___Ayşegul KIZILKAYA___
Li hember xeyalşikestin û dilmayînê min kirasê parastî jî li hebûnê nekiribû? Çi qewimî? Demeg kiras têrê nekiriye bibe sitargeh... Her çiqas xwe dispêrim nava wê jî rihê min nayê nixumandin. Rihekî berî her tiştî li hemberî xwe bêsitare...
Ew lêgerîna petiye nebû ku dîsa ez şilf û tazî hêlam di warên pêrgîhevhatinê de. Petiya ku her û her xwe bi dilkêşiyê ve diafirîne lê di rastiya hebûnê de tu beramberiya wê tune...
Petiya ku cîwarê wê bi qeşayeke hişk û zelal ve hatiye dorpêçkirin. Der û dora qeşayê jî bi lep û destên keşeyê hestan ve...
Keşe, bi gewhera qeşayê -ew dilgermî ye, ew petî ye- ve silav û rû da hinava min. Qaşo ez bi xaça dilrastiyê ve pîrozandim. Di tûla qeşayê re petiya hestan nîşanî min didan. Heçî keşeya hestan dixwest ji derdora perestgehên wê bizivirim. Lê qeşayê ku bi salan re di dil de cî girtiye gava ku ji ser min de heliya ez hilciniqîm û ricifîm. Wekî bi xezeba sedan salan, lorîna bi hezar jinan werim ser hemdê xwe.
Dil nadim bêjim, lê dîsa jî bes vê yekê bînim ziman; her perestgehek xirecira mirineke bêwext û bêcî ye. Mixabin ez dinasim perestgehên ku şûnwarên xwe di dil de ava kirine. Her şûnwarek bîrek bêav û bêbinî ye.
Na na ez neşêm bi vê şûnwarek ku her carê dihele û bajarok û warên min di bin ava cemedê de dihêle ve serederî bikim. Keştiya ku keşe bexşî min dike jî, di nav pêlên şikdariyê de dilerize.
Naxêr Seyda, qeraxên welatê min çêtir in ji zeryayên te yên bê ser û ber. Welatê min ê ku xwe bi kulîlk û çîçekan xemilandiye... Kulîlkên temen kinik û têra xwe wêrek...
Temenê her kulîlkeke ji te re dikim diyarî, têxe paşila xwe, serê xwe deyne ser sîngê wan. Ya ji te re bimîne ew bêhna efsûnî ye, bikêşe hundirê xwe. Cara dawî belgên wan bipelîne û her yekê bike dîmenek, bike bîranînek ji rabirdûya her kêlîkekê re.
Fermo Seyda, tu perestîja xwe ya berz bidomîne ez jî di welatê hest û ramanên xwe de ji bo her kêlîkekê, kulîlkekê biçînim.
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna