Ji bo guhdarîkirinê:
Dîrok, wekî ku gelek caran tê gotin, bi destê serdestan tê nivîsandin. Lê ev nayê wê wateyê ku rastî her tim di binê perdeya serdestiyê de dimîne. Çîroka “40 Heramî” ku bi sedsalan di nav gel de tê vegotin, bi rastî ne çîrokek biyanî ye, lê xwedî mîrateyeke dîrokî û çandî ya gelê kurd e ku hatiye dizîn. Di vê nivîsê de, ez ê vê rastiya dîrokî ya ku hewl hatiye dayîn wekî çîrokek biyanî hatiye nîşandan, bi we re parve bikim û dîroka wê ya resen ji nû ve zelal bikim.
GUNDÊ ‘HERAMÎ’ Û ‘ÇILDIZÊ’
Ji bo têgihîştina çîrokê, divê em pêşî li cih û demê bûyerê binêrin. Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî, gundekî bi navê Heramiya heye. Nêzîkî wê, gundekî din bi navê Heramiyê û hinekî din jî gundekî bi navê Çildizê heye. Her wiha, ber bi gundê Tilbisimê ve taxek bi navê Guherê jî lê heye. Ev navên ku îro jî di nav qeydên dîrokî û di zimanê gel de zindî ne, ne tenê navên cihên resen e; her yek ji wan şopek ji dîroka kevnar a Dêrikê ye.
Dêrik, di dîrokê de, ne tenê cihekî biçûk bû, lê di heman demê de xwedî roleke stratejîk bû. Rêya Îpekê ya navdar ku damarekî bazirganiya cîhanî bû, di nav Dêrikê re derbas dibû. Ev rê, di sedsalên berê de Dêrik kiribû navendek girîng a bazirganî û şer û pevçûnan. Bi taybetî di sedsala 15-18’an de, Dêrik wekî navçeyek di bin rêveberiya Împaratoriya Osmanî de bi wîlayeta Bexdayê ve girêdayî bû. Ev yek nîşan dide ku herêm ne tenê ji aliyê aborî, ji aliyê siyasî û leşkerî ve jî cihekî girîng bû. Lê belê, di nav vê erdnîgariya stratejîk de, çîroka Çildizê wekî semboleke dîrokî û çandî derdikeve pêş.
2009’AN DE XEZÎNE HAT DÎTIN
Di 2009’an de li nêzîkî gundê Çildizê, li gundê Dihêmê xezîneyeke balkêş û bi qîmet ku tev zêr bûn hatine dîtin. Ev xezîneya ku bi salan di bin erdê de veşartî mabû, piştî hate dîtin, nuha di Muzeya Mêrdînê de bi navê 'Zêrên 40 Heramiyan' têne parastin û nîşandan.
Ya ku vê çîrokê balkêş û di heman demê de bi wate dike, ev e ku navê Çildizê bi erdnîgariya Dêrikê û nasnameya kurdî ve girêdayî ye, hatiye guhertin û wekî “40 Heramî” bi rengekî çewt hatiye binavkirin. Ev ne tenê guhertineke navî ye, lê di heman demê de diziyekî dîrokî, çandî û manewî ye. Çîroka Çildizê ku bi salan di nav bîra dîrokî a gelê kurd de zindî bû, ji aliyê serdestan ve hatiye desteserkirin û bi rengekî cuda hatiye şîrovekirin. Ev guhertin ne tesadufî ye; armanca wê ew bû ku dîrok û nasnameya wê erdnîgariyê ji kokên wê bêne qutkirin e.
Di nav gelê Dêrikê de hîn jî navê gundê Heramiya, Heramiyê, Çildiz û Guherê ku cihê bazirganên barên xwe lê diguherin heye û tê gotin. Ka çawa Dêrikiyan hiştiye çîroka Çildizê bi navê ‘40 Heramiyan’ bibe çîrokek tirk û bexdayiyan. Hêjayî lêkolîn û nîqaşan e. Çîroka Çildizê ku bi awayekî sîstematîk hatiye guhertin û wekî “40 Heramî” hatiye qeydkirin, ne tenê çîrokek e; nasnameyek e, dîrokek e û mafê gelê Dêrikê ye ku li vê çanda resen bê xwedî derketin.
EV ÇÎROKA HATIYE DIZÎN EM VEGERÎNIN XWEDIYÊN WÊ
Îro, dem hatiye ku em vê çîroka hatiye dizîn vegerînin xwediyên wê yên resen. Dêrik, bi dîrok û çanda xwe ya dewlemend, xwedî mîrateyeke wiha bêhempa ye. Çîroka Çildizê ne tenê çîrokek e, lê semboleke rastiya nasnameya kurdî û erdnîgariya wê ye. Divê em wekî gelê Dêrikê, nehêlin ku ev dîroka me bê guhertin, bê dizîn an jî bê jibîrkirin. Divê em bi lêkolînên xwe, bi vegotinên xwe û bi têkoşîna xwe ya ji bo parastina çanda xwe, rastiya Çildizê ji nû ve zindî bikin.
Bi saya lêkolînên kûr û bi ked ên SOZDER’ê, bi taybetî jî agahiyên hêja Hevserokê wê Eyûp Guven, çîroka kevnar a gundê Çildizê bi rengekî zelal û berfireh hate ronîkirin. Ev xebat ne tenê çîrokekê vedibêje, lê nasname û dîrokeke dewlemend a herêmê jî diparêze. Ji ber vê keda hêja ya ji bo lêkolîn, xwedîderketin û zelalkirina mîrateya Çildizê, ez spasiyên xwe ji SOZDER’ê û bi taybetî Hevserokê wê Eyûp Guven re pêşkêş dikim.