Ji bo guhdarîkirinê:
Komara Tirkîyê di sala 1923’an de hatiye ava kirin. Ji dema hatiye avakirin heya niha astengiyên li ser weşangeriya kurdî berdewam dikin. Sebebên vê gelekî cihêreng in. Ji ber vê yeke em ê nekevin pey sedemên qedexekirin û astengiyan; em ê pratîka hikumetên komarê deşîfre bikin. Çavkaniya me Sazîya Arşîva Serokomarîye Tirkiyeyê ye. Ev çavkaniyeke fermî ye û ew dokuman min ji wir girtine. (Biryara veşartinê a li ser vê raporê di sala 15/03/2021’an de hatiye rakirin)
Nivîsara me ya ewilî li ser rojnameya Roja Nû ye. Her wekî tê zanîn Roja Nû, di sala 1943’yan de Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûdê weşandiye. Û di nav kurdên Sûriyê û Libnanê de belav kiriye. Ji vê rojnameyê 73 hejmar hatine weşandin. Ev rojnameye jî xwerû bi kurdiya latînî bû, di gel ku beşekî fransizî ji têde hebû. Ev rojnameye jî bi berhemên nivîskarên kovarên Hawar û Ronahiye dihat xemilandin. Hejmara pêşîn di 3’ê gulana 1943’yan de derketiye, hejmara dawî wekî hejmara 73’yan di 27’ê gulana 1946’an de derketiye.(1) Piştî derketina rojnameya Roja Nû, Wezarata Karên Derva ya Tirkîyê vê rojnamayê dişopîne û dikê rapor û ji Enqereyê dişîne.
Serkonsolosiya Komara Tirkiyeyê roja 19’ê gulana 1944’an ji Bêrûdê raporê ji bo Wezareta Karên Derve, ji Enqereyê re dişînê (2) bi kurtasî wiha dibêjê: “Ew Kovar ji aliyê Saziya Asayîşa Giştî ve tê şopandin û lêgerîn “Jour Nouveau- Roja Nû” 8’ê gulanê (1944), bi sernavê “Kurdistan” maqaleyek çapkiriye û behsa mesela kurdan dike û rewşa kurdan a siyasî û aborî dike, tirkan wekî zalim û qirker dide nîşandan. Bi vî awayî xebata dijminane li hemberî komarê dike. Ev kovar û rojnameyên bi vî rengî gelekî hindik têne çapkirin û muntazam nayên çapkirin û bi zorê kaxizê ji bo çapkirinê payda dikin. Gelek ji xwediyê van rojnameyan kaxizê ji wan kaxizên hindik jî, hinekan çap nakin û di “qere borsayê” de difiroşin.
Ev rojnamaye ligel hejmarên wan gelek hindik tên çapkirin û gelekî hindik xwînêrên wan hene, ji aliyê dewletên kolanyal ve tên destek kirin. Sebebê van weşanên hindikayîyên kurd û ermenî, dewletên Sovyet, Fransa û Îngilîz in. Bi hebûna van xebatan ev dewlet dixwazin li ser Komarê bandoreke nerênî çêbikin û bikin bin tesîra polîtîkayên xwe. Armaca wan ne ew Milet in û tesîrê li wan bikin.
Her wiha di vê raporê de behsa xebatên komara Sovyetan jî li nav kurdên Misir, Sûrî û Libnanê hinek tespît nivîsîne.
Di dawiyê de li binê raporê li hemberî Roja Nû çi kirine û çi encam standine jî hatiye nivîsîn. Konsolosê Bêrûdê dibêjê; Me rêveberiya Libnanê agahdar kirîye û me xwestiye saziya sansûrê vê rojnameyê asteng bike. Û dibêjê rêveberiya Libnanê bi telefonê li me geriyaye û gotiye bi talîmatekê me teqez ev rojname hişyar kiriye kû nivîsê bi vî awayî çap neke.
Bi vê rapora Serkonsolosê Bêrûde ve çand rûpelên Roja Nû jî hatine şandin ango wekî pêvek pê raporê ve girêdane. Û tiştê balkêş jî ev rûpelên rojnameyê hatine kopî kirin. Ji bo bibe çavkanî em ê van fotoyên rojnameyan Roja Nû biweşînin.
Vêca em werin ser mesela astengiya weşangerîya kurdî. Roja Nû rojnameyeke bi kurdî ye û li Bêrûdê di sala 1943’yan de dest bi çapê dike. Û li gorî konsolosê tirk gelekî hindik hejmar derdikevin û gelekî hindik tê xwendin û tu tesîra wê li ser civaka kurda nîn e. Em dikarin vê jî bêjin ku, gelo ev rojnama hîç giha axa welat an na, tu kes vê nizane. Lê çima li hemberî rojnameyeke ew qas bêkêr ew qas şopandin
Bersiva vê di raporê de nîn e. Di raporê de dibêjê ev karên weşanê ji bo propagandaya li dijî komarê tê kirin. Lê tu tiştên berbiçav nenivîsîne û tenê fikr û ramana konsolos dide xuya kirin.
Mixabin wekî sîstematîk hemû kovar û rojnameyên bi hemû zaravayên kurdî hatina şopandin, rastî lêpirsîna dadî hatine û hatine astengerin. Bi her awayî jî ketina wan a nav axa welêt hatiye qedexekirin. Sedema ku weşangeriya kurdî gelekî pêşneketiye, divê mirov di van astengîyên bihidût de bigere.
1 https://www.qadoserin.com/2021/01/23/rojnamegeriya-kurdi-li-rojava/1
2- Saziya Arşîva Serokomariyê ya Tirkiyeyê
Not: Di çarçoveya “Di Komara Tirkiyeyê de Astengiyên li ser weşangerîya kurdî” de ev beşa yekem e. Beşên din dê bên…