Ji bo guhdarîkirinê:
Serê ewil, ji zimanekî pêvtirkê tu ziman tunebû:
Alav, tişt, hest, reng, xewn, name, pirtûk, rojname bi vî zimanî bûn.
Min nedikarî xeyal bikim ku wê zimanekî din hebe, aqilê min nedibirrî ku bûnewerek dikare peyvekê telafûz bike ku ez ê jê fêm nekim.
Li pêjgeha dêya min, li dibistana bavê min, li dêra Apê Gueza, li kuçeyan, li malên gund û wiha jî li bajarê dapîr û bapîrê min, her kes û kûs bi heman zimanî diaxivî û qal û behsa zimanekî din ebed tunebû.
Digotin, Qereçiyên ku li derdora gund cîwarbûyî bi zimanekî din diaxivîn, lê min digot qey ew ziman ne zimanekî birra lê zimanekî kuşirandî ye ku hew ew di navbera xwe de pê diaxivîn, ango ew ziman mîna zimanê min û birayê min Yano ye ku dema em bi awayekî xef pê diaxivîn, birayê me yê biçûk Tila nikarîbû ji me fêm bike.
Wiha jî min digot qey Qereçî ji ber qedehan vê yekê dikin. Çimkî li qehweya gund qedehên wan ên nîşankirî hebûn, ew qedeh hew ji bo wan bûn; ji ber tu kesî nedixwest bi qedeheke ku Qereçiyekî pê vexwariye vexwe!
Her wiha, digotin Qereçi zarokan didizin. Helbet wan tibabek tişt didizîn, lê gava meriv di ber wan kozikên wan ên ji heriyê hatî çêkirin re diborî û birrek zarokên ku li ber deriyan dilîstin didît, meriv bêhemd ji xwe dipirsî bê wê çima wekî din zarokan bidizin!
Li hêla din, hinga ku Qereçî ji bo firotina kûz û kedûnan, yan ji bo firotina selikên xwe yên ji qamir hatî çêkirin dihatin gund, "bi awayekî normal", bi me re bi heman zimanî diaxivîn.
Gava ez neh salî bûm, me mal bar kir.
Me mala xwe bir bajarekî li ser sînor ku bi kêmanî çarîka nifûsa wî bi almanî diaxivî. Ji bo me macaran, ew ziman “zimanekî dijmin” bû, ji ber ku serdestiya Nemsa/Awistiryayê dianî bîra me û ew ziman wiha jî zimanê leşkerên biyanî bû ku wê serdemê welatê me dagir kiribûn.
Piştî salekê, îcar hin leşkerên din ên biyanî welatê me dagir kirin. Zimanê ûris li dibistanan bû zimanê mecbûrî û zimanên din ên biyanî jî hatin qedexekirin.
Tu kes bi zimanê ûris nizane. Mamosteyên ku fêrkariya zimanên biyanî, yanî almanî, fransî, îngilîzî kirine, çend mehan tev li kûrsên ûrisî dibin, lê bi awayekî tam û baş bi vî zimanî nizanin û tu xwesteka wan a fêrkirina vî zimanî jî tune. Û jixwe xwendekar jî bi tu awayî naxwazin fêrî wî zimanî bibin.
Li vir em pêrgî helwesteke ronakbîrî ya neteweyî, berxwedaneke pasîf a xwezayî, nerêxistinkirî û jixweber tên.
Ew bi heman bêdiliyê fêrî cografya, dîrok û wêjeya Yekîtiya Sovyetê dibin û fêr dikin.
Wiha, ji dibistanan nifşekî nezan û cahil derdiçe.
Di pê re, hinga ku di bîst û yek saliya xwe de ez hatim Swîsreyê, bi tesadufî li bajarekî ku fransî lê tê axaftin bi zimanekî wiha re rû bi rû mam ku ew ji bo min bi xwe bi tûmerî nenas bû! Aha ev têkoşîna min a dagirkirina vî zimanî ji vir dest pê dike; têkoşîneke dijwar û dawî lê dûr ku wê emrekî biajo.
Serê sî salan e ku bi fransî diaxivim, bîst sal in ku bi fransî dinivîsim, lê ez hîn jî pê nizanim. Nikarim bi têkûzî pê biaxivim û hew dikarim bi xêra ferhengan pê binivîsim.
Aha ji ber vê, ez zimanê fransî jî mîna “zimanekî dijmin” bi nav dikim. Sedemeke din jî heye ku tew ew hê xedartir e: Ev ziman (fransî) kêlî bi kêlî zimanê min ê zikmakî dikuje!
Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.