî û mîna şûrê dadî dişoxiland.  
Bavê Teyar di her aliyê jiyanê de wiha kelehek bû ji gelê xwe re. Ji hunermendekî wêdetir lehengekî bênav bû. Her der, her cih, her qat jê re qada dikê bû, di her qada jiyanê de xwediyê helwest û têkoşîna dîrokî û çandî bû. Parêzvanê berxwedan û rûmeta azadiyê bû. Li hember her bendav, sînor û hêmanên tunekirinê mertalekî zindî bû. Dizanibû qelenê vê azadiyê çiqasî giranbuha ye û bi canê xwe tim û tim amade bû. Nirxek wiha kûr û estetîk dida hunera xwe. Rast têgihiştina vê hunerê bi hezkirin û dilsoziya berxwedana gel re mil bi mil bû.

Bedêl Çi dibe Bila bibe!
Bavê Teyar bi me da hîn kirin ku xwîna gel ji axa lê ji dayik bûye tê û tovên berxwedanê di heman axê de lê şîn dibe. Xwîna ku li Tişrînê diherikî mîna çemê Dîcle û Firatê, her dilopek têkoşîna parastina nasnameya gel bi xwe re hildigirt. Berxwedan ne tenê bi çek û rextan, bi bîr, çand û bi biryarbûna ji nû ve dîtina şahiya jiyanê ku tevî her tiştî ku tê meşandin, nîşanî me da. Bo wê gotina dawî ku di serî de gotibû: “Em ji we natirsin, berdêl çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin!..”her tişt eşkere kiribû.
Li gel tevî hemû pêkotî, sûcên şer ku di bin gefa tunekirinê de, di bin barandina bombeyan de wiha li ber xwe da. Her roja ku bi berxwedana gel li Tîşrînê derbas kir, di kesayetiya xwe de gihaşt asta herî bilind a hêman û feraseta xwebûnê, xwedî îradeya bêhempa ya dîrokî û hebûnê. Ev ê hişt ku civak li hember her cure zext û êrîşan dîrokek nû binivîse. Û ev dîrok tenê nebû çîroka vegotinê, di heman demê de bû hêviyek nû û hêmanên jiyanek e nû bê afirandin. Û xeyalên azadiyê bi stranên nû yên berxwedanê ku hatiye pêçan, xwe bide der.
Pêçandina vê birînê û hêviya pêşerojê, hewldanek bû ji bo dermankirinê û ev helwdan jî li mîrateya berxwedanê xwedî derketin bû. Her gav wiha zayîna jiyaneke nû bû, têkoşîneke bêveger bû ku nîşanî me da. Û bi her bişirînê re azadî nêztir dibû.

Xatirxwestinek Bêwext
Belê, ev xatirxwestinek pir dijwar e. Şopên dîroka wêrankirî û berxwedanê ku di bîra xwe de dihewand, bi kesayetiya te re êrîşên li Tişrînê derket holê ku tê de çarenûsa 100 salî ya gelê kurd dubare dibe. Sedsalek bênasname û xwe parastin lê tê ferzkirin. Û bi her cure qetilkirin, her cure hewldayîn dixwazin me tune bikin. Dubarekirina qirkirin û trajediyên wekî Geliyê Zîlan û Newala Paxirmadenê, Dêrsim, Zîlan, Agirî û Helebçeyê ku di dîrokê de wekî bîranînên bi êş di bîra me de ma ye; vê berxwedana gelan ya îro ji veguhertineke dîrokî wêdetir, dixwazin careke din me tune bikin. Bi vê helwesta xwe Bavê Teyar, tu bû bend û te nehişt ev helwdan xwe dubare bike. Ku bi xatirxwestinê te berxwedana xwe ji me re mîras hişt.
Îro piştî koça te ya dawî ku te ji nava me bar kir, mîrateya te ji her demê bi qîmetir û bi watedatir e. Bîranîna hêza hunera te, helwesta te ya li dijî zilmê û fedekariya ku te ji bo gelê xwe kir, nîşana ber bi azadiyê gav avêtin e. Êrîşên hovane û pêkanînên dijmirovahiyê nikaribû sekna te ya azad û hunera te ya bêhempa bêdeng bike…
Xatirxwestina te ya ji nava me, windakirina nasnameya resen û kesayetiyeke bê mînak e. Her ev veqetîn çiqas bi êş be jî, lê te barê kesekî tenê hilnegirt, barê tevahî dîrokê û nasnameya civakê jî ku di xwe de dihewand hilgirt, tu çû yî û te kenê me sêwî hişt. Mîna xatirxwestina Nazim û Cîhan, valahiyek kûr bi me re hişt. Em baş hîn bûn ku windabûn ne tenê windakirina mirovekî ye, di heman demê de windakirina şahidîtiya jiyan, xeyal û têkoşîna civakî ya mirovahiyê bi xwe ye.
Û vê berxwedanê te hînî me kir ku “qelenê welat” ji mirinê mezintir û wêdetir e. Li pêşberî te û vê helwesta te ya neteweyî, careke din em dibînin ku bi mirovên erzan bedêlê giran nayê dayîn û nayê bidestxistin. Hêza huner û berxwedana te çirûskek têkoşîna azadiyê ya gelê me wiha ronî dike. Ne tenê wekî hunermendekî, her wiha wekî lehengekî gelê xwe tê tim û tim li gel me be û dengê te wê tim dengê berxwedan û azadiyê me be.
Her şop û berxwedan ku te ji bo azadiyê avêt, rê û ronahiya pêşeroja me ye…
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Bîst sal…

  • 21 Avrêl 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Diyarname bi teknolojiya nûjen li hember cîhana pisaftinê şer daniye. Di vî şerî de bûye perçeyekî jiyanî ya kurdewarî. Bi ramanek ji berhevoka cîhana neteweyekî dem û kêliyên...

Melodiya di Bêdengiyê de

  • 19 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Di şopa tenêtiyê de, mîna meyavexwarekî ji xwe çûyî, li kolanên vala digeriyam. Asîman wê şevê bi stêran xemilandî bû, wekî perdeyeke reşxeniqî ku bi roniyên qefok dagirtî...

Kujerê Ziman Kî ye?

  • 01 Kewçêr 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Sibehekê, di rojek asayî de, bi kêliyên awarte re rû bi rû mam. Her tişt bi şiyarbûnê dest pê kir. Di nav deng, bêhn û rîtmên jiyana rojane de kûr çûm û tê de winda bûm. Li vir,...

Hemû Nivîsen Hogir Berbir

Hogir Berbir kî ye?

Hogir Berbir di sala 1976'an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiyê dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye. Wî, li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û gelek kurteçîrok, helbest û gotar nivîsandiye. 
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin,
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav 
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî

Youtube Me

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news

Nasnameya kar a Eyşe Şanê, Sal 1984

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Têkiliya Resûl Bafeyî û pirtûkan çawa ye?

news

Nûbihar bi berhemên xwe amade ye...

news

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li benda xwendevanên xwe ye

news

podcast diyar #diyarname20salîye #podcast #diyarname #booktok #3deqe #film #news #hinar #love #amed

news

Agahiyên li ser weşanxaneyên kurdan û fûarê

news

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

‘Her hunermend, nivîskar divê berheman li ser Heskîfê biafirîne’

ad

Welatiyên Kerkûkê çek hilgirtin

ad

Pêşbaziya Neteweyî dîsa li Stenbolê ye

ad

Bijî ji te re!

ad

Navê Feqiyê Teyran li parkê kirin

ad

Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çalakî û gotinên îro hatin kirin

  • 08 01 2026
news

Meclisa Taxên Kurdan banga hikumeta Şamê qebûl nekir

  • 09 01 2026
news

Barzanî û Talabanî li ser Taxên Kurdan çi gotin?

  • 07 01 2026
news

Hunermendan ji bo Rojava û Rojhilat bang kir

  • 07 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname