Konê Reş
Bêguman rola wergerê di pêşketin û rûniştina zimanê netewî de zor mezin e. Nexasim sebaretî me kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina bi zimanê me qedexe ye.. Û wekî ku diyar e pêşketina ziman, bi xwendin, nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…
Vêca ji me Kurdan re pêwîste ku em berê pêşî, folklorê xwe, bi tev cureyên folklor ve berhev bikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî di nav gelê xwe de belav bikin… Di pey re û berê pêşî, ji zimanê biyaniyan wergerînin bo zimanê kurdî û wiha pirtûkxaneya xwe ya bi zimanê kurdî ava bikin…
Barê duyem ku em berhemên afirîner, yên bijartî ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin, wergerînin ji bo zimanê biyaniyan..
Erê, pêdiviye ku, em di destpêkê de pirtûkxaneya xwe, bi zimanê xwe dewlemend bikin da ku em karibin ji wê pirtûkxaneyê xeber bidin.. Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, xwendevanên bi zimanê kurdî nebin, werger nikare tiştekî ji me re bike.. Mane kurdan ji mêj ve gotiye: Etar ji tûrikê xwe xeber dide…
Va careke din em li nîrê zêrîn; li mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWAR'ê vedigerin..
Belê li kovara Hawarê...
Ew kovara ku ku mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe, bi berhemên wergerandî ji bo zimanê kurdî dixemilandin, da ku xwendevanên zimanê kurdî çêbibin...
Di baweriya min de hingî mîr Celadet xweş bîr dibir ku rola wergerê di rûniştina zimanê kurdî de gelekî mezin e.. Wî, wergera ji zimanê biyaniyan ji bo zimanê kurdî wekî dewlimendbûn û parastin ji zimanê kurdî re didît.. Vêca, deriyê wergerê di her du kovarên xwe (Hawar û Ronahî) û ya birayê xwe Dr. Kamîran Bedirxan (Roja Nû) de bi berfirehî vekiribû û bi zîrekbûn wî, birayê wî, Osman Sebrî û Qedrî Can berhemên wergerandî ji bo zimanê kurdî di wan de belav dikirin..
Roja îro pêdiviya me bi wergerandina ji zimanê biyaniyan ji bo zimanê kurdî bêhtir heye ji wergerandina ji zimanê kurdî bo zimanê biyaniyan.. Jixwe xelkên me yên ku bi zimanê biyaniyan dinivîsin, têra xwe hene û têra xwe ziyan gîhandine edeb û zimanê me… Eger em li berhemên wan mêze bikin em ê bibînin ku wan gelek îdyom û gotinên pêşiyan ji zimanê kurdî dizîne, ango bi rengekî zîrek wergerandine û di nav berhemên xwe de bi kar anîne û her çiqasî berhemên wan bi erebî, tirkî û farisî bin jî, lê her di bin bandora zimanê kurdî de ne.. Ji ber ku bi îdyom û peyvên kurdî hatine xemilandin.. wiha jî nav û deng dane… Eger Selîm Berekat an Yaşar Kemal û yên wekî wan, nav û dengdayî, bi kurdî binivîsandibana û ew îdyom û peyvên pêşiyan ku di berhemên xwe de bikar anîne, bi zimanê kurdî jî bikar anîbana û di pey re berhemên wan bihatina wergerandin ji bo zimanê biyaniyan, hingê wê dinya û alemê ji zimanê me re li çepikan bida..
Vêca ez rûniştina ziman û edeba kurdî a netewî di berê pêşî de, di nivîsandina bi zimanê kurdî de dibînim. Di pey re ku berhem ji zimanê biyaniyan bêne wergerandin bo zimanê kurdî û dawî ku em ji kurdî wergerînin ji bo zimanê biyanî.. Di baweriya min de, wiha emê karibin zimanekî rûniştî ji netewiya xwe a kurdî re peyda bikin, ku di pêşerojan de zarokên me serê xwe pê bilind bikin. Lê ku em zimanê xwe bi kar neynin û lê bi xwedî dernekevin tu bihayê wergerê nîn e.