Diyarname
Ew şampiyonê cîhanê ye. Di Olîmpiyata Pekînê de digel madelyayan pere jî girt û ew pereyê xwe ji bo xêrê dide zarokan.
Soberînerê DYA'yî Michael Phelps di Olîmpiyata Pekînê de 8 madelyayên zêrîn bi dest xist û rekor kişand. Phelp di heman demê de gelek pere jî girt. Û wî mîlyonek dolarê ku ji fîrmaya xwe ya sponsor Speedo girt dê ji bo zarokan xerc bike.
Weqfa ku li ser navê Phels hatiye vekirin bi hevkariya Speedo kampanyayê bi van pereyan bide dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de Phelps dê li 8 herêmên DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bigere û qala tecrûbeya xwe ya li olîmpiyatê bike, bi vî awayî zarokan perwerde bike.
Projeya perwerdehiyê ku bi diruşma "Xeyal bike, planê saz bike û bifire" hatiye dest pê kirin, dike ku zarok bi awayekî tenduristî û aktîf jiyaneke bimeşînin. Phelp li ser projeyê wisa got: "Armanca min ji hewzê wêdetir e. Ji aliyekê ve ez dixwazim xeyala mirovên din pêk bê û ji aliyê din ve jî dixwazim ev spor pêş bikeve."